Wêneyên şoreşgerê Kurd Erdal Aksû yê di kokpîta balefirê de

Erdal Aksû yê ku di têkoşîna gelê Kurd de wekî tekane çalakgerê balefirê tê naskirin, di dema komployê de salvegera 75’emîn a Komara Tirkiyeyê hilbijart. Wî dixwest balefirê bibe Lozanê.

Dîrok: 29’ê Cotmeha 1998’an, cih: Balefirxaneya Şakîrpaşa ya Edeneyê… Bi wesîleya salvegera 75’emîn a Komara Tirkiyeyê li her derê alayên Tirkan hatiye daliqandin, ji xeynî wê her tişt normal e. Balefira Boeîng 737 a bi navê ‘Ayvalik’ ku wê biçe Enqereyê, saet di 18.30’an de deriyê xwe girt, piştî destûra ji kûleyê ji bo firê dike ji apronê derkeve. Piştî ku balefir bi hewa ket rêwiyekî bi navê Mursel Peker bilêt stendibû û di paldanka 8-A de rûdinişt, ji yê kêleka xwe destûr xwest, bi gavên ji xwe bawer ber bi pêş ve meşiya.

Hostesan ew dîtin, ji wan kirî wê rêwî biçe daşirê, ji ber wê tiştek nekirin. Tişta ku wê bîsteke din pêk were, qet nedihat bîra wan. Rêwî ji nişka ve xwe li deriyê kokpîtê da. Hostesan dema ku gotin, “Bisekinin, hûn nikarin têkevin vir” wî çeka di ber xwe de derxist. (Piştî çend rojan li gorî nûçeyên di manşetan de di destekî wî de bombeyeke pîmê wê kişandî hebû). Hostesan dema ku dîtin berê çekê bi wan ve ye, bangî pîlotan kirin, gotin ‘rewşeke lezgîn’ û xwestin derî were vekirin. Rêwî vê carê berê çeka xwe de pîlotan û got, “Ev çalakiyeke siyasî ye, balefirê bibe Lozanê’. Pîlotê ku berê di artêşa Tirk de serbaz bû, hay ji cîddîyeta rewşê çêbû. Ji bo ku rêwî aram bike got, “Bi qasî ku em biçin Lozanê, benzîna me tune, ji neçarî divê yan em dakevin Enqereyê yan jî Stenbolê.”

Lê rêwî li ser gotina xwe bû û digot, “Ev balefir roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûye, divê dakeve Lozanê” Pîlot saet di 18.36’an de bi kûleyê re axivî. Li gorî qeydên dewleta Tirk pîlot di axaftina xwe de ev tişt gotiye, “Di balefirê de endamekî PKK’ê heye. Di destê wî de demançe û bombe heye. Pîmê bombeyê kişandiye û dixwaze me bibe Lozanê. Em pê re didin fêmkirin ku benzîna me tune, ji mecbûrî yan divê em dakevin Enqereyê yan jî Stenbolê. Lê qanih nabe.”

LÎSTIKA PÎLOT Û KÛLEYÊ YA LI SER SOFYAYÊ…

Pîlot rêwî qanih kir ku benzîna wan têra daketina Sofyayê dike, pîlot fêm kir ku ew bi Îngilîzî nizane, piştre axaftina xwe ya bi kûleyê wekî ku bi rayedarên Bûlgar re diaxive, bi rayedarên dewleta Tirk re bi Îngilîzî domand. Saet di 18.59’an de pîlot bi Îngilîzî ji kûleyê re got, “Em vedigerin Enqereyê. Niha em planekê çêdikin. Em dixwazin wî qanih bikin ku em diçin cihekî biyanî. Piştre em ê vegerin û dakevin Enqereyê.” Di çarçoveya vê plana kûle û pîlot de, balefir wekî ku diçe Sofyayê ya ku paytexta Bûlgaristanê ye, saet û nîvekê li geriya û daket balefirxaneya Esenboga ya Enqereyê.

Pîlot rêwî xapand û got, “Ez ê te bibim Lozanê, ez sozê didim. Tu yê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê li wir bide.” Pîlot bi Îngilîzî ji kûleyê re got ku bila hemû lambeyên balefirxaneya Esenbogayê bigirin, li derdorê tabelayên bi Tirkî û li ser Tirkiyeyê vemirînin. Balefira ku 34 rêwî û 6 murettebat tê de bû, dema ku nêzî aprona termînala C’yê bû, rêwî digot qey em gihiştine Sofyayê.

