Xebatên hilbijartina xwecihî yên HDP’ê dewam dike

HDP li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re dicive. Peyamên wê di 31’ê Adarê de qeyûm bên derxistin tên dayîn û berxwedêrên grevan tên silavkirin.

Xebatên Hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)dewam dike.

MERSÎN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) redkirina namzetiya Aleddîn Erdogan a ji bo Şaredariya Akdenîz ku qeyûm ji bo wê hatibû wezîfedarkirin ku ji aliy Desteya Hilbijartina Navçe û Bajar ve protesto kirin. li Cemiyeta Rojnamevanên Mêrsînê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de Erdogan û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçe li gel gelek kesan amade bûn.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Colemêrgê banga tevlîbûna li mîtînga ku wê Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî amade bibe kir. NamzetêMeclîsa Giştî ya bajar Nazmî Coşkûn ê tevlî civîna ku li avahiya bajar a ku têde namzetên hevşaredariyê Seher Kadîroglû Ateş û Cîhan Kahraman li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê amade bûn axivî, bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê. Coşkûn her kes vexwend mîtînga ku bê lidarxistin.

ŞIRNEX

Îro jî xebatên hilbijartinê yên li Şirnexê dom kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên HDP’ê Bêrîvan Kûtlû û Hehemt Zirig li taxa Nûr serdana gel kirin. Di axaftinên li vir hatin kirin de bang li gel hate kirin ku tevlî vekirina buroya hilbijartinê ku wê Pervîn Bûldan jî amade bibe.

MELETÎ

Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a HDP’ê ya Meletiyê Yûsûf Bozkûş û namzetên Hevşaredariyê ya Battalgazî Huseyîk Kiliç Serdana Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egtîm Sen) ya Meletiyê kirin. Di serdanê de Serokê Egîtîm Senê Kazimn Albayrak û namzet Yûsûf Bozkûş axivîn.

BÛRSA

Xebatên hilbijartinê yên ji bo hilbijartina 31’ê Adarê ya Rêxistina HDP’ê ya Bûrsayê jî dewam dike. Di civînên gel ên li hemû naçeyên Bûrsayê hate kirin de Leyla Guven û hemû girtiyên ji bo şikandina tecrîdê ketine grevê hatin silavkirin. Hevserokê HDP’ê ya Bûrsayê Resûl Baykara di civînê de got: “Divê em deng bidin dengê daxwazên aştî û demokrasiyê yên çalakvanên grevan.”

MÊRDÎN

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî HDP’ê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP’ê Fîgen Altindag namzetên hevşaredariyê ya Stewrê Mehmet Yasîn Kalkan û Gulistan Oncu li gel Parlementera HDP’ê Ebûr Gunay û Tûma Çelîk bi komeke qelebalix re bi konvoyekê ketin bajar. Piştre derbasî qada ku wê buro lê bê vekirin bûn.

Li vir namzetê şaredariyê Oncu û Fîgen Altindag axivîn. Piştre jî HDP’yî derbasî taxa Ewîna bûn û serdana esnafan kirin.

WAN

Namzetê Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Mûstefa Avci û hevşaredarên Îpekyolûyê Şehzade Kurd û Azîme Yacan serdana esnafan kirin. Piştî serdana esnafan Avci û heyata pêre serdana rêveberên Komeleya Kedkarên Kar kirin.

BÊGIRÎ

Namzetên hevşaredariya Bêgirî ya HDP’ê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan serdanan malbatên li taxa Anzafê kirin. Namzetên ku eleqeyek mezin nîşanî wan hatin dayîn, guh dan gel.

QELQELÎ

Namzetên Hevşaredariya Qelqeliyê Yakûp Almanç û Dîlan Orenci serdana esnafan kirin. Namzetên ku esnafan eleqeyek mezin nîşan dan, li gel wan sobhet kirin. Esnafan anî ziman ku wê di hilbijartinê de HDP’ê destek bikin.

ERZIROM

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a HDP’ê Bariş Kemaloglû, namzetên Hevşaredariya Qereyaziyê Melîke Gokûsû û Bûrhanettîn Şahîn li gel namzetên endamên meclîsa şaredariyê serdana taxên Karaagil, Kirgindere, Karasû, Peyveren û Kavakê kirin û bi gel re civiyan.

Di serdanan de namzet Kemaloglû û Şahîn axivîn.

QERS

Rêxıstina HDP’ê ya Qersê jî bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca civîneke ya nirxandina hilbijartinê pêk anîn. Di civînê de Bîlgen û Şevîn Alaca axivîn.