Xalîde Engîzek: Cara yekem çar parçeyên Kurdistanê li dora PKK'ê kom dibin

"PKK, bû hêza guhertin û veguhertinê. Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qedera wê tê guhertin û civakbûneke li ser hîmê pîvanên xwebûnê kom dibe."

Bi wesîleya salvegera 43’an a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Endama Komîteya Navendî ya PKKê Xalîde Engîzek bersiv da pirsên ANF'ê.

Xalîde Engîzek, pêvajoya beriya avabûna PKK'ê, rewşa Kurdistan û Tirkiye wiha nirxand, "Li Kurdistanê rewşeke wiha ya ku şoreş lê dest pê bike nebû. Kurdistan piştî bibû 4 parçe û serhildanên Kurdan têk çûbûn, ketibû xewa mirinê. Ji bo tu Kurdistanê li wê hayîl bikî û rakî ser piyan rê û rêbazên taybet pêwîst dikir û kes ji vê re pir ne amede bû, heta her kes ditirsiya. Xeta hevkar jî li Kurdistanê bihêz bibû. Wê demê ger em li rastiya Tirkiyê û Kurdistanê binêrin em ê vê bêjin; li Tirkiyê xeta netewperestiya Tirk-Îslam, xeta hevkariya pergala kapîtalîst serwer bibû. Li Kurdistanê jî teslîmiyet, hevkarî, tirs, perçiqandin, paşve mayîn, bê hêvî û bê bawerî di asta herî jor de dihat jiyankirin.” 

Xalîde Engîzek avabûna PKK jî bi van gotinan anî ser ziman: “PKK ne tenê li dijî desthilatdariya faşîst ya Tirkiyê û li şûna wê avakirina welatekî serbixwe azad bû. Her wiha derketineke li dijî hemû cûre nêzîkatî, têkilî, kevneşopî û çînayetiya di nava civakê de bû. Bû hêza guhertin û veguhertinê. Ji bo wê jî bû çira, bû hêvî û vîn, bû fikreke hemdem ji bo gelê Kurd û her kesên azadîxwaz. Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qedera wê tê guhertin û civakbûneke li ser hîmê pîvanên xwebûnê kom dibe.”

PKK di salvegereke nû de ye. Ji bo vê salvegerê peyama we çi ye?

Partiya me PKK dikeve sala xwe ya 44’an. Partiya me, partiya şehîdan e. Partiya Karkerên Kurdistanê ku em weke zayîna duyemîn ango derketina Serokatî ya dîrokî pênase dikin, 43 salên tijî têkoşîna şoreşgerî ya bênavber û pir dijwar li pey xwe hişt û dikeve sala 44’an. Di van salên têkoşîna şoreşgerî de, bi hezaran şehîdên qehreman hatin dayîn, nirxên giranbûha hatin afirandin. Di serî de ez şehîdê me yê mezin û pêşeng hevrê Heqî Karer ku li ser xwîna wî ya pak, pîvanên wî yên mîlîtanî û pêşengtiyê partiya me hat avakirin. Bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Hevalê Heqî bi kesayeta xwe ya fedekar, dilnizim, zanyar, dirust, pak û zelal bûye hîmê partiya me. Dîsa kesayeta wî ya bi rihê hevaltî hatî sitran, xwedî rêgez, pîvan, kesayeta xwe ya bi dîsîplîn û rêxistinkirî, bi temamî bûye xeta partiyê ya bîrdozî. Ew bedena wî ya narîn lê bihêz weke dara çinarê rûhên xwe berdabû binê axê û hîmê partiya me û koka wê bi hêz kir. Li ser wê kokê partiya me PKK li hember her ba û bahozan, her êriş û komployan xwe ragirt û heya roja me ya îro hat. Li pey şopa wî niha partiya me bûye xwediyê 40 hezar şehîd zêdetir, di şopa wî de mîlîtanê weke Reşîd Serdar, Kerîm Şirnex, Heqî, Şervan Sason, Delal, Azê, Yilmaz Dêrsim, heya şehîdên Werxelê û Xelîfanê û bi hezaran şehîdên pêşeng derketin û pêşengtiya partiya me kirin. Di kesayeta wan hevrêyan de ez tevahî şehîdên doza azadiyê bi minnet bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Ji bo doza wan bibin serkeftinê em ê xwe di kesayeta wan qehremanan de bihelînin û li ser hîmê rêgezên wan xwe ava bikin. Em ê tekoşîna azadiyê bênavber û bi coşa şoreşgerî bidomînin û bibin serkeftinê. 

