Wekîlên Kurd: Heke daxwazên kolberan pêk neyên em ê îstifa bikin

Parlamenterên Rojhilatî piştgirî dan çalakiya boykotê ya kolberên ku girtina sînor protesto dikin. Parlamenteran, pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentê kirin û gotin, "Heke daxwazên kolber û kesibkaran pêk neyên em ê îstîfa bikin."

Piştî ku rejîmê bazirganiya sînor û kolbertî qedexe kir, di serî de li bajarê Bane û Ciwanro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên esnafan ên boykotê pêk hatin û ev çalakî ketin roja xwe ya 22’yan. Parlamenterên Rojhilat jî piştgirî dan çalakiyan. 15 parlementerên di parlamenta Îranê de ne duh li parlamentê di derbarê mijarê de pêşniyaznameyek pêşkêşî parlamentê kirin. Pparlementeran gotin heke daxwaz pêk neyên wê îstîfa bikin. 

RUHANÎ VEXWENDIN PARLAMENÊ

Parlamenterê Mahabadê Mahmud Salihî di derbarê pêşniyaznameyê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku li Rojhilat nêzî 7 mîlyon kes bi bazirganiya sînor û kolbertiyê debara xwe dikin. Salîhî got "Astengiyên ji kolberan re tên derxistin û rawestandina bazirganiya sînor, gelê me bi tengasiyên debarê re rû bi rû hiştiye."

Salîhî ragihandin ku di derbarê mijarê de serokkomar Hasan Ruhanî vexwendine parlamentê û raber kirine, heke daxwaz neyên pêkanîn wê îstîfa bikin.