Xelkê Şengalê ji bo naskirina Rêveberiya Xweser dakete qadan

Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî daxwaza xwe ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê careke din pêşkêşî rayedarên Iraqê kir.

Nerazîbûna xelkê Şengalê ya li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê roj bi roj zêde dibe.

Şêniyên Şengalê îro serê sibehê li pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Şengalê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.

Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Em tifaqa dijî Şengalê red dikin" û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana Asayîşê" heta ber Avahiya Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê meşiya.

Li dû meşê, bi navê xelkê Şengalê ji rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumetên Iraqê yên heta niha ji bo mafên xelkê Şengalê tiştek nekirine, gav neavêtine û hate gotin, "Lê em dibêjin ku pirsgirêka Şengalê pirsgirêk Iraqî ye, li derve nîn e. Lewma pêwîste çareseriyek mayinde ya siyasî, ewlekarî û civakî were peydakirin."

Li ser daxwazên xelkê Şengalê jî wiha hate gotin:

"Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di demeke ku dewlet li vir tune bû, xwedî li gelê Şengalê derketiye. Lewma pêwîste ev rêveberî û hemû saziyên girêdayî wê werin naskirin.

Asayîşa Êzidxanê dema ku valahiya ewlekariyê hebû, xelkê herêmê ji hemû êrîş û tundutijiyan parastiye. Lewma divê ku Asayîşa Êzidxanê di çarçoveya yasayî de were naskirin.

Eger ku hikûmet van daxwazên me qebûl neke û pêk neyîne, em ê jî wekî gelê Şengalê heta dawiyê mafê xwe biparêzin û xwepêşandan berfireh bikin, tu kesên din jî nas nekin."

Piştî daxuyaniyê daxwazên gel pêşkêşî rayedarên Ewlekariya Niştimanî hatin kirin.

Rayedaran jî destnîşan kirin ku ew ê van daxwazan ragihînin hikûmetê û tişta ji destê wan were bikin.