Em bi vê wesîleyê salvegera 43’an a partiya me despêkê li şehîdên qehreman pîroz dikin. Li mîmarê manîfestoya jiyana nû ya partiya me Rêber APO, tevahî mîlîtanan, bi taybetî jî gêrîlayên azadiyê yên li her qadê şer dikin, gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşketî pîroz dikin. Di vê salvegerê de bila her kes û li her derê, mîlîtanên partiyê, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, tevahî mirovahiya pêşketî, bi serbilindî, bi şanazî, pesnê xwe bidin, bêjin em PKK’yî ne, em APOYî ne. Ji ber PKK bi hêza xwe ya bîrdozî ku çavkaniya vê bîrdoziyê sosyalîzma demokratik e, felsefeya jiyana azad e, jiyana komînal a politîk û exlaqî ye, azadiya jinê û ekololojî ye, li hember her cûre êrişan xwe ragirtin û heya roja îro anîne; bi xeta xwe ya bîrdozî, bi tekoşîn û berxwedana xwe ya ji bo parastinê, bi paradîgmaya xwe ya modernîteya demokratik, ji tevahî gelên cîhanê re bû hêviya jiyana azad. Ji ber wê bila her kes bi PKK’ê serbilind be û xwe tê de bibîne, bi dengê bilind biqîre bêje “Ez PKK’yî me.” 

 ‘PKK GOVEND E, SEMA YE, ŞOREŞ E, ÇAKÛÇÊ DESTÊ KAWAYÊ HESINKAR ‘

Rêber APO got: “PKK helbestek e, sitranek e û destaneke dawî lê nehatiye ye.’’ Em jî temam dikin û dibêjin, “PKK govend e, sema ye, şoreş e, PKK çakucê destê Kawayê Hesinkar e, PKK meşeleya destê Mazlum û Zekiyeyê ye. PKK tivinga destê Egîdan, Bêrîtan, Reşîd û Delalan e, PKK vîna Kemal û Xeyrîyan e. PKK kenê li ser lêva zarokan e, tilîliya dayîkan e, serbilindiya kal û pîran e. PKK eşq û evîna ciwanan e. PKK rih û xwîna nava damarê rûhê jinan e. PKK vîna azad a şoreşgeriyê ye ku di her kêliyê de nû dibe, zêde dibe ye. PKK xwîna şehîdan a ku ziha nabe ye. Di vê wateyê de PKK cewherê mirovahiyê ye. Ji bo wê di salvegera 43’an  damezirandina PKKê de peyama me ev e: “Her kesê ku dibêje mirov, demokrat , çepgir û sosyalist; jin û ciwanbila li dora PKK’ê xwe bi rêxistin bikin. Di bin ala PKKê de bicivin û tekoşîn bikin. Bila bizanibin ku ji bilî şêwazê PKK’ê li Kurdistanê, herêm û cîhanê riyek din ya çûna azadiyê nîne. Bila hemû tewanên ku li PKK’ê hatine barkirin bi tekoşînê werin pûçkirin. Di vê sala nû ya PKK’ê de em pergala Îmralî, faşîzmê birûxînin û Rêbertiya xwe bi awayê fîzikî azad bikin. Çareseriya doza Kurdistanê misoger bikin.” 
 
Beriya û piştî PKK’ê Kurdistan û Tirkiye divê çawa were nirxandin? Pêvajoya çûyîna damezrandina PKK li Kurdistan û Tirkiye atmosferek çawa serwer bû?

‘RÊBER APO JI NIFŞÊ 68’AN KARÎGER DIBE, LI SER PIRSGIRÊKAN DIKEVE NAV HEWLDANAN’

Divê mirov pirsgirêka Kurd rast pênase bike, ta ku mirov bikaribe çareseriyê jî rast dayne holê. Kurdistan di aliyê jeopolîtîk û civakî de xwedî rolekî dîrokî ye. Hem ji ber weke hucreya kok a civaka neolîtîk li Mezopotamya rol lîstiye hem jî ji ber welatê me di nava çar dewletên dagirker de hatiye parçekirin, ên ku ev parçekirin pêkanîn jî hêzên hegemonîk ên cîhanî ne, ji ber wê yekê çi guhertin li welatê me çêdibe tevahî cîhanê di asta gerdûnî de têkildar dike. Weke koka civaka neolîtîkê civaka Kurd ji zû de heqîqeta xwe ya civakî wendakir û bi demê re weke hebûn azadiya xwe ji dest da û di bin nîrê zilma dewletên netewe ên dagirker de bi helandin û qirkirinê re rû bi rû ma. Bi taybetî dused salê dawî li ser civaka Kurd siyaseta parçekirin, helandin û qirkirinê domandin. Dema ku Kurdistan di rewşeke wiha de bû, di asta cihan û herêmî de, dîsa di asta Kurdistanê de guhertinên balkêş hebûn. Piştî parvekirinên şerê cîhanê yê duyemîn hêzên emperyalîst di asta global de pergala xwe belav dike, li ser hîma fînans-kapîtal ji bo yekdestîkirina hemû nirxên civakan. Ji milê din vê jî sosyalîzma pêkhatî pêşketibû, weke kampa sosyalîst ava bû û wan jî dixwestin dîktatoriya proleterya ya mezin ava bikin. Ji bo vê yekê bikin diviyabû ber bi welatên derdor ve vekirin bikin. Di heman demê de tevgerên ciwan femînîst û hawîrdorparîziyê yên weke nifşê 1968’an derketin holê. Derketina vê nifşê ciwan, derketinek nû bû, pergal xistina bin lêpirsînê, vê li ser aliyê hişmendî bandorek cidî dida avakirin. Ciwanên her welatî bi vê tevgerê bandor dibûn. Dîsa şoreşa Cotmehê, desteka bi tevgerên rizgariya netewan, van rewşan tevan li ser Kurdistan û Tirkiyê jî bandoreke mezin kiribû û li Tirkiyê tevgerên ciwanan pêşdiketin û li ser hîmê sosyalîzmê û çepgiriyê xwe bi rêxistin dikirin. Di wan deman de Rêber APO jî weke ciwanekî Kurd, ji çîna gundî û karker, xwedî taybetmendiyên cuda, ên ku bandora çanda civaka xwezayî, çanda dayîkê li ser kesayeta wî hakim bû. Paşê me yê fêm bikira ku lêgerîna Rêbertiya me ya azadiyê ji zarokatiyê de ye. Wê demê Rêbertî li Enqerê, di nav nêvenga ciwanên Tirk û Kurd de zanîngehê dixwîne, ji rewşa heye hayîdar e, li ser pirsgirêkên li Tirkiyê hene difikire û di nava hewldana de bû. 

