Xelkê Şengalê: Em ê serî li ber êrîşan netewînin

Êzidiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê rabûn û gotin, "Em ê li dijî êrîşan serî netewînin û rêxistina xwe berfirehtir bikin."

Êzidiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, hevkarên wê PDK’ê û bêdengiya hikûmeta Iraqê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê ti carî serî li ber êrîşên dagirkeriyê netewînin.

Di serî de Hevserokê Şaredariya Gomelgeha Zorava Dilşad Bedo ji ajansa me ANF’ê re axivî û diyar kir ku sedema êrîşan baweriya Êzidîtiyê ye û wiha got, “Em xwedî baweriyeke kevnar a li ser vî axê ne. Em xwedî çiyayên bi rûmet in, ev herêm di warê stratejîk de bandorê li sê welatan dike û bi xwe ve girê dide. Ji ber wê dibe navenda êrîşan. Gelê Êzidî xwedî çand, bawerî û olek ji pola ye.”

‘EM ÊDÎ BI RÊXISTINKIRÎ NE’

Bedo, destnîşan kir ku ger gelê Êzidî mîna berî 2014’an xwe birêxistin nekirana, dewleta Tirk a dagirker ewqas êrîş pêk nedanî û wiha domand, “Ji ber wê demê em di bin desthiladariya PDK'ê de bûn û me koletî ji xwe re qebûl kiribû. Lê niha em birêxistinkirî ne. Em ji bin desthilatdariya wan derketine û em xwe bi xwe rêveberiya xwe dikin. Bi dehan sazî û destgehên me hene. Ji ber wê êrîşê pêşengên me dikin.”

Bedo, da zanîn ku azadî û xweserî bêyî berdêl pêk nayê û dirêjî da gotina xwe, “Em bi şehîdên xwe serbilind in. Ger wêrekiya dewleta Tirk a dagirker hebe, bila were li van herêman sîng bi sîng şer bike. Ji ber cesareta wan nîne bi rêbazên dijî exlaqê mirovan êrîşê pêşengên me dikin. Ne tenê dewleta Tirk a dagirker, kîjan hêz dibe bila bibe, em ê serî netewînin û îxanet û koletiyê ji bo xwe qebûl nekin. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengî û hevkariya hikûmeta Iraqê sûdê digire û êrîş dike. Di herêma di bin kontrola artêşa Iraqê de êrîşê pêşengên me hate kirin û şehîd xistin. Rûyê rast ê hikûmeta Iraqê li hemberî Şengalê li holê ye, Iraq têk çû û weke gelê Êzidî em bi ser ketin. Ev yek dê ji bo hemû êrîş û komployan bibe mînaka berxwedanê.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’

Xelef Qasim, jî anî ziman ku ew ê li dijî êrîşan serî netewînin û got, “Ji ber em Êzidî ne ewqas êrîşê me dikin û pêşengên me dikin hedef. Dixwazin rêxistinbûna me belav bikin vîn û hêza me teslîm bigirin. Weke gel li dijî van êrîşan em ê serî netewîn. Ger bi rastî bi vî gelî difikirin, bila Êzidiyan vegerînin warên wan û destekê bidin rêxistinbûn û parastina wan. Li ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn, heta niha ne sazî, dezgeh û ne jî dewleteke navneteweyî bi pirsgirêka Êzidiyan rabû û xist rojeva meclîsê. Her kes di serî de hikûmeta Iraqê li hember Êzidiyan bêdeng maye. Ev bêdengiya wan mirovan dixe nava gumanan.”

Qasim wiha berdewam kir, “Em xwe nexapînin, heta em parastina xwe nekin, xweseriya Şengalê pêk neyînin û hêza xwe ya leşkerî berfirehtir nekin, ti hêz wê ji bo berjewendiya me tev negere. Divê em bi hêza xwe bawerbin û hêj xurtir li ber xwe bidin.”