Welatiyên Wanê: Duh Şengal îro Kerkûk, sibê?

Welatiyên Wanê, radestkirina Kerkûk, Şengal û Mexmûrê weke xiyanet bi nav kirin û bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin û gotin, rûmet û namûsa te li erdê ye, xwedî li rûmeta xwe derkeve.

Pêşmergeyên PDK û YNK’ê piştî Kerkûk, Mexmûr û Şengalê ji dehan gund û navçeyan reviyan, herêm bi temamî radestî artêşa Iraqê û çeteyên Heşdî Şebî kirin. Welatiyên Wanê li hemberî radestkirina Kerkûk, Şengal û Mexmûrê rabûn û derbarê mijarê de ji ANF'ê re axivîn.

‘DI DÎROKA PDK’Ê DE BERXWEDAN TINE YE’

Welatiyê bi navê Salîh Kaplan ( 72) diyar kir ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelên Kurd nebûne yek û her dem jî êşa vê yekê dikêşin. Kaplan bi bîr xist, heger Kurd bibûna yek îro ev rewş li Kerkûkê pêk nedihat û wiha axivî: “Demek dirêj e Başûr, Herêmeke Federal e û îxtîdara wê di destê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de ye. Ev îxtidar jî hema bêje ji dîrokê heta niha bi îxanetê tijî ye. Ev yek ne ji berjewendiya ax, av û ber û gelên Kurdistanê de ye. Barzanî ji bo referandûmê pêk bîne û deng ji welatiyên Kurdistanê xwest. Lê belê bangên Barzanî yên serxwebûnê kêrî Kurdistanê nehat û hemû polîtîkayên wî vala hatin derxistin. Barzanî tenê ji bo mala Barzanî kete nava hewldana û xwest emrê xwe dirêj bike. Berovajiyê serxwebûnê, destkeftiyên Kurdan yên bi xwîna şehîdan hatiye destxistin yek bi yek ji aliyê PDK’ê ve hate firotin. Di dîroka PDK’ê de berxwedan tineye, ti carê li ber xwe nedaye, şer nekiriye û her dem dev ji eniyan berdane û direvin. Rev û berdan heta kuderê? Te îro Kerkûk da, sibê dora Hewlêrê ye. Ev yek ne çareserî ye, wê rojek were tu yê dolarên xwe jî winda bik Tu yê îtifaqê bi gelên Kurd re bikî. Divê demildest Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin û Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”  

‘DÎROK BI BERXWEDAN Û ÎXANETÊ HATIYE NIVÎSANDIN’

Dayika bi navê Kewê Işik (64) bi bîr xist ku dîroka Kurdan bi xiyanet û berxwedanê hatiye nivîsandin û wiha axivî: “Di her serdema serketinê ya Kurdan de xiyanetê her tim xwe daye der. Ji bo vê rewşa dawî gelek dilê me diêşe û em xemgîn in. Li seranserî cîhanê çavê her kesî li ser Başûrê Kurdistanê bû û Kurdan vê carê ji Barzanî bawer kir. Lê sed mixabin Barzanî û hikûmeta Başûr xaka pîroz a Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî firotin dagirkeran. Bila Barzanî ji xewê hişyar bibe û mejiyê xwe bîne serê xwe, ev der Kurdistan e û bajarê qedîm ê Kurdan e. Xwîna hezaran şehîdan li ser vê axê rijyaye û bi dehan lehengên Kurd ên keç û xort li ser vê axê li ber xwe dane. Mirov çawan destê xwe ji vê axê vedikişîne û bi destê xwe vê axa pîroz radestî çeteyên Heşdî Şebî û dagirkeran dike?”

‘EM Ê BI KEÇ Û XORTÊ XWE RE TÊKEVIN ENIYAN’

Işik bilêv kir ku Kerkûk ne bêxwedî ye û ev tişt got: “Bi ti awayî berdana eniyên pêşmergeyan nayê qebûl kirin. Ev ax ne bê xwedî ye û divê tişta pêwîst were kirin. Dîrok vê îxanet û berdana eniyan ji bîr nake. Duh Şengal îro Kerkûk, sibê jî wê Hewlêr û Silêmaniyê bifiroşin.  Ev yek nayê qebûlkirin, bila Kurd destê xwe bide destê birayê xwe û berê xwe bidin eniyan. Em ti carê vê axê bernadin. Em dayik em ê biçin Kerkûkê, bi keç û xortên xwe yên canfîda re li eniyan şer bikin.”

‘DIVÊ BARZANÎ BÊ DARIZANDIN’

Welatiyê bi navê Kadîr Ertaş ( 54) jî anî ziman ku PDK’ê ligel artêşa Iraqê û çeteyên Heşdî Şebî li hev kiriye û gund, navçe û bajarên Kurdistanê radest kiriye. Ertaş da zanîn ku radestkirina xaka Kurdistanê ne berjewendiya ti Kurdan de ye û wiha got: “Ji dîrokê heta niha nêzîkatiyên Barzanî li ser berjewendiyên şexsî ne û herdem jî gel hatiye firotin. Ti Kurdek û cîhan vê yekê qebûl nake. Gelê Kurd bi berxwedan û nirxê şehîdan dikare li Kerkûk, Şengal, Mexmûr û Xaneqînê bijî. Divê hesap ji van partiyên xaka Kurdistanê bi erzanî difiroşe bê pirsîn û ev kes li pêşberî gelên Kurdistanê bê darizandin. Divê destpêkê Barzanî were darizandin. Ti kes nikare bi erzanî xaka Kurdan û Kerkûkê bifiroşe. Divê Barzanî ji raya giştî re daxuyaniyê bide ku bajarên Kurdisanê firotine çend dolarên Emerîka û vê ji gel re eşkere bike. Ev rastiyek e û eşkere ye ku Barzanî gel carek din firot. Ji beriya niha Şengal û Kobanê firotin çeteyên hovane yên DAIŞ’ê niha jî Kerkûk. Bila her kes bizane tenê rêberek û Tevgerek a Kurdistanê heye, rêberê me, Rêber Apo ye û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Heta şervanên azadiyê hebin ew ê ji bo vê axê têkoşîn bê dayîn.”      

‘GOTINÊN BARZANÎ HEV NAGIRIN’

Dayika Xemê Akdogan ( 68) jî radestkirina Kerkûk, Şengal û Mexmûrê weke xiyanet bi nav kir û got; “Ez vê îxanetê nehlet û şermezar dikim. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku Barzanî her roj bajarekî Kurdan ji ber berjewEndiyên xwe yên şexsî bifiroşe. Gotinek ya Barzanî jî hev nagire û her roj gotinek cudatir dike. Li aliyekî alîgirê Recep Tayyîp Erdogan e û li aliyê din bêbextiyê li Kurdan dike. Bila Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe û aqilê salîm tevbigere. Îro rûmeta te li erdê ye û divê tu xwedî li rûmeta xwe derkevî.”