Dewleta Tirkiyê her çiqas weke welatê Kurd û Tirkan bi desteka Kurdan û Sovyetan xwe ava kiribe jî, bi demê re bi destwerdana hêzên kapîtalîst re, bi avakirina Îttîhad û Terakî ya bi destê hêzên emperyalîst hat damezirandin re, komar bi temamî ket bin bandora wan hêzan û têkiliya komarê ji tevahî çepgiran, sosyalîst û Kurdan qut kirin. Komar bi tenê hiştin, berê wê dan nijadperestiya Tirk–Îslam. Dîsa di rabûna gelek îsyanên Kurdan û çewisandina wan bi destê Tirkiyê de jî, destê Îngilîzan heye. Serhildana Şêx Seîd mînaka wê ya herî dawî ye. Ji wê û şûn ve komar ji xeta wê ya li ser hatî avakirin derket û weke dewleteke ku nobedarê sadiq yê pergala kapîtalîst şekil girt û tevahî hêzên şoreşger û nêrînên muhalif tesfiye kir. Weke kevneşopî her dema teng bû bi derbeyên leşkerî xwe ragirt û dijberên xwe tesfiye kir. 

 ‘LI KURDISTANÊ JÎ JIYANEKE BÊHÊVÎ Û BÊBAWERÎ HEBÛ’

Ciwanên Tirkiyê di pêşengiya Denîz, Mahîr û Îbrahîman de li dijî hevkariya Tirkiyê ya bi hêzên kapîtalîzmê re, serxwebûna Tirkiyê xwestin û di nava ciwanan de rêxistineke çepgir ava kirin. Armanca wan Tirkiyeke sosyalîst, demokratîk û mafê gelên li Tirkiyê dijîn di serî de jî gelê Kurd nas bike ava bikin, ji bo wê dest bi tekoşînê kirin. Lê hêzên emperyal ev tevgerên ciwanan weke xeterE dîtin û bi komployan alîkariya Tirkiyê kirin. Ji roja Tirkiye hate avakirin heya niha, Elmanya û Îngîltere, piştre jî Îsraîl di her warî de Tirkiyê diparêzin, esas di şexsê Tirkiyê de pergala xwe diparêzin. Dijderketineke li hemberî Tirkiyê, dijderketineke dijî xwe hesab dikin. Ji ber piştî şerê cîhanê yekem û duyem, ên Kurdistan parçe kirin, ew in, ên Tirkiyê li ser hîmê kapîtalîzmê avakirin ew in. Ji bo wê jî dijberiya dijî Tirkiyê dijî xwe dibînin. Ji ber wê yekê tevgera ciwanan xistin hedefa xwe. Di dema ku ciwanên Tirkiyê tekoşîna serxwebûnê didan de, Rêbertiya me jî piranî ciwanên Kurd jî bi vê tevgera ciwana re tevdigeriyan. Ji ber baweriya her kesî/ê bi tekoşîna rizgariya netewî û sosyslîzmê hebû, bawer dikirin ku bi rizgariya Tirkiyê û avakirina pergaleke sosyalîst re pirsgirêka Kurd ya netewî jî çareser dibe. Di wê demê de bandora şoreşa Cotmehê li ser ciwanan bi hêz bû. Sosyalîzm weke modêl hîn li pêş bû. Ji ber rewşa Kurdistanê jî pir tirajîk bû, rewşek xwe ya şoreş lê dest pê bike nebû, Kurdistan piştî bibû 4 parçe û serhildanên Kurdan têk çûbûn, ketibû xewa mirinê. Ji bo tu Kurdistanê li wê hayîl bikî û rakî ser piyan rê û rêbazên taybet pêwîst dikir û kes ji vê re pir ne amede bû, heta her kes ditirsiya. Xeta hevkar jî li Kurdistanê bi hêz bibû. Wê demê ger em li rastiya Tirkiyê û Kurdistanê binêrin em ê vê bêjin, li Tirkiyê xeta netewperestiya Tirk-Îslam, xeta hevkariya pergala kapîtalîst serwer bibû. Li Kurdistanê jî teslîmiyet, hevkarî, tirs, perçiqandin, paşve mayîn, bê hêvî û bê bawerî di asta herî jor de dihate jiyîn.

