Xelkê Şengalê: Her kes zane ku serketin a PKK'ê ye

Şêniyên Şengalê salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. Şengaliyan bal kişandin ser şerê giran ê li dijî dagirkeriyê û destnîşan kirin, ku her kes zane serketin a PKK'ê ye.

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Bexçeyê Rêber Apo yê li çiyayê Şengalê pêk hat. Şahiya ku nîvro destpê kir, heta êvarê bi coş dewam kir.

'SERKETIN A PKK'Ê YE, HER KES BI VÊ ZANE'

Ji beşdarên pîrozbahiyê endama Malbatên Şehîdan a Şengalê Sûrî Xelef bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê axivî û got, "Salvegera damezrandina PKK'ê li Serok Apo, gerîlayên li serê çiyê pîroz dikim. Em salvegera damezrandina PKK'ê bi taybetî li gelê berxwedêr ê Rojavayê Kurdistanê û malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji aliyekî ve ji bo şahiya 27'ê Mijdarê em gelekî kêfxweş in, lê li aliyê din êrîşên li ser çiyê û li ser Rojava şermezar dikin. Lê belê çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Her kes zane ku serketin a PKK'ê ye."

'VÎNA ROJAVA JI BER FIKRÊN RÊBER APO YE, TÊK NAÇE'

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Jiyan Çiya jî di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, gerîla û gelê berxwedêr pîroz kir.

Jiyan Çiya got, "Em salvegera damezrandina PKK'ê li civaka Êzidî pîroz dikin. 45 sal in dijmin dixwaze PKK'ê têk bibe, lê nikare. Ji ber ku gerîla xwedî îradeyeke ji pola ye. Em destpêkê vê rojê li Rêber Apo, li gerîla û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em li gelê xwe yê li Rojava pîroz dikin, ji ber ku ev 8 roj in dewleta Tirk a dagirker êrîşeke giran li dijî wsan dike. Lê belê bi van êrîşan nikare bi îradeya gel, ji ber ku gelê me xwe bi fikrê Rêber Apo bi rêxistin kiriye."

Jiyan Çiya destnîşan kir ku wê bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibin û bi ser bikevin.

Danê êvarê jî ciwanan li çiyê agir pêxistin û salvegera damezrandina PKK'ê bi dirûşmên "Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Gerîla" pîroz kirin.