Wesayitên zirxî hatin rûxandin, leşkerên kuştî û birîndar jî hene

Hate diyarkirin ku li herêma Esendere ya Geverê wesayiteke zirxî ya kobra hatiye rûxandin, 8 leşker hatine kuştin. Li Geverê her wiha bi ser konvoyeke leşkerî de jî çalakî hate kirin, wesayita zirxî ya kîrpî hatiye rûxandin. 10 mirî û birîndar hene.

21’ê Îlonê sibehê li bajaroka Esendere ya Geverê ya Colemêrgê, li bejahiya gundê  Tîsê bi teqîna teqemeniyeke ku berê li ser rê hatibû danîn wesayiteke zirxî ya kobra hate rûxandin. Şer heta êvarê berdewam kir, di encamê de 8 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî bi giranî birîndar bûn.

Her wiha 21’ê Îlonê saet 20.00’an bi ser konvoyeke leşkerî de ku ber bi qereqola Wargenima a Geverê ve diçû çalakiyeke hate kirin. Teqemeniya ku li bejahiya Yekmala Jor hatibû danîn teqiya, di encamê de wesayiteke zirxî ya kîrpî hate rûxandin. Hate diyarkrin ku di encamê de 10 leşker hatine kuştin û gelek leşker birîndar bûne.