 ‘RÊBER APO BI DILSIZOYA BÎRANÎNA ŞOREŞGERAN KOM AVA KIR’

Derketina tevgera çep di pêşengtiya ciwanan de hêviyeke mezin da avakirin. Lê pir zû hat perçiqandin. Piştî ceribandina ciwanên Tirkiyê têk çû û bi awayekî tirajîk bi îdama Denîzan, komkujiya li ser Mahîran, bi êşkencê şehîdxistina Îbrahîman çêbû. Rêbertiya me her çiqas xwest weke tevgereke Tirkiyê bimîne û tevahî ciwanan li derdora xwe kombike jî, ev yek pêk nehat, lê ji bo girêdana bi bîranîna wan şoreşgerên pêşeng ên mezin ve, Rêber APO li derdora xwe koma Kurd ava kir. Di nava komê de hevrêyên yekem ev fikir pejirandin û bûn rihê Rêber APO ên veşartî, du hevalên ji Derya Reş ên ne ji netewa Kurd bûn. Hevrê Kemal Pîr û Heqî Karer ew şoreşgerên mezin û dilnizim, bê dudilî bi Rêbertî re hevaltî kirin, paşê li derdora van hevalan koma APOYî kom dibe. Fikra “Kurdistan mêtîngeh e” hindurê mêjiyê Rêbertiya me dixwe lê, çiqas dikare vê rastiyê eşkere bike, di hindurê xwe de di nava pevçûnekê de ye. Bandora sosyalîzma pêkhatî li ser Rêbertî û komê heye, lê her li rex wê xwesertiya Kurdistanê jî li ber çavan dihat girtin. Wê demê atmosfera Tirkiyê û Kurdistanê germ bû, komên ji her cûreyî derketibûn. Wekî din jî eniya faşîst li Tirkiyê bi bandor bû, di navbera ciwanên şoreşger û ên faşîst de her pevçûn hebûn. 

 ‘DIJMIN TIŞTÊ KU HESAB NEKIRIBÛ KESAYATA RÊBERTIYA ME BÛ’

Dewleta Tirk gelek grûp bi destê ciwanên faşîst dikişandin provakasyonan û ew tesfiye dikirin. Dîsa rasterast diçû li ser hinekan. Koma APO’yî re jî xefik danîbûn, yek sîxurên xwe xistibûn nava komê û ew weke kewê di çente de hesab dikirin. A din jî di her kêliyê de ew dişopandin. Tiştê wan hesab nekiribû kesayeta Rêbetiya me bû. Derketina Rêber APO derketineke serokatî ya dîrokî ye. Wer mîna avakirina her cûre kom û partiyên ji rêzê nîne. Hem dema grûp hem jî dema bû partî, weke tevgereke li dora serokatî pêş diket. Ji ber taybetmendiyên Rêbertî û pêşengî, weke pîvan û xwesteka azadiyê ango jiyana azad, ji zarokatiyê de bi Rêber APO re derketine pêş, kesayeta wî li ser van hîman şekil girtî. Hîn ji zarokatiyê de jiyan û pergala heyî ya hatî dayîn xistî bin lêpirsînê û red kirî, li hember her cûre têkilî û tevna civaka heyî, mekanîzmayeke bi hêz ya xwe parastinê û pê re şer kirinê daye avakirin. Di vê wateyê de derketina serokatiya me weke derketineke dîrokî û alternetîf em pênase dikin. Derketinên serokatî û dîrokî, ser û bin hevdûkirinên mezin didin avakirinin. Ew ji şoreşên civakî, siyasî û leşkerî re pêşengtiyê dikin. Di çarîka dawî ya sedsala 20. de derketina Serokatiya me ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê weke mizgîniyeke azadiyê û pêşerojeke bi wate ye. Atmosfera li Tirkiyê û Kurdistanê hebû, mirov dikare bêje di her warî de lêgerînek hebû, her beşekî civakê di nava lêgerînê de bûn ji bo avakirina jiyaneke sosyalîst, wekhev û azadîxwaz. Nakokî, nîqaş, rikberî di asta herî jor de dihat jiyîn. Lê desthilatdariya Tirkiyê di nava pergaleke faşîzan de, bi zext, zilm û zorê hemû beşên civakê ditepisand. Ji ber wê yekê derketineke pêşeng jêneveger bû. Şehadeta hevrê Heqî jî di nava wê atmosfera bi nakok de çêbû. Ev şehadeta mezin bû sedem û bingeha damezirandina partiya me PKK’ê. Derketina PKK’ê ne tenê li dijî desthilatdariya faşîst ya Tirkiyê û li şûna wê avakirina welatekî serbixwe azad bû. Her wiha derketineke li dijî hemû cûre nêzîkatî, têkilî, kevneşopî û çînayetiya di nava civakê de bû. Bû hêza guhertin û veguhertinê. Ji bo wê jî bû çira, bû hêvî û vîn, bû fikreke hemdem ji bo gelê Kurd û her kesê azadîxwaz. Cara yekem li dora vê partî û vê hişmendiyê civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê qedera wê tê guhertin û civakbûneke li ser hîmê pîvanên xwebûnê kom dibe. Civakbûna demokratîk, ekolojik û azadiya jinê, jiyana komînal tê avakirin. Bi PKK’ê şerê hebûn û azadiyê hate dest pêkirin. Di van 43 salan de Rêber APO zayîna sêyemîn bi pêşxistina paradigmaya xwe ya modernîteya demokratîk pêkanî. PKK’ê jî serdem jiya. Niha di çarçoveya serdema sêyemîn de bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, bi berxwedanê ber bi serketinê ve diçe. Tevahî mirovahî bi sekin û berxwedana xwe kiriye heyranê xwe.

