Di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de welatiyên Binarê Qendilê ji ANF’ê re axivîn û wiha gotin; “Daxwaza me rawestandina şerê li Kuristanê û aştiyeke mayînde ye.”
Gulistan Hisîn têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê got ku dewletên dagirker aşitî şaş fam kirine û wiha domand; “Yê ku roja aşîtî derxistî ji bo tevahî cîhanê ew deweletên distihilatdar in. Ji bo berjewandiyên xwe aşitî tînin ser ziman û di encama wê aştiyê de bi deh hazaran mirov her roj tên kuştin. Dema zarok bûm hata niha dewlêta Îran û Tirkeyê bi daîmî li ser Kurd û Kurdistanê bombeyan dibarînin û bi hinceta PKK li qadên we ne her tim şer dikin û komkujiyan zêdetir dikin."
Hisîn bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî rexne kir û wiha got; “Hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê li dijî bombebarana li ser Qendîlê bêdeng dimîne û heta gelê binarê Qendîlê jibîrkirine û dest ji mê berdane û riya kuştinê Kurdan vekiriye."
Gulistan Hisîn bang li tevahî jinên Kurdistanî kir û ev tişt got; “Bangawaziya min li hemû jinên Kurdistanê heye ku li ser mafê xwe bisekinin û li hemberê dijminên jinan bêdeng nemînin û doza mafê xwe bikin. ji ber ku jin yek parçe ne di Kurdistanê de, lê belê ji bo hemû jinên Kurdistanê jî."
Welatiyê Binarê Qendîl Tuwene Ehmed jî ev tişt diyar kir; “Roja aştiya cîhanê di 1’ê Îlonê de rojeke ji bo şer berfireh dibe vê sekinandin. Gêlê cîhanê bi giştî roja 1’ê îlonê di her salê de roja aşîtî pêşwazî dike, lê belê aşîtî li welatê me nînê û bi şîn û girî tê pêşwazîkirin. Şer û dagirkerî li ser me feqîran tê pêkanîn."
Tewene, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bangawaziya min li hemu cîhanê ew e, ku roja aşîtî bikin roja aştiya mayînde û edelata civakî pêk binîn da ku li welatê me aştiyeke mayînde pêk were.”
Kejar Ebdullah Mihemed jî wiha got; “Her roj balafirên şer yên dagirker yên dewleta Tirk li ser Qendîlê bombebaran dikin û gelê Qendîlê dişewitînin, wêke komkujiyên li tepeyê Kortêkê ku di sala 2011’an û 2019’an de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin kirin. Di encamên van herdû bombebaran de 8 kes jiyan xwe ji dest da. Ez dixwazim aşîtî hebe ji bo jiyaneke bi aşîtî di nav Kurdistanê hebe û şer û kuştin bi qede."