‘JI BO PROTESTOKIRINA DEWLETÊ DIVÊ EV BALEFIR BIÇE LOZANÊ’

Piştre kesekî ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê xwe wekî peywirdarê Sefîrê Tirk ê li Sofyayê da naskirin wekî ‘muzakerevan’ xwest vê çalakiya ‘revandina balefirê’ bi dawî bike. Şefê polîsan xwe wekî ‘Misteşarê yekemîn ê sefaretê Ahmet’ da naskirin û dema ji rêwî xwest daxwaza wî çi ye, rêwî ev bersiv da wî, “Ez di şexsê Rêberê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan de û şoreşgerên di girtîgehan de li dijî vê tevgera tunekirina kesayetê ya Komara Tirkiyeyê û protestokirina dewleta ku hemû kesên demokrat û ronakbîran dike hedef, dixwazim balefir dakeve bajarê Lozanê ya Swîsreyê ya ku bingeha vê dewletê lê hatiye danîn. Bijî Serok Apo…”

Ji bo ku tîmên taybet têkevin balefirgehê şefê polîsan ‘ev korsanê hewayî’ dida axaftin, pê re diket polemîkê û pirs jê dikir. Şefê polîsan carê digot, “Ez ê ragihînim Tirkiyeyê. Piçekî wextê bide min. Piştî çend deqîqeyan ez dixwazim dîsa bi te re biaxivim” û rêwî dida sekinandin. Lê ew li ser biryara xwe bû û di diyalogeke din de ji rayedarên dewleta Tirk re got, “Em ê vê balefirê bibin Lozanê ya ku dewleta Tirk lê hatiye avakirin. Kaptan soz da min. Heke soza xwe bi cih neyne, êdî divê encama vî tiştî jî qebûl bike. Hûn kêm zêde dizanin em çiqasî cîddî ne. Divê hûn van tiştan cîddî bigirin. Di kabîna pîlotan de em du kes in. Ez hurmetê didim van kesan. Tu sûcekî wan tune. Helwesta me li dijî dewlet û îdeolojiya fermî ye. Divê hûn vî tiştî fêm bikin. Heke hûn vî tiştî fêm nekin. Em niha ji we re dibêjin.”

Wê şevê dema ku salvegera 75’emîn a avakirina Komara Tirkiyeyê dihat pîrozkirin, rêwiyê ku dixwest derdê xwe û tişta di dilê xwe de bi rêya wî rayedarî re vebêje, navê wî yê rastîn Erdal Aksû bû… Wê rojê tişta ku ew gelekî aciz dikir, 20 roj berê pêk hatibû. Bi komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmehê de dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derketibû, wekî hemû Kurdan wî jî bi fikarên mezin dişopand.

‘MIN JI BO KÊFÊ EV BALEFIR NEREVAND’

Li ruxmê lînca ku di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd zêde dibû jî, ew serdestî hêrsa xwe bû. Erdal Aksû rihet tevdigeriya û nerazîbûn nîşanî ‘dagirtina benzînê’ dida ku hê jî bi dawî nebûbû. Dema ku ew bi rayedarên dewleta Tirk re diaxivî jî bi hurmet diaxivî. Wekî derwêşekî tûrikê wî tijî diaxivî û digot, “Rêzdar a niha hûn tiştan ferz dikin. Hûn dibêjin rayeya min evqas e. Ez mînakeke şênber bidim we. Evqas kes dimirin, di weşanan de dibêjin nenûka Hulya Avşar şikestiye. Mirov ji ‘televole’yên Sîbel Can aciz bûne. Min li we guhdarî kir. Yên li ser we jî wê heman tiştan bibêjin. Min ji bo kêfê ev balefir nerevandiye, ev çalakiyeke siyasî ye. Ji bo ku hûn vî tiştî fêm bikin, divê çend leşker û gerîla bimirin. Wê ev balefir biçe. Heke hûn bi fen û fûtan, bi entrîkayan nehêlin ev balefir biçe, wekî yên Tirkiyeyê ev tişt nabe. Wê ev balefir biçe. Bi rastî ez nizanim em li ku ne. Ku der dibe bila bibe, qada me ya çalakiyê her der e. Benzînê dagirin, em jî biçin, bes e. “

Ligel van hişyariyên Ersal Aksû, tîmên taybet kincên dagirtina benzînê li xwe dikin, bi dizî dikevin balefirê û li paldankên vala rûdinên. Rayedarên dewleta Tirk li ser maseya krîzê kom dibûn, nîqaş dikin ku wê ‘korsanê hewayî’ çawa bi xisareke biçûk ‘bêbandor’ bikin. Li gorî îddaya çapemeniya Tirk a wê demê, Kûtlû Aktaş ê ku ji nîveka sala 1998’an heta serê sala 1999’an di hikumeta Mesût Yilmaz de Wezîrê Karê Navxweyî bû, ji bo ku mesele dirêj nebe û tiştek bi rêwiyan neyê, pêşniyaz kiriye ku bila benzînê têxin balefirê û balefir biçe Lozanê. Lê hêzên ewlekariya dewleta Tirk gotine, “Li gorî rêzikên navneteweyî yê gerandina balefiran, balefireke ji balefirxaneya Tirk were revandin û dîsa dakeve balefirxaneya Tirk nabe ku biçin welatekî din” û ji bo mudaxeleyê ji xwe re hincet didîtin.

