Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê ji bo ewlehiyê çû Kerkûkê

Ji bo zêdetir agahî li ser rewaş ewlehî û tevgera DAÎŞ’ê ya li Kerkûkê agahî bigire heyete ku ji Wezîrê Karê Hundir ê Iraqê û alîkarê wî pêk tê, serdana Kerkûkê kirin.

Wezareta Karê Hundir a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karê Hundir Osman Xanim bi heyetekê ku ji alîkarê wî pêk tê serdana bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişand ser armanca serdanê û hate gotin ku ji bo pêşî li êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û dîsa liv û tevgera wan a li herêmê planekê li gel hêzên herêmî bê amadekirine.

Ev serdana Wezîrê Karê Hundir a Iraqê di demekê de ku li Kerkûkê liv û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê pir zêdetir bûye, pêk hatiye.