Welatiyên Qendîlê 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kirin

Welatiyên Binarê Qendîlê yên 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kirin bal kişandin ser rewaş xirab a karkerên li Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên Binarê Qendîlê Cejna 1’ê Gulanê li tevahî karkerên Cîhanê Pîroz kirin. Welatiyan bal kişandin rewşa xerab a karkerên Başurê kurdistanê . Her wiha şêniyan provakasyona PDK’ê jî bi tundî rexne kirin û dan diyar kirin, li cihê partiyên me bi dijmin re bibin yek û hewla şerê bira kujiyê bide, divê li rewşa gelê xwe binêrin bê ka çiqas di derfetên zor de dijî.

‘JI BER BÊKARIYÊ KES BÊKARIN’

Jina binavê Sêwa Ehmed di destpêka gotinên xwe de cejna 1’ê Gulanê li tevahî karkerên cîhanê pîroz kir û ji bo rewşa karmendên li Başurê Kurdistanê jî rexne li rêveber û aliyên eleqeder kir û wiha got: “Em ji gelek kiryarên rêveberên Başurê Kurdistanê nerazîne, yek ji wan jî rewşa bê kariyê ye. Niha bi sedan yên weke lawê min dibistanên xwe qedandine hene, lê ji ber bê kariyê nikarin jiyana xwe birê bixin ev jî dibe sedem kû bi hezaran ciwanên me ji Kurdistanê birevin û ji bo kar biçîn welatên derve.”

‘HIKÛMET DIVÊ GEL BIHIZIRE’

Ehmed bal kişand ser provakayona PDK’ê ya Zîne Wertê û wiha anî ziman: “Em ji bo mijara Zînî wertê dil giranin, û ne aligirê vê kiryarêne, ji ber ev tenê rê li şerê bira kujiyê vedike. Partiyên me weke teşiyekê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve ji wî alî dikişinin wî alî ev bi kesekê nade qezec kirin, divê bi gelê xwe bifikirin û hewil bidin bi yek bûyînê rê li dijminên xwe bigirin.’’

‘WELATÎ NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’

Welatiyê bi navê Îsiv Mihemet jî cejna 1’ê Gulanê li tevahî Karkeran pîroz kir û wiha got: “Di serî de ez dixwazim bêjim divê cejna karkeran ne tenê rojek be, divê ji bo keda wan gelek tişt ji wan re were kirin. Mixabin li Kurdistanê qîmeta karkeran nîne ji bo wê yekê gelek caran di rojekê de bi dehan Karker di berdêla bikarin jiyana xwe berdewam bikin di qezayan de jiyana xwe ji desdidin. Di gotin de Kurdistana me deryay petrolê ye lê ti feydeyek xwe ji civakê re nîne, tenê ji bo du binemalane. Ji bo wê ye bi hezaran kes bêkarin, yên xwediyê kar jî nikarin debara xwe bikin. Niha debara jiyan me li ser xwedî kirina sewalan, ne ew be ti kar bi destê me nakeve.”

‘DESTPÊKA PÎLANÊN QIRÊJ ÊN DIJIMIN E’

Mihemed qala aloziyên li Zînî Wertê jî kir û wiha pêde çû: “Ev bîst sale kesek li Zînî Wertê ne bû, lê ev destpêka hinek pîlanên qirêj e ku têde xwestin yan jî dixazin helwesta gel binêrin. Lê nêrînên tevahî gelê herêmê diyare ji ber ev hewildan ji bo tevahî Kurdan nebaş û weke din ji xwe di berê de jî şerê birakujiyê çêbûye û kesekê sud jê ne girtiye wê kesek jî jê negire.”

Herî dawî Mihemed destnîşan kir ku yekitiya netewî di roja îro de ji nan û av bêtir ji bo Kurdan pêwist e, ji bo vê divê tevahî partî û aliyên siyasî yekane rojeva wan avakirina yekîtiya Netewî be.