Xebatkarên Tenduristiyê: Dengek bidin vê hewarê
Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Doxtorên Tirk Şeyhmûs Gokalp, bang li hemû xebatkarên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê sonda hîpograt dane, daxwaz kirin ku bibin dengek ji bo vê hewarê.
Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Doxtorên Tirk Şeyhmûs Gokalp, bang li hemû xebatkarên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê sonda hîpograt dane, daxwaz kirin ku bibin dengek ji bo vê hewarê.
Endamên xebatkarên tenduristiyê yên TTB û SES’ê yê ku ev 3 rojin ji bo mudaxelekirina birîndarên li bodroma li malek a Cizîrê tên astengkirin, li ser navê xebatkarên tenduristiyê Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Doxtorên Tirk Şeyhmûs Gokalp daxuyanîyek da û bang li hemû xebatkarên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê sonda hîpograt dane, daxwaz kirin ku bibin dengek ji bo vê hewarê.
Gokalp diyar kir ku tenê armanca me xwe gihandina birîndaran û dawî li bûyerên tên jîyîn bînin. Gokalp wiha anî ziman: “Em ji bo vê 3 roj in li ser rêyanin. Lê her carê tên astengkirin. Ambûlansên ku dixwazin biçin herêmê tên gule reşandin û ambûlansên li gel me jî bi her awayî tê lêgerîn. Em li vîr dixwazin vê bînin ziman. Em di pêvajoyek gelek kirîtik re derbas dibin. Hinke birîndarên li bodromê de jiyana xwe ji dest da ne. Ji bo birîndarên din jî jiyana xwe ji dest nedin bang li hemû xebatkarên tenduristiyê dikim. Doxtor û mirovên bi awayek rûmet ji destpêkê parelemeterên ku sonda hîporat dane û hemû xebatkarên tenduristiyê yên li Tirkiyeyê bibin dengek ji bo vê hewara ku alîkariyê dixwazin.”
Li aliyê din xebatkarên tenduristiyê yên ku çalakiya nobetê li Midyad dabûn destpêkirin, wê endamên TTB û SES’ê yên ji Rihayê bên dewir bigir in.