Heke em sala çûyî bigirin dest, Tevgera Azadî û gelê Kurd, dostên wî/ê salake çawa jiyî? Çawa dikeve sala 44’an?

 ‘JI BO KU TÊKOŞÎNA ME KRÎMÎNALÎIZE BIIN POLÎTÎKAYEKE HEVBEŞ LI QADA NAVNETEWÎ MEŞANDIN’

Me weke partî saleke tijî têkoşîn û berxwedan li pey xwe hîşt. Di despêka sala 2021’an de Komîteya Navendî Ya Partiya me civîna xwe ya asayî li darxist, pratîka sala derbasbûyî nirxand û ji bo sala nû tespîtên girîng kirin. Rewşên muhtemel wê biqewimin şîrove kirin, li hember wan rewşan jî tedbîrên wê werin girtin, hatin zelalkirin. Yanê em dikarin bêjin ku em weke partî bi amedekarî ketin sala nû ya 2021’an. Hêzên hegemonîk ên cîhanî û herêmî, bi taybet jî dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê ji bo qirkirina gel û tevgera me planên pir qirêj weke berdewamiya komploya navnetewî danîbûn û dixwestin bixin pratîkê. Ji milekî ve li hemberî Serokatiya me tecrîdeke girankirî ku mînaka wê li tu dera cîhanê nîne, dan avakirin. Di derbarê rêveberiya tevgera me de biryara ku ji bo tesfiyekirina wan hevalan dabûn hate nû kirin. Ji milekî ve li ser deskeftiyên Kurdan, li Başur, Rojava, Şengal êriş û planên nû dihatin danîn. Li tevahî Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojava, planên marjînalkirin, ji PKK’ê qut kirin, kişandina xeta PDK’ê politîkayên şantajê hatin meşandin. Li her dera cîhanê ji bo têkoşîna me ya azadiyê kirîmînalîze bikin, politîkayên hevbeş di qada navnetewî de hatin meşandin. Li ser civakê siyaseta zext û zorê, bişavtin, kirina sîxur, destavêtina jin û zarokan, girtin, bi awayekî eşkere pêşeng û nûnerên gel û tevgera me hatin qetilkirin. Ji bo nehêlin civakbûna Kurd bê pêşxistin û projeya netewa demokratîk bikeve meriyetê de, derbe li têkiliyên navbera gelan de xistin. Di her warî de konsepta qirkirin û çokdanînê xistin dewrê. Ji bo karibin van planên xwe hemûyan pêk bînin. Hikumeta AKP-MHP’ê desteka hêzên derve û PDK’ê jî da pişt xwe, soz da hêzên hevkarên xwe ku dikarin ji rêveberiya tevgera me hin hevalan an bigirin an jî şehîd bixin. Li ser vê yekê desteka tam ji NATO girtin û bi operasyoneke taybet biryargeha me ya Hêzên Parastina Gel kirin armanç. Bêguman bi hêza xwe ya herî bijare ya teknîk û mirovî ya îstîxbaratê hemû seferber kir, xwest hin hevalan û girtiyên wan ên endamên MÎT jî di navê de hebûn sax bigre. 

