Werin govenda me -Çavdêrî

''Gerîla dimeşin, em dinerin, bi zimanê gel, 'ne serî heye, ne binî' wekî rûbarekî mirovan di ber me de diherikin û dibihurin.''

Beriya 46 salan ciwanekî Kurd, gundî û xizan bi armanc û baweriya welat û jiyaneke azad bi tena serê xwe derkete rê. Yek ciwan destpêkê bû dudu, bû sisê, pênç, bû heft û îro bi dehan mîlyon mirov li şûna wî ciwanê ku her ciwan e dimeşin. Ew ciwan Rêber Ocalan bû. Beriya PKK'ê bi awayekî fermî ava bike, bi gotinên wî, “Bi derziyê kolana bîrê”, “Mejiyê xwe teqand”, ast û dijwariya dagirkeriyê kir ku dil jê biçe. Lê bêçare nema, nerûnişt û negirî, dijûn li tariyê nekir û nesekinî; ronî geş kir, rêxistin, fikir û çalakî ava kir. Meşa xwe ya bi stran û helbestî da destpêkirin; destana azadiyê nivîsî, maratona şoreşê da destpêkirin û îro 46 sal li ser wê rojê bihurî ne. Karvanê azadiyê hê jî dimeşe, meşa xwe leztir kiriye, dibeze. Meşa Rêber Ocalan, berê gelê Kurd û Tirk digirt ber xwe, îro gelên Ereb, Fars, Ermen-Asurî-Suryanî, baweriyên cuda, neteweyên cuda hemûyan digire hembêza xwe û fikrê azadiyê di wan de diçêne û tama biratiya gelan, hevjiyana azad û şoreşa gelan dide mirovan. Ew ciwanê gundî û xizan, bi tena serê xwe kete rê, îro Rêberê gelan e, mezintirîn fîlozof û şoreşgerê li ser navê gelan têkoşîn dimeşîne.

Em li çiyayên azad ê Kurdistanê ji bo ji nêz ve bibin şahidê vê destanê dîsa dimeşin. Yê ku dibin alîkar jî dîsa gerîllayê azadiya Kurdistanê ne. Di vir de rewşek balkêş û li gorî qanûnên dagirkeran îronîk jî derdikeve holê: dewletên dagirker her tim rojnamevan, welatparêz û sivîlan “bi alîkariya gerîla-rêxistinê” tawanbar dikin. Lê li çiyayên Kurdistanê, yên “alîkar” bi zimanê rejîma faşist “yardim-yataklik” dikin, gerîla ne û gelekî jî mêvanperwer in.

Welhasil, em piştî rêwîtiyeke dirêj, gihane wargehên gerîla. Li her derê gerîlayên wekî kûantayan tev digerin, gerîla ji bo amadekariyên merasîma biheybet ya leşkerî ji bo 27’ê Mijdarê diçin û tên. Darên ku kom dikin bala mirov dikişîne. Bi qasî pîrozbahiyên Newrozan dar komkirine. Em fêm dikin ku ev ê bibe merasîmeke cûda.

Em jî dixwazin tevî hevalên xwe yên Ragihandina Azad, van kêliyan yek bi yek qeyd bikin û bi gelên xwe û dîrokê re parve bikin.

MERASÎMA LEŞKERÎ

Wezîrê Karên Hûndir yên Dewleta Tirk, ku gelek caran bi çalakiyên gerîla kepaze bûye, digot, “çar kes nikarin werin cem hev”, xûya dike careke din yê rezîl bibe. Gerîla dimeşin, em dinerin, bi zimanê gel, “ne serî heye, ne binî” wekî rûbarekî mirovan di ber me de diherikin û dibihurin.

Gerîla nizama xwe ya leşkeri digirin û fermandarên wan jî tên. Li herî pêş Endamên Komîteya Rêveber yê PKK'ê Rûken Garzan û Qasim Engîn, Endamên Komîteya Navendî Hemrîn Dersîm û Cemal Şerîk, fermandarên HPG û YJA-STAR Kawa Garzan, Hêzil Ozgur, Mizgîn Goyî û Çeknaz Qers, cejna hevalên xwe pîroz dikin.

