Xelkê Silêmanî li dijî rewşa xirab a herêmê daketin qadan
Li Silêmaniyê li dijî rewşa xerab a aborî û parvenekirina mûçe gel daketin kolanan û xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
Li Silêmaniyê li dijî rewşa xerab a aborî û parvenekirina mûçe gel daketin kolanan û xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
Li Silêmaniyê li dijî rewşa xerab a aborî û parvenekirina mûçe gel daketin kolanan û xwepêşandanek berfireh bi pêşengiya Desteya Zext pêk hat. Gelek mamosta, karmend, astengdar û welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Girse destpêkê li ber Dadgeha Silêmaniyê kom bû û pişte berê xwe da Walîtiya Silêmaniyê.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên weke, ‘Birûxe desthilat’, ‘Ev desthilata têkçûyî her nefret hêjayiye’ berz kirin. Herwiha astengdar li pêşiya xwepêşandanê bûn.
Li ber Meclîsa Walîtiya Silêmaniyê daxuyanî ji aliyê Serokê Yekîtiya Astengdarên Saman Hisên xwend.
Di daxuyaniyê de ev daxwaz tên pêşkêşkirin;
-Lîsteya mûçexweran sererastkirin.
- Dahat, xerca dosya neftê, gomrik û hata hundirin were eşkere kirin.
- Mûçe û qutê welatiyan ji pêşbaziyên siyasî û kesayetî were dûrxistin. Mûçe di dema xwe de were dayîn. Herwiha divê mekanîzmeyek baş ji bo mûçe were danîn.
- Tevahiya dadgehan serbi xwe be û yasa û desthilata dadwerî serbixwe be.
- Hemû mamostayên wanebêj û bi peyman werin tayînkirin.
- Desthilat dest çêkirina krîza sexte bîne. Di xema çareserkirina pirsgirêk û debara welatiyan de be.