Wedat Hisên li Silêmaniyê hate bîranîn

Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê ku li Dihokê hate revadin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li Silêmaniyê hate bîranîn.

Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê ku sala borî li Dihokê hate revadin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li Holî Tawar a Silêmaniyê hate bîranîn. Di bîranînê de “Xelatên Azadiya Çapemeniyê ya Wedat Hisên” hate dayîn. Bi piştgiriya Sendîkaya Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, nûnerên saziyên dezgeh û çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê, kedkarên çapemeniyê, saziyên civaka sivîl, nûnerên rêxistin û partiyên siyasî li gel malbata Hisên beşdarî merasîmê bûn.

QEYDÊN KAMERAYAN HATIN TINEKIRIN

Di bîranînê de ji edîtorên RojNewsê Soran Huseyîn axivî û diyar kir ku bi qetilkirina Wedat Hisên re li dijî çapemeniya azad ‘sûcê terorê’ hatiye kirin û got: “Ev salek li ser qetilkirina hevalê me Wedat re derbas bû hê jî berpirsyar nehatine dîtin. Li Taxa Malta ya Dihokê ku cihê Wedat lê hatî revandin bi sedan kamera hene. Lê dîmenên kamerayan bi awayekî sîstematîk hatine tinekirin û dîmenên yek ji van kamerayan jî radestî dadgehê nehatiye kirin.

 ‘NASNAMEYA ÇAPEMENIYA AZAD A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XIRABE’

Huseyîn ê got: “Em dev jî berpirsên Wedat naberdin” û diyar kir ku divê rêxistinên çapemeniya navneteweyî jî dev jî sûcên terorê neberde. Piştî Soran Huseyîn jî li ser navê Nûnertiya Parlemetoya Başûrê Kurdistanê yê Silêmaniyê Parlemeter Şêrko Heme Emîn jî axivî, diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî sûcên saziyên çapemeniyê û manîplasyonan xwedî nasnameyekî xirabe. Emîn got: “Eger em azadiya saziyên çapemeniyê neparêzin, li hemberî wan sûcên terorê bên kirin,wê demê ziyanê didin vî welatî.”

‘KUŞTINA ROJNAMEVANAN SIYASÎ YE’

Li ser navê Sendîkaya Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî Hemîd Bedirxan axivî û sersaxî ji Çapemeniya Azad û RojNewsê re xwest û got: “Mixabin ev 365 roj in li navneda Dihokê hempîşeyekî me hatiye qetilkirin. Lê heta roja îro ne Asayîşa Dihok û ne jî daraza Dihok ji bo dîtina berpirsyaran, ti gavek neavêtine. Kuştina rojnamevanan siyasî ye. Duh jî siyasî bû îro jî siyasî ye. Li cihên din ên cîhanê jî siyasî ye, ya li vir jî siyasî ye.”

‘JI BER KU EM DIBÊJIN AZADÎ DIBIN HEDEF’

Li ser navê Rêxistina Rojnamevanan a Metro Diyar Mihemed jî axivî û destnîşan kir ku berpirsên Wedat weke berpirsên rojnemavanên din ên hatin qetilkirin li Başûrê Kurdistanê bi serbestî digerin. Mihemed wiha got: “Sûcên terorê yên li dijî rojnamevanan dewam dikin. Ji ber ku em behesa azadî û demokrasiyê dikin, dibin hedef.

Di bîranînê de nînevîzyona ku li ser jiyana Wedat Hisên hatibû amadekirin hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê û şûnde kesên li salonê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Ey şehîd rêya te rêya me ye” qîr kirin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê û şûnde, “Xelatên Çapemeniya Azad a Wedat Hisên” li xwediyê wan hatin belavkirin.

WEDAT LI BER ÇAVÊ HER KESÊ HATE REVANDIN

Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên, 132ê Tebaxa 2016’an li Taxa Malta ya Dihokê hate revandin û piştre cenazeyê wî li ser rêya Sêmêlê-Dihok hate dîtin. Hisên ê ku li ser bedena wî şopên giran ên êşkenceyê hebûn, li Nexweşxaneya Dihokê jiyana xwe ji dest dabû.

Wedat Hisên ê li bajarê ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) lê serwere, beriya bê qetilkirin, 3 caran ji aliyê Asayîşa Dihokê ve ji bo navenda wan hatibû vexwendin û ji bo ji RojNewsê re nexebite hatibû gefkirin.

Tevî ku saleke li ser qetilkirina Hisên re derbas bûye jî ji bo berpirs bên dîtin, doza ku hatibû vekirin ti pêşveçûn pêk nahatiye.