'Wesayita ku fermandarê qereqolê tê de bû hate rûxandin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku wesayiteke leşkerî ya ku fermandarê qereqola Qozilî ya Bazîdê tê de bû hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku wesayiteke leşkerî ya ku fermandarê qereqola Qozilî ya Bazîdê tê de bû hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya li Bazîdê ev agahî da:
"21'ê Kanûnê saet 14:30'î, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, li ser rêya qereqola Qozilî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke bi tîpa connectê çalakiyek pêk anîn ku fermandarê qereqola Qozilî jî tê de bû.
Bi derbên xurt ev wesayit hate rûxandin. Hejmare leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin."