'Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin'

Gerîlaya YJA Starê Zelal Cizîr a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di pozîsyona berxwedanê de ye got, "Weke gerîlayên YJA Starê em ê serkeftinê teqez bikin."

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê didome. Gerîlaya YJA Starê Zelal Cizîr a ku yek ji gerîlayên di vê berxwedanê de cih girtiye, li ser rewşa dawî ya şer nirxandin kir.

‘EM LI SER XETA HEVRÊ BÊRÎTAN AFIRANDIYE DIMEŞIN‘

Gerîla Zelal Cizîr diyar kir ku gerîlayên YJA Starê li Avaşînê ya ku şer lê dijwar bû, rol û mîsyoneke girîng girt ser xwe û wiha got: “Li hemberî êrîşên dijmin ên bênavber me jî cihê xwe di nava şer û berxwedanê de girt. Bi taybetî Heval Sara û Rûken nîşanî her kesî da ku têkoşîna jinê gihiştiye kîjan qonaxê. Şer çiqasî dijwar be jî em ê berxwedana xwe bigihînin asta serketinê û tu carî têkçûnê qebûl nakin. Weke jin em bi erk û wezîfeya xwe dizanin. Em li ser xeta ku hevrê Bêrîtan afirandiye dimeşin. Şehîd Bêrîtan li dijî xeta xiyanetê çalakiyeke mezin kir. Îro jî bi hezaran Bêrîtan li dijî xeta xiyanetê bi heman rengî li ber xwe didin. Li herêma Botanê Heval Destan Botan jî xeta berxwedanê ya şehîd Bêrîtan ji xwe re esas girt û ji bo nekeve destê dijmin canê xwe feda kir. Artêşa jin bi saya hevrêyên me yên fedaî gihiştiye vê qonaxê.“

‘EM Ê SERKEFTINÊ TEQEZ BIKIN‘

Gerîla Zelal Cizîr da zanîn ku îro li gelek herêmên Kurdistanê bi taybet li Avaşîn, Zap û Metîna berxwedaneke mezin tê meşandin û wiha pê de çû: “Gerîlayên jin ên di vê berxwedanê de cih digirin jî li dijî dijmin çalakiyên bi bandor li dar dixin. Yê ku em li hemberî dijmin anîne asteke wisa xurt Rêber Apo ye. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo me girîng û watedar e ku em bibin hêza pêşeng a têkoşîna li dijî dijmin. Dijmin xwe dispêre hêza xwe ya teknîkî, lê vîna gerîla teknîka dewleta Tirk têk dibe. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê têbikoşin, em ê dijmin têk bibin û serkeftinê teqez bikin."