Xebatên yekîtiya netewî ya KNK’ê didomin

KNK, di çarçoveya xebatên yektîtiya netewî de çû serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan. Di serdanê de lidarxistina kongreya netewî hate destgirtin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) a ku xebatên amadekariya lidarxistina kongreya netewî ya ku wê 27-28’ê Çileyê li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê pêk bîne dike, li Hewlêrê çû serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan.

Heyeta ku ji Alîkarê Hevserokê KNK’ê Farûk Cemîl, Endamên KNK’ê Dr. Awring Mihemed, Ferhad Dostkî, Firyad irani û Şûkrallah Heme Emîn pêk dihat, ji aliyê endamê Desteya Serkatiya Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan Behmemn Hisên û endamên polîtburoyê Hîwa Seîd Selîm, Bêkes Qadir û Şivan Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina hate kirin û şûnde Berdevkê Polîtburoyê ya Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seîd Selîm daxuyaniyek da û got: “Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî bi hemû hêza xwe piştgirî dikin. Divê hemû pirsgirêkên di nava partiyan de bê bidawîkirin.”

Heyeta KNK’ê îro jî çûbû serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê.