Wesayîta ku yekîneyên veşartî û sîxûr li nav hate rûxandin

Li navçeya Qabilcewz a Êlihê li dijî wesayîta ku yekîneyên veşartî û sîxûr ên artêşa Tirk li nav bûn çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin, wesayît bi temamî hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya sabotajê ya li Qabilcewzê pêk anî daxuyaniyek da. HPG’ê ev agahî parve kir:

“29’Ê Nîsanê li devera gundê Sinemergê ya girêdayî herêma Qabilcewz a Êlihê endamên yekîneyên taybet û sîxûr ên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê xebatên lêgerînê dikirin, kirine bin kontrolê. Li dijî van yekîneyên ku demekê hatine şopandin heman rojê saet 11:00’an dema ku dixwestin ji qadê derkevin li dijî yekîneyeke wan çalakiyeke ya sabotajê haiye kirin. Bi temamî wesayîta dijmin hatiye rûxandin, windahiyên dijmin çêbûn. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahî nehatin zelalkirin.

Artêşa TC’ê pişî çalakiyê û şûnde li devera Sinemergê û Sebanê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyon 1’ê Gulanê bê ku encamekê bigire ji qadê vekişiyane. Yekîneya me ya çalakî jî kirî bi sax û silametî vegeriyane navendên xwe.”

HPG’ê têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agah da: “4’ê Gulanê saet 15:30’î balafirên şer devera Kunîşka ya girêdayî herêma Zapê bombe kiriye.

5’ê Gulanê saet 14:30’î balafirên şer Girê Qesroke û herêma Heftenîn, saet 15:00’an jî devera Saca ya Herêma Zapê jî bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de ti ziyanek negihiştiye hêzên me.”