 ‘HÊZÊN CÎHANÎ JI BO QIRKIRINÊ PKK’Ê JI WAN RE ÇIRA KESK PÊXISTINE’

Bêguman di vê salê de jî hêzên hegemonîk ên cîhanî li dijî tevgera me destek da faşîzma AKP-MHP’ê. Lê belê hesabên wan li Siyanê bi berxwedana hevrêl Şoreş Beytuşebab û hevrê yên din vala derket. Wan hevrêyan, li hember her cûre teknîk, gazên kîmyawî, leşkerên wan ên hêzên taybet, bi desteka kobra û balafirên şer, a herî girîng jî bi desteka PDK û îstîxbarata hêzên derve, berxwedaneke dîrokî raber kirin. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê bi berxwedan, şer kirin û dijmin neçarî revê kirin. Di encamê de ew operesyon bi bin ket, li bendê bûn di nava çend seatan de operesyon bikin û encam bigrin, lê di encama berxwedana hevalan de neçar man, çend rojan bimînin, girtiyên xwe bikujin, li şûna operesyona berfireh, operesyonê lokal bikin. Di encama vê operesyonê de hem desteka hêzên derve nema wergirt, hem di hindur de bû hedefa rexneyan, hem jî dîlên ku kuştin, birin welêt. Di rewşên asayî de ger ew welatekî din ba, pêwîst bû vê hukmetê ji ber vê binketinê tavilê ji erkê bigrin, lê ew îradeya wan nîne. Di encama binketina xwe ya li Garê de û ji bo karibe planên xwe yên din bixe pratîkê, êdî fêmkiribû pêwîste gêrîla tesfiye bike. Ji xwe hêzên cîhanî ji bo qirkirina PKK’ê ji wan re çira kesk pêxistine. Ji ber ew jî PKK’ê li hember pêkanîna plana xwe ya li herêmê asteng dibînin. Ji bo wê heya dikarin Tirkiyê ji bo vê armanca xwe bi kartînin, wan dikşînin nava sûçên giran, paşê dema hesabxwestinek hebe jî ji xwe wê tewanbar Tirkiyê be. Li ser wê destûr dan ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Ev operasyona 23’ê Nîsanê li ser Herêmên Parastinên Medyayê jî di çarçoveya planên hêzên navnetewî de bû. Di roja erêkirina biryara qirkirina Ermeniyan de destûr dan Tirkiyê êrişî gêrîla bikin. Diyar e ev jî hesabekî li ser dehfdana Tirkiyê ber bi sûcên giran ve ye. Ji ber hîn roja yekem de ku Rêbertiya me birin Tirkiyê, Serokatî got “Ev komplo ne tenê li ser Kurda ye, di heman demê de li ser Tirkiyê ye jî, ji ber dixwazin hem Kurd hem jî Tirk lewaz bin ku karibin herdu aliyan ji bo xwe bi kar bînin.” Tevî Rêbertiya me çend caran ev komplo vala derxist jî, hîna ev komplo bi şêwazên cûda dewam dike. 

 ‘DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYEKE WIHA NEHATIYE DÎTIN’

Di vê operesyona 23’ê Nîsanê de jî xwestin binêrin, ger di demek kin de artêşa dagîrker a Tirk encam bigre ji xwe ew jî wê sûd jê werbigrin, ger encam negrin jî wê hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê wê hesab bidin. Bi rastî jî ji heyva Nîsanê heta niha ket heyva 8’an. Hemû şêwazên şerê taybet, hemû teknîk, gazên qedexekirî û maddeyên sotemenî û teqendinê bi kartînin. Lê hîn encam negirtine, di Mam Reşo de Hevalê Serhet, Sarya û hevalên din, li Zendûra Hevalê Rêber, Hejar û hevalên din, li Girêsor Heval Botan û hevalên din, li Werxelê Heval Cumalî Çorum, Çavrê û Dilvîn, li Cîlo Heval Bawer û Delal bi dehan hevalên din, bi bedena xwe ya tazî bi rihê berxwedana 14 Tîrmehê û 15 Tebaxê bi rihê, Kemalan, Egîd û Bêrîtanan li berxwedan. Heya niha di dîroka şerê me de jî di dîroka şerên li cîhanê hatine meşandin de jî berxwedaneke wer nehatiye meşandin. Ne şerê ber Moskovayê ne yê Sîwastepolosê ne jî ti şerên din nikare bi vê şerî re were pîvandin. Di vê şerî de li hember her cûre şêwazên qirkirinê, gerîlayên Kurdistanê di warê tektîk de nûbûn avakirin. Hem berxwedana tunelan, hem jî bi komên biçûk di araziyê de li dijmin xistin, ya herî girîng jî bi rêbaza kamûflaja zirav û bi karanîna arazî bi awayekî kûr pergala dijmin ya keşfê û lêdanê vala derxist. 

