Xaka xwe dewlemend e, lê gelê xwe xizan e

Colemêrg yek ji wan herêman e ku li tevahiya cîhanê ji aliyê çavkaniyên çînko û zirîçê ve herêmeke dewlemend e. Tevî ku 20 sal in ji Colemêrgê zirîç û çînko ji Îran û Çînê re tên firotin, yek ji bajarên herî xizan e.

Colemêrg ji aliyê çavkaniyên binê erdê ve qadeke dewlemend e. Yek ji çavkaniyên herî dewlemend ên çînko û zirîçê yê dinyayê li Colemêrgê ye. Colemêrg bi rezerva xwe ya çînko ya ji 40 milyon tonî li dinyayê di rêza destpêkê de ye. Li Colemêrgê madeyên çînko û zirîç bi destê şîrketên taybet tên derxistin. Her wiha ji 900 hezar ton çînko ya li Tirkiyeyê tê derxistin 100 hezar ton ji Colemêrgê tên derxistin.

Tevî ku ji aliyê madenê ve gelekî dewlemend e, Colemêrg yek ji bajarên herî xizan e. Li Colemêrgê bêkarî û xizanî derdora 80 ji sedî ye. Her wiha yek ji wan bajaran e ku herî zêde koçberî jê çêdibe. Ji ber ku derfetê kar nîne bi taybetî ciwan koçî Stenbol, Antalya, Mersîn, Enqere û Îzmîrê dikin.

GEL NIKARE SÛDÊ JÊ WERBIGIRE

Ji hatineya madenê gelê Colemêrgê û herêmê nikare sûdê jê werbigirin. Her wiha ji ber derxistina madenan jî xak û av tên gemarîkirin. Madenên zirîç, çînko, zîv, zêr, krom metalên giran ên bi jehr derdixîne holê. Qirêjiya hawirdorê ya ku ji ber metalên giran rû dide yekser avê, hewayê û xakê gemarî dikin. Ev jî dibe sedem ku ax û av bi jehrê bikevin û zindî tine bibin. Tevî ku 20 sal in li Colemêrgê zirîç û çînko tên derxistin, gelê Colemêrgê nekariye sûdê jê werbigire.

Ciwanekî Colemêrgî yê 26 salî ku li restoranteke li Wanê dixebite û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyarkir ku wî beriya 4 salan ji ber bêkariyê koçî Wanê kiriye. Ciwanê Colemêrgî anî ziman ku çavkaniyên ser û binê erdê yên Colemêrgê ji aliyê dewletê ve tên talankirin, ber bi deverên cuda ve tên şandin, ew bêkar tên hiştin û xwezaya wan tê talankirin.