BI DÎMEN

Wêneyê dîrokî yê Rêber Apo

Rêber Apo û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li gel endamên Heyeta Îmraliyê di dema daxuyaniyê de wêne kişand.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) îro bi Rêber Apo re li Girava Îmraliyê cara 3'yemîn hevdîtin kir. Di hevdîtina sêyemîn de Ahmet Turk, Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol amade bûn.

Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tevlî hevdîtinê bûn.

Rêber Apo, heyeta Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniya hevpar dan. Dîmenê daxuyaniyê hate kişandin lê belê bi heyetê re nehate parvekirin. Ji daxuyaniyê tenê wêneyek radestî heyetê hate kirin.

Wêneyê Rêber Apo, Heyeta Îmraliyê û 3 girtiyan hate weşandin.