“Wezîrê wan yê parastinê li xwe mikur hat ku ew nikarin helîkopterên xwe dayînin, nikarin xwe nêz bikin, ji ber çekên wan ên taybet hene.’’ Bi taybetî jî hêzên me ên YJA-STAR di vê şerî de bi nasnameya xwe ya pêşeng di her warî de rol lîstin. Li cihekî weke Zagrosan bi her cûre teknîk û gazê êriş kirin, li hember wê berxwedan vîneke mezin dixwaze. Çawa di dema derbeya 12 Îlonê de di zîndanê Tirkiyê de haya kesê êşkenceya dihat meşandin tinebû û dixwestin PKK’ê di zîndanan de tesfiye bikin, lê belê berxwedana 14 Tîrmehê hevalan dilop bi dilop canê xwe helandin û ji mirinê jiyan ava kirin, navê PKK’ê derxistin cîhanê; wê rihî li Zagrosan jî planên dijmin pûç kirin û ji raya gîştî ya cîhanê re ragihand ku di Kurdistanê de tewana şer ya mirovahî tê kirin. Hevalên me destanên qehremaniyê nivîsandin û ji tekoşîna bindestên cîhanê re bûn çavkaniya îlhamê. Hîştin rewabûna tekoşîna me di cîhanê de bê dîtin û were nîqaşkirin. Îro di asta global de Kurd û dostên xwe ve ji bo dewleta Tirk ji ber sûcên şer were darizandin, ji bo Rêber APO azad bibe, ji bo PKK ji lîsteya terorê derbikeve xebat tê kirin, xwedîderketin heye. Bêguman rihê niha li Zagrosan tê jiyan kirin, hêza xwe ji sekna li Îmralî ya Rêber APO digrin. Bi gîştî mirov dikare bêje ku di sala 43. a tekoşîna me de di her astê de êrişên bi armanca qirkirinê bi ser me de hatin, me jî di her astê de bi rihê PKK’ê yê şoreşgerî li ber xwe da. Jinan li ber xwe dan, ciwanan li ber xwe dan, gelê me li ber xwe da û zîndanan li ber xwe dan. Lê berxwedana herî mezin li Îmralî û li qada çiya bû. Careke din îspat bû ku bi rihê PKK’ê teqez wê jiyana azad bê avakirin, bêhêvîtî û bê vînbûn jî wê têk biçe.

Îşkence û pergala tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Abdullah Ocalan di nava berxwedan û afirandineke çawa de ye?

 ‘RÊBERTIYA ME ÇALA IMRALIYÊ KIRE DIBISTAN’

Di sala nû ya partiya me de careke din em Rêbertiya xwe silav dikin, cejna vejînê li Rêberê xwe pîroz dikin. Bi bêrîkirineke mezin rêzên xwe pêşkêş dikin. Bêguman bi vê minasebetê divê bê zanîn ku pergala li Îmralî tê bi rêvebirin, ne pergala Tirkiyê ye, Tirkiyê li wir tenê gerdiyan e, gerdiyantiya xwe jî baş nekiriye. Niha hêzên hegemon ên ku Rêberê me birin wir û ew pergal ava kirin, ji gerdiyantiya Tirkiyê nerazî ne. Ev e 23 sal in Rêbertiya me di bin pergala îşkencê ya girankirî de li ber xwe dide, hewl dide ku her kes rola xwe di vê komployê de bibîne û fêm bike. Niha dixwazin weke çala mirinê de hêdî hêdî bikujin. Ev ne cihekî wiha ye bê tehemmulkirin. Ger ew ne kesayeta Rêbertiya me ba nedikarî salekê li ber xwe bide. Lê Rêbertiya me ne tenê li ber xwe da, ew der kir dibistan û tola xwe ji komployê bi nivîsandina paraznameyên xwe yên manîfestoya şaristaniya demokratîk re pergaleke alternatîf afirand û kir malê dîrokê û mirovahî ve rakir. Ji bo jinê riya çûna azadiyê destnîşan kir. Rêbertiya me di vê pêvajoya zîndanê ya 23 salan tu carî ji bo kesayeta xwe tiştek nexwest. Heta got ku “Ger doza Kurd çareser nebe min berdin jî ez ê dernekevim, ji ber ferqa derve û zîndanê nîne. Ger li derve civaka min, welatê min ne azad be, ez derkevim derve ez ê heman karî bikim û ez ê cardin tewanbar werim dîtin. Ji bo wê divê jiyan azad bibe, rizgariya demokratîk pêk were.” 

Di vê sala nû de li hember rewşa Rêber APO divê her kes bikeve pêvajoyeke rexnedanê. Hêzên komploger divê, ji gel û Rêbertiya me lêborîna xwe bixwazin, wan Rêbertî birin Îmralî. Hem hêzên komploger hem jî Tirkiyê ketin nava bendewariya ku bi demê re, bi siyaseta mijûlkirinê ve Rêbertî an hêdî hêdî şehîd bibe, an jî teslîm bigrin. Lê dema herdu jî pêknehatin, hemû hiquqa xwe binpê dikin û di zîndanê de weke rehîne radigirin. Ji bo wê divê her kes li hemberî sekna li Îmralî wîjdanê xwe bixe bin lêpirsînê û rexnedana xwe bide. Mirovekî wer xwedî nêrîn û fikrên mezin, fayda xwe ji mirovahî re heye nabe wer fikrên wî werin asteng kirin, divê Rêbertiya me dengê xwe bigîhîne gel, bigîhînê mirovahî. Ev nebe wê dîrok û mirovahî wenda bike. Ev e nêzîkî 7 salan e kes neçûye cem, bi tena xwe dijî, em ji rewş û tendirustiya Rêbertiya xwe tu agahî nagirin, gumanên me hene. Ên di ber vê pergalê de berpirsiyar in em ê hesabê vê zilmê ji wan bixwazin. Heya em tolê ji vê pergalê ranekin em ê nesekinin û em ê sekna Rêbertiya xwe ji bo xwe bikin mînak û di ronahiya wê de serkeftina bidest bixinîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK, bi xwedîderketina li şehîdan tên naskirin. Di sala 44'an de erk û berpirsyarî çi ne?