Rûken Garzan, li ser navê rêveberiyê diaxive, têgeha “sosyalizm” bala mirov dikişîne. PKK li ser navê hemû sosyalîstên cîhanê ala sosyalîzmê bilind dike. Garzan jî balê dikişîne ser vê û bîryara Emerîka ya bêyom dinirxîne: “ Ji ber ku PKK'ê jiyaneke nû afirand, bû hêviya jinan, ciwanan, zarokan û hêvî daye hemû gelên cîhanê yê bindest emperyalizm êrîşî PKK'ê dike.” Garzan, Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêber Ocalan bibîr tîne û vê dibêje, “Beriya 20 salan li hemberî Rêber Apo komplo pêkanîn û xwestin PKK'ê tasfiye bikin. Lê bi berxwedana Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gerîla û gelên me, komplo hat pûçkirin. Îro dixwazin komployê nûjen bikin, em ê bi têkoşîne xwe careke din komplogeran pûç bikin.” Di her peyva Garzan de, kîna li hemberî emperyalist û dagirkeran hebû. Di aliyê din de jî bixwebaweriya PKK'ê û hêvî hebû. Jixwe slogana PKK'ê jî vê raber dike: “EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN, FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNIN, KURDISTANÊ AZAD BIKIN!”

NÊRÎNÊN ZAROKÊN ÇIYAN Û MORALÊ WAN

Li ser biryar û helwesta Emerîka, şerê asta wî bilind bûyî û tevlîbûna nava refên PKK'ê em bi gerîla re sohbet dikin. Fikren hevpar wiha bûn:

“Bîryara Emerîka, bêçaretiya emperyalîzmê û dewleta Tirk, di heman demê de jî hêzbûna me nişan dide. Di aliyekî de jî baş e; Emerîka ji neçarî xwe wekî ‘dostê Kurdan’ nişan dide, lê dema tengav bûn, rêveberiya têkoşîna me kirin hedef.”

Gerîllayekî din, “Niha PKK hatiye asteke wisa, emperyalîstên cîhanê jî berê xwe danê êrîş dikin, sosyalîst-şoreşgerên cîhanê jî berê xwe danê û diherikin nava refên me. Ev jî nişan dide ku ciyê mirovên birûmet ku der e!”

Gerîllayeke jin, “Yên ku temenekî li PKK'ê difesilînin, bi dîmenên wekî yên Şerê Cîhanê yê Dûyemîn dihejin (qesta çalakiya Şemzînanê dike C.T.), ji tirsa nizanin çi bikin, firîna drone qedexe dikin. Lê em bi xwe bi serbilindî salvegera xwe ya 40’mîn pîroz dikin. 40 carî maşallah!”

Her gerîllayek wekî fîlozofekî ye, tu mîkrofonê bidî kê, wê bi saetan biaxivin, lê dema me ew qas tine.

DERVEYÎ PKK'Ê JIYANA BIRÛMET NEMAYE

Di nav gerîlla de rengarengbûna wan jî bala mirov dikişîne. Em dinêrin ku hinek “sivîl” in, hinek bi Erebî, hineke din bi Tirkî diaxivin. Me sedema wê pirsî, gotin, “Ev sivîl hevalên me yê nû ne, me pîvanên wan girti ne, lê hêja cilên wan nehatine. Ew hevalên din jî ciwanên Ereb û Tirk in. Em tenê bi wan gerîllayan re sohbet dikin. Me got ‘hûn çima tevlî bûn?’ bersiv gelekî sade û net bû: “Derveyî PKK'ê jiyan ji mirovên birûmet re nema bû!”

Gerîlla bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Tirkî, Kelhûrî axivîn û dewlemendiya PKK'ê nîşan dan. Agirê gerîla, çaya çaydanê reş, govend, skeç, koro û hwd. Birastî jî jiyan li çiya cûda ye. Gerîllaya ciwan Jîn, di dîmenan de jî anî ziman: “Werin govenda me!”

Li Amara, zayîneke xwezayî; li Enqerê vejîneke têgehî, li Amedê rêxistinbûneke fizîkî, li çiyayê Kurdistanê bi guleya yekemîn, şoreşa vejînê ya gelekî û jiyana azad pêk hat… ev çîrok û dîroka Rêber Ocalan e, destana PKK'ê ye ku 46 sal in bi gotina Rêber Ocalan, “Bahozî dijî”…