Xelkê Erdîşê: Em ê heta serketinê bixebitin

Şêniyên Erdîşê diyar kirin ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd ti desthilatdariya faşîst nikare li ser piyan bisekine û gotin, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê ji bo serketina Partiya Çep a Kesk bixebitin û li bajêr hejmara dengê xwe bikin du qat.

Erdîş bi nifûsa xwe ya ji 200 hezar kesî, duyemîn navçeya herî mezin a Wanê ye. Li Erdîşê nêzî 120 hezar hilbijêr hene. Di hilbijartinên giştî û xwecihî de HDP'ê ji sedî 70 ê dengan li Erdîşê bi dest xist. Gelê Kurd wê di hilbjartinên 14'ê Gulanê de bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibe û kelecaneke mezin li Tirkiye û Kurdistanê afirand. Partiya Çep a Kesk ku bi piştgiriyeke xurt a gel xwe ji bo hilbijartinê amade dike, dixwaze li Erdîşê ji sedî 90 ê dengan werbigire.

YAŞAR KÛCAŞ: EM Ê DENGÊ XWE ZÊDE BIKIN

Yaşar Kûçaş got, "Partiya me ya nû li Erdîşê, Zîlanê û gelê Kurd pîroz be" û destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk li nava xelkê Erdîşê bûye cihê coş û kelecanê. Kûçaş diyar kir ku 6 milyon dengên HDP'ê wê bi Partiya Çep a Kesk re bibe 2, 3 qat û got, "Em dibînin ku êdî desthilatdarî û bloka wê ji hev ketiye. Gel ji vê desthilatdariyê gelekî gilî û gazinan dike. Ji aliyê aborî, hiqûqî û edaletê ve têk çûye. Partiya Çep a Kesk dibe ku îsal nebe desthilatdar lê belê wê bibe hêza herî xurt a muxalefetê. Em di vir de hemfikir in. Ji ber ku partiya me timî bi gel re ye, di nava gel de ye. Desthilatdariyê heta niha tenê mirov xapand, ol bi kar anî. Lewma gel gelekî aciz e, baweriya xwe bi wan nîne. Çi bikin jî gel wê ji wan bawer neke û ji niha û pê ve wê sîleyeke welê bixwe ku êdî nikaribe li hemberî têkoşîna gelê Kurd şaşitiyê bike. Ji ber ku şaşitiyên gelekî mezin kirin. Kes nikare li hemberî têkoşîna gelê Kurd bisekine. Ev bloka faşîst wê ji niha û pê ve nikaribe şaşitiyên bi vî rengî bike. Dîtin ku li hemberî wan heqîqet heye. Kes nikare heqîqetê têk bibe. Heqîqet her tim bilind bû û wê bilind bibe. Em ji vê bawer dikin. Di vê hilbijartinê de nebe jî di hilbijartina bê de partiya me wê bibe desthilatdar."

MEHMET POLAT: PARTIYA ÇEP A KESK BÛ HÊVIYA HER KESÎ

Mehmet Polat jî ragihand ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de Partiya Çep a Kesk wê di ser rêjeya ji sedî 70'î de li Erdîşê dengan werbigire û got, "Bi Partiya Çep a Kesk re em ê serokkomar biguherînin. Ji ber ku ev gel zane bê çi ne. Enflasyon gelekî bilind e, pîvazek bi tenê jî kes nikare bikire. Gel li sûkê nikare bi kîsekikekî jî alavan bikire. Hêviya her kesî li gel Partiya Çep a Kesk e, bala her kesî li ser partiya me ye, em ê bi ser bikevin. Bi şev û roj em li nava gel digerin û dixebitin."

MUYESSER ÎŞLEYEN: EM Ê BI JINAN DI VÊ HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVIN

Hevseroka Erdîşê ya Partiya Çep a Kesk Muyesser Îşleyen anî ziman ku karên hilbijartinê li bajêr gelekî serketî û berfireh tê meşandin. Îşleyen ragihand ku ew bi gel re ne, li tax û malan bi gel re kom dibin û got, "Kolan bi kolan, tax bi tax em digerin û dixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Ev serketin wê ya me hemûyan be. Bi taybetî jin gelekî dixebitin. Em karên xwe hemûyan bi jinan re dikin. Em ê di vê hilbijartinê de bi jinan re bi ser bikevin. Di vê hilbijartinê de em ê pişta desthilatdariya AKP'ê bişikînin. Em jinên Kurd em ê bi ser bikevin. Jinên me gelekî baş dixebitin. Ya wê bibe ya wê bibe."

XANIM DÎNÇ: EM Ê HETA SERKETINÊ BIXEBITIN

Xanim Dînç jî got, "Heta serketinê em ê bixebitin" û got, "Gund bi gund, kolan bi kolan, mal bi mal em ê bigerin. Em ê bixebitin. Em ê vê zilmê ji ser xwe rakin. Partiya me wê bi ser bikeve, AKP wê têk biçe. Bi salane zilmeke mezin li zarokên me, şehîdên me, girtiyên me dikin. Em ê vê zilmê bi dawî bikin."

ŞÎRÎN KARAMAN: GEL WÊ HELWESTA XWE DI DENGDANÊ DE NÎŞAN BIDE

Hevserokê Erdîşê yê DBP'ê Şîrîn Karaman diyar kir ku girtina partiyên Kurdan ji bo gelê Kurd ne tiştekî nû ye û got, "Partiya Çep a Kesk li hemû taxan bi rêxistiniya xwe bûye xwedî kontrol û karên danasînê kiriye. Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve tê naskirin û eleqeya jê tê hêvîkirin dîtiye. Lewma em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Rewşa ku desthialtdariya siyasî ya 20 salan welat xistiye nav ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Bi taybetî li nava civakê sîstema talanê dewam dike. Hêz û derfetên kirînê yên gel gelekî lawaz bûye, ev yek bûye sedema nerazîbûnê. Nerazîbûneke cidî heye. Gel wê nerazîbûna xwe di dengdanê de nîşan bide."