Elî Bapîr bang li dewleta Tirk ku li gorî peyama Rêber Apo tevbigere
Serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr got, "Ez bi peyama birêz Ocalan dilxweş bûm, hêvîdarim Tirkiye gorî peyama birêz Ocalan biçe."
Serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr got, "Ez bi peyama birêz Ocalan dilxweş bûm, hêvîdarim Tirkiye gorî peyama birêz Ocalan biçe."
Derbarê peyama Rêber Apo de, serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr daxuyaniyek belav kir.
Elî Bapîr da zanîn ku ew bi peyama birêz Ocalan dilxweş bûye û da zanîn ku divê bal bidin ser çareseriyek aştiyane.
Elî Bapîr ji bo dewleta Tirk jî got; "Hêvîdarim dewleta Tirk li gorî peyama birêz Ocalan biçe. Bê guman edalet û wekhevî bingeha yekîtiyê ye û Gelê Kurd ti carî tiştek ji neteweyên din zêdetir nexwestiye."