Xelata 'aştî, dostanî û demokrasiyê' dane Yadê Şenyaşar

Odeya Bijîşkan a Amedê xeleta 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê'' dane Emîne Şenyaşar ku a AKP'yiyan malbata wê kuştibû.

Odeya Bijîşkan a Amedê bi çarçoweya bernameya 14'ê Adarê, Heftiya Cejna Tibê, xelata, 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê'' ku ji salên 90'î û wir ve dide, ragihand ku wan xelat dane.

Îsal Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji hêla AKP'yiyan ve hatibû kuştin û çalakiya Nobeta Dadê dayî destpêkirin, layiqî xelatê hate dîtin.

Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Tûran got, ''Rast hatiye dîtin ku em xelata xwe bidin Emîne Şenyaşar ku li gel her cure zext û zordarî, destwerdan, destgîrkirin, lêpirsîn, şerten xirab ên hewayê jî bi rengekî biryarda nobeta xwe ya dadê domandî, bi çalakiya bêîîatiya sivîl a bêmînek bêdadiya li Tirkiyê teşîr kirî, bûyî sembola lêgera li dade, korbûna rayedarên ku divê dadê ava bikin û kerrbûna wan li kuçeyan şanî me hemûyan daye.''