Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Wekîla HDP'ê Mûazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, ji bo destekê bide Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ye, zêde dibe. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan ji bo piştgiriyê bide Guven, li avahiya HDP'ê ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kir.

Li ser greva birçîbûnê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di dema dayina daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan, endamên Însiyatîfa Daykiên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û hevşaredar û hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan amade bûn.

'EM Ê SERÎ LI BER FAŞÎZMÊ NETEWÎNIN'

Orhan bi bîr xist ku parlamentera wan Guven 26 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulalh ocalan di greva birçîbûnê de ye û işaret bi piştgiriya ji bo vê çalakiyê kir.

Orhan bi bîr xist, polîsan êrîş birin ser greva birçîbûnê ya li Mersînê, hevrêyên wan destgîrkirin û got, "Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê azad bibin, wê aştî û demokrasî pêk werin. Ji ber vê yekê me jî li vir dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kir. Faşîzm wê têk biçe, azadî û demokrasî wê bi ser bikeve."

Mûazzez Orhan diyar kir ku wê serê xwe li ber faşîzm û rejîma dîkta netewînin û got, "Têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em xwedî li çalakiya Birêz Leyla Guven derdikevin û heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê çalakiyên me bidomin."