Xelîl: Divê her kes li dijî dewleta Tirk a êrîşkar bi helwest be

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Xelîl, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava bang li hemû gelan û hêzên navneteweyî kir ku xwedî hewlwest bin. Xelîl diyar kir ku armaca êrîşa dewleta Tirk rizgarkirina DAIŞ’ê ya ji herêmê ye.

Aldar Xelî destnîşan kir ku di serî de armaca van êrîşan şikandina vîna gelê Kurd û fetisandina sîstema demokratîk e, bang li Kurdan, gelên Bakurê Sûriyeyê û hêzên navneteweyî kirin ku li dijî dewleta Tirk xwedî bi helwestên cidî bin.

Endamê Tevgera Rêveberiye Tevgera Civaka Kurd (TEV-DEM), têkildarî êrîşên balafirên şer ên duh şer li ser Şengal û herêma Qerçox a Rojava ji ANF’ê re axivî.

‘DIXWAZIN DAIŞ’ê RIZGAR BIKIN’

Xelîl wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve Erdoran û rêveberên dewleta Tirk di daxuyaniyê xwe de diyar dikin ku bi ti awayî rê nadin di pêşengtiya Kurdan de sîstemekî demokratîk bê avakirin. Dem bi dem bi rêya El Nûsra, dem bi dem bi rêya DAIŞ’ê û herî dawî jî bi artêşa xwe ketin Şehbayê, hewldanên fetisandina Şoreşa Rojava didomînin. Niha jî ji ber ku li Reqayê çeteyên DAIŞ’ê tengav bûne, li Mûsilê hatin şikandin û dema ku dît her ku DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçe, ji bo wê rizgar bike êrîşên xwe zêde kirin.

 ‘DIVÊ GEL HEWESTA XWE NÎŞAN BIDE’

Xelîl, destnîşan kir ku ev êrîşa dewleta Tirk a ku beriya Erdogan biçe Amerîkayê ji bo rewşekî nû bide avakirin, li gel Amerîkayê bazarekî nû bike. Xelî got: “Hemwext li ser Rojava û Şengalê êrîş hatin kirin. Armaca van êrîşan mudaxelekirina siberoja azad a gelane. Ew bi ti awayî rê nadin ku gelê me yên li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistan, Şengal û Bakurê Sûriyeyê bi vîna xwe bijîn.”

Xelî bal kişand ser êrîşan û diyar kir ku ev êrîşên herî dawî ji bo şikandina vîna gelê Kurd e û wiha anî ziman: “Divê gelê Kurd ên li welat û derveyî welat dijîn li dijî êrîşan xwedî helwestên cidî bin û bi rêbazên cuda cuda çalakiyên demokratîk lidar bixin.”

‘DIVÊ NÊZÊN NAVNETEWEYÎ HELWESTÊN XWE ZELAL BIKIN’

Xelîl bal kişand niha hêzên QSD û YPG ji bo azadkirina Reqayê bi Xezeba Firatê li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin bidest xistine û wiha nirxand:
“Ev êrîşên dewleta Tirk a li ser me dide meşandin, dewleta Tirk serkeftina me ya li dijî DAIŞ’ê naxwaze û alîkarî dide DAIŞ’ê.

Divê êdî helwestên hêzên navneteweyî êdî zelal bibin. Ew dixwazin li gel em li dijî DAIŞ’ê têkoşînê bikin, an jî dixwazin li gel dewleta Tirk a ku van êrîşan dide kirin cih bigire … divê her kes helwestên we zelal bike. Di rewşa navendê de mayîn nayê qebûlkirin.”

 ‘DIVÊ GELÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVE’

Endamê Konseya Rêveberiya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, herî dawî hemû gelê Bakurê Sûriyeyê vexwend ku xwedî li siberoja xwe derkeve û got: “Gelên Bakurê Sûriyeyê, li gel Ereb, Suryanî û Kurdan hemû bşa dizanin ku li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê sîstemekî demokratîk tê avakirin û hemû gelan temsîl dike. Ev sîstem a hemû gelane. Divê hemû gel ji bo siberoja xwe xwedî berxwedêrên xwe derkevin. Divê çi bibe bila bibe, li kû dibin bila bibin li dijî van êrîşên ku vîna gelan dide şikandin bikevin di nava çalakiyan de.