 ‘BI ŞÊWAZA SEROKATÎ DIVÊ EM LI ŞEHÎDAN XWEDÎ DERKEVIN’

Weke me li jor jî anî ziman, tekoşîna me berdewam e. Di vê tekoşînê de her roj em şehîdan û bedelên mezin didin. Her xêzek ji rûpelên dîroka me, her gavek em davêjin, her mewziyek em digirin, her deskeftiyek em bi dest dixînin bi xwîna şehîdan pêk tê. Li Kurdistanê nefes sitandin jî bê dana bedelan nabe. Ji ber tekoşîna me pir dijwar e, tekoşîn nesekiniye hîn dimeşe. Ji bo wê jî bi şêwazê Serokatî divê em li şehîdan û rastiya şehîdan xwedî derbikevin. 

Şêwazê Serokatî çiye? Serokatî şehadeta Hevalê Heqî kir wesîleya avakirina partiyê, tola xwe wer ji dijmin rakir. Berxwedana 14 Tîrmehê kir biryara şerê çekdarî û vegera li welêt. Çalakiya 15 Tebaxê, şehadeta hevalê Egîd, kir sedema artêşbûnê. Şehadeta hevala Bêrîtan, kir bingeha artêşbûna jinê. Şehadeta hevala Zîlan kir pîvana xeta milîtanî ya zane ku çawa şer bike û çawa jiyan bike. Her şehadetek, bi rêxistinkirineke hîn bi hêztir kir bingeha tolhildana ji dijmin. Tu carî şehîd nebûne sedema bê moralî û tengasiyê. Rêbertî digot, “Ez ji dana xwînê natirsim, ez ditirsim rojekê gelê me ji bo azadiya xwe ne amede be xwînê birijîne.’’ Bi rastî jî rêjîna xwînê ne hilbijêra me ye, lê xwîna tê rijandin divê tenê ji bo jiyana biwate, jiyana azad be. Ji bo wê xwediyê xeta partiyê yên rastî şehîdên me ne. Wê demê em ê li hember rastiya şehîdan bi rêz bin. Xwe di rastiya şehîdan de kûr bikin û xwe bihelînin. Yanê em di xwe de partîbûnê avabikin, xwe tevlî partiya şehîdan bikin. 

Civaka me jî divê xwedî li rastiya şehîdan û mîrasa wan derbikeve, bi armanca wan ve girêdayî be û tekoşîna wan bibe serkeftinê. Şehîdan di serkeftina em pêkbînin de bidin jiyankirin. Ji ber dijmin vê nêzîkatiya me ya ji şehîdan re dizane, an jî cihê şehîdan di civakan de dizane, bi her awayî heqaretê li nirxên me dike. Li Kurdistanê bi her şêwazî bi nirxên şehîdên me lîstin. Avêtin newala qesaba, avêtin bîrên asîtê, wenda kirin cihê wan ne diyar in, gorên wan şikandin, cenazeyên wan derxistin, di binê riya de veşartin, hîn jî heya niha jî van kiryaran dikin. Îro jî, li Bakur cenazê hevalên me di morgan de ne. Li Başur PDK cenazê 9 hevalên me yên ku li Xelîfanê bi bêbextî şehîd xistin nade malbatên wan. Yanê dijimin her cûre heqaretê dike. Ji ber dizane gorek me hebe em ê her biçin ber serê wê gorê, wê kîna me li ber dijminê me çêbibe, wê di me de rihê tolhildanê çêbibe, wê hafiza me, bîra me çêbibe. Ji bo ev çênebe, morala malbatên me bişkê ji tekoşînê qut bibin van kiriyaran dikin. Wê demê em ê jî bi tekoşîna xwe, bi terzê Serokatî li şehîdên xwe xwedî derkevin. Em li ber rastiya şehîdan, pîvanên xwe, sekna xwe, meş û tekoşîna xwe di berçavan re derbas bikin, xwe bibexşînin tekoşînê û bi hemû hêza xwe kar bikin. Di çarçoveya “Pêngava Dem Dema Azadiyê Ye, Dem Dema Parastina Jin û Civakê ye” de, ji bo bi dawîkirina pergala êşkencê, derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û statuya Kurdistanê bi rihê PKK’ê yê li Îmralî û eniyên şer tê jiyîn bidomînin û bibin serkeftinê.