Wezareta Elektirîkê ya Iraqê: Terorîstan xeta elektirîkê kirin hedef

Wezareta Elektirîka Iraqê da diyarkirin ku terorîstan bi çalakiyekê xeta elektirîkê ya di navbera Kerkûk û Diyalayê ya 400 kîlawaytî kirin hedef.

Têkildarî êrîşkirina xetên veguhstina elektirîkê ya di navbera Kerkûk û Diyale ya 400 kîlowat ya ji aliyê komên terorîstî ve Wezareta Elkektirîka Iraqê daxuyaniyekî belav kir û got: “Di demekê de wezareta elektirîkê bi şev û roj kar dikin ji bo dabînkirina elektirîkê ya ji bo giştî bajarên Iraqê, di heman demê de gremahî jî zêde dibe hedef girtina xetên veguhestina elektirîkê didome. Her wiha hewl didin ku kêrhatinên wezareta elektirîkê bê hêz bikin, armanca van kiryaran jî ew e ku tenê acizkirina welatiyan e.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser vê û got: “Di êrîşa terorîstî ya xetên veguhestina elektirîka di navbera Kerkûk û Diyalayê 400 kîlowayt de, 3’ê sitûnên ku xetên elektirîkê ya veguhstina elektirîka di navbera navçeyên navend û Bakûrê Iraqê de bi hev ve dide girêdan, teqandine. Her wiha hedefkirina van bandoriyekî nerênî li ser dabeşkirina elektirîkê dike.”

Di heman demê de wezareta elektirîkê diyar kir ku destdirêjiya guleyan li xetên (Mîrsad) ya Diyalayê hatiye kirin, her wiha ew jî bûye sedemê birîna qebloya 400 kîlowaytî. Wezaretê got: “Piştî êrîşê tîmên endezyariya wezareta elektirîkê dest bi çêkirina wan xetên ku ziyan gihiştiyê kirine. Tîmên wezareta elektirîkê şeva borî heta vê sibehê karê xwe di domand ji bo ku di demekî herî zû de elektirîkê bigihînin xelkên wan navçeyan.”

Di dawiyê de wezareta elektirîkê sipasiya hêzên ewlekariyê kir ji bo parastina tîmên elektirîkê ya ku di demê çêkirina elektirîkê de. Her wiha wezaretê daxwaz ji saziya îstîxbaratê kir ku bi awayekî baştir kar bikin ji bo dîtina wan aliyên ku rewşê têk didin bikin.