Xelkê Mexmûrê li dijî lihevkirina PDK-Iraqê meşiya

Xelkê Mexmûrê ji bo ku PDK’ê ewlekariya wargehê negire meşek lidar xist. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre Îxanet" hatin berzkirin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayên Qereçox de meşek girseyî lidar xistin. Niha xelkê Mexmûrê li ber seytereya hikûmeta Iraqê ya derketina wargehê de rawestane. Tê payîn di kêliyên pêş de hevdîtinek di navbera Rêveberiya wargehê û şandeyek a Iraqê de were kirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, duh şandeyek ya hêzên PDK’ê li Firqeya 14’an li gel hêzên Iraqê bi amadebûna Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdul Emîr Reşîd Yarallah, Fermandarê Operasyonên Bexdayê General Qais el-Mihemedawî, Fermandarê Hêzên Bejayî Serleşker Qasim El-Mihemedî û Fermandarê Leşkerî yê hêzên PDK’ê Sîrwan Barzanî civiyaye.

Di civînê de nîqaş derbarê alozî û nakokiyên li ser baregehên li çiyayê Qereçox ê li herêma Mexmûrê de hatiye kirin.

Her wiha hate ragihandin ku di civînê de navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye ku 3 xalên kontrolê di destê çekdarên PDK’ê de bin û 3 xalên kontrolê di destê hêzên Iraqê de bin.

Li ser vê yekê, li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK’ê û Iraqê de, xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji heft salî heta heftê salî meşek girseyî lidar dixin.

Meşa berxwedanê ya xelkê Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna girseya gel destpê kir. Di meşê de bi berdewam dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxanet’ hatin berzkirin. Girseya gel gihiştiye ber seytereya hêzên Iraqê ya derketina wargehê û li wir xwedî li vîna xwe derdikevin.

Tê payîn di kêliyên pêş de di navbera şandeyek a Iraqê û Rêveberiya Mexmûrê de hevdîtinek were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Mexmûr vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valakirine, ji bo valahiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.

Di 22’ê Cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.