Saet di 21.30’an de di ajansan de wekî agahiya ‘deqîqeya dawîn’ dihat diyarkirin ku balefireke Tirk dema ku ji Edeneyê diçû Enqereyê hatiye revandin. Vê bûyerê li Tirkiyeyê bandoreke mezin çêkir, serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz saet di 22.30’an de daxuyaniyeke wisa da, “Ji bo dagirtina benzînê şertê me ev e ku bila jin û zarokan berde. Heke qebûl bike, wê benzîna wan were dagirtin.” Lê ligel ku wext derbas dibû, dagirtina benzînê bi dawî nebû. Erdal Aksû hê jî dixwest biçe Lozanê, rayedarên dewleta Tirk jî gav bi gav plana xwe pêk dianîn.

‘WÊ EV ÇALAKÎ BI SER BIKEVE’

Şefê polîsên tevgera taybet ê li ser xetê her dem heman tişt dipirsî. Saet di 02.09’an de axaftina dawîn a Erdal Aksû wisa hatibû qeydkirin, “Wê ev çalakî bi ser bikeve yan jî nekeve. Ji bo ku li ser nekeve, hûn hewl didin. Ez dizanim ez çi dikim.” Piştî vê kêlîkê careke din dengê Erdal Aksû nehat. Saet di 02.25’an de pîlot agahî da ku ‘korsan’ hatiye ‘bêbandorkirin’ Şoreşgerê Kurd Erdal Aksû dema ji kokpîtê derketiye, ji rêwiyan re qala vê çalakiya xwe kiriye, tîmên taybet ên Tirk ku ji deriyê dawîn ketibûn balefirê, gule lê reşandine. Li gorî çavkaniyên fermî yên dewleta Tirk di çeka wî de 5 fîşek hebû û li gorî hin çavkaniyan jî çeka Erdal Aksû ya qelp bû û ‘bombeya destan’jî qet nehatibû dîtin.

Erdal Aksû di dema komploya navneteweyî de xwestibû biçe Lozana Swîsreyê ya ku di sala 1923’an de welatê wî Kurdistan lê hatibû parçekirin. Erdal Aksû di sala 1965’an de li Agiriyê ji dayîk bûbû, di zaroktî de koçî Mêrsînê kiribûn, di qezayeke trafîkê de bavê wî miribû, ligel zehmetiyan jî Enstîtuya Perwerdehiyê ya Agiriyê qedandibû û bûbû mamosteyê dibistana seretayî. Tayîna wî derketibû Şarkişlaya Sêwasê lê wî xwestibû xizmeta zarokên Kurd bike. Ji ber wê tayîna xwe rakiribû Pasûra Amedê, di wan salan de bi helwesta xwe ya şoreşger û welatparêz bal kişandibû.

Ji ber vê di Sibata 1995’an de li Amedê wekî qatil hatibû îlankirin, biryara girtina wî hatibû dayîn. Li gorî malbata wî tu eleqeya wî bi wê cînayetê tunebû, ji ber nasnameya wî ya welatparêz ew kuştin xistibûn stûyê wî. Piştî ku Erdal Aksû hate kuştin jî çapemeniya Tirk demeke dirêj li ser malbata wî propagandayeke qirêj kiribû. Dêya wî Sûltan Aksû wisa qala jiyan û têkoşîna wî dikir, “Çawa van cînayetan dixin stûyê kurê min, xisara wî li gêrikekê jî nedibû. Min ew di şertên xerab de mezin kir lê wî diyariyek jî ji min re nekirî, wî bi pereyê xwe ji xwendekarên hejar re kinc û sol dikirî. Derdê wî pêşketina gelê wî bû.”

Çavkanî:

1. Arşîva rojnameyên Ozgur Polîtîka, Cûmhûriyet, Mîlliyet û Hurriyetê.
2. Pirtûka bi navê ‘Dosyeya Sor’ a rojnameger Saygi Ozturk ku di sala 2005’an de derketibû.
3. Axaftina dayika wî Sûltan Aksû û xwişka wî Arzû Aksû di rojnameya hejmara 21-28’ê Mijdara 1998’an a Azadiya Welat de hatibû weşandin.
4. Daxuyaniyên Komeleya Mafên Mirovan ku diyar dikir kuştina Erdal Aksû, ‘înfazeke bêyî darizandin e’
5. Roportaja bi pîlot Hayrî Kiritoglû yê ku di sala 2018’an de malnişîn bûye û di 20’ê Gulana 2018’an de di rojnameya Sabahê de hatibû weşandin.