Wê piştî referandûmê çi biqewime?

Hê ji niha ve nîqaşên li ser rewş û bûyerên piştî referandûmê biqewimin, dest pê kirin. Gefên Îran, Iraq û Tiriyeyê nîşan didin, ku rojên zor û zehmet li pêşiya Kurdan e.

Li gel pêşniyar, dijderketin, seknên dijber û gefan jî, referandûma ku PDK'ê û Barzanî biryara wê dan û di serî de YNK'ê hin partî û rêxistinên din ji neçarî qebûl kirin, pêk hat. 

Piştî referandûmê, şer jî di navê de gelek bûyerên cidî dikarin biqewimin. Rewşa herî xetere ya vê pêvajoyê ew e, ku dikare pêşî li şerekî navbera Kurdan bê vekirin. Ji ber ku xuya ye hin planên nû wê bikevin dewrê. Xeteriyên cidî li pêşiya Kurdan e. Biryara referandûmê ji aliyê partiyekê ve hatibe girtin jî, êdî veguherî pirsgirêka hevpar a hemû Kurdan. Ji ber vê yekê, êrîşek li hemberî parçeyekî Kurdistanê, wê li dijî hemû Kurdan were kirin. KCK'ê çend roj berê bi daxuyaniyekê gotibû, "Êrîşek li dijî parçeyekî, êrîşa li dijî hemû Kurdan e."

GEFÊN TIRIYEYÊ

Ti welatekek nema ku li dijî referandûmê daxuyanî neda. Herî dawî Sûriye û Çînê daxuyanî dan û gotin, "Em tevlî ti tiştê ku yekparebûna axa Iraqê xera dike, nabin û qebûl nakin."

Piştî referandûmê li pey hev ji Tirkiyeyê di asta bilind de daxuyanî hatin dayin. Di destpêkê de Serokwezîr Bînalî Yildirim axivî û qebûlkirina tezkereyê ji aliyê meclîsê ve bi bîr xist û işaret bi şerekî gengaz ê dema pêş kir. Di hefteya dawî de li Kerkûkê ji aliyê ÎTC a pişta xwe dide Tirkiyeyê gule hate reşandin, sê pêşmerge hatin kuştin, 6 hatin birîndarkirin, wesayiteke pêşmergeyan ji RPG-7 derb xwar. Ev nîşan dide ku li Kerkûkê bi destê Tirkiyeyê wê şerekî navbera Kurd-Tirkmenan bê sorkirin. Ji xwe Yildlirim di daxuyaniya xwe de bi taybetî bal kişand ser Kerkûkê.

Piştî Yildlirim Erdogan daxuyanî da û gefa ambargoya aboriyê û girtina sînoran li PDK'ê û Başûrê Kurdistanê xwar. Deriyê Sînor ê Xabûrê piştî daxuyaniya Erdogan bi rengekî yekalî hate girtin. Eşkere kir ku wê defê lûleya petrolê bigire.

Di dema pêkhatina referandûmê de hikumeta Tirk weşanên Rûdaw TV, ku ev qenal li dijî Rojava û YPG'ê weşanê dike, ji ser Turksatê derxist. Lê ji bo sekinandina weşana vê qenalê 'propaganda YPG'ê weke hincet hate nîşandan.

ÎRANÊ GAVÊN ŞÊNBER AVÊT

Li aliyê Îranê jî gaveke girîng hate avêtin. Îranê rojek berî referandûmê qada xwe ya hewayî girt û seferên balafiran ên ber bi Hewlêr û Silêmanî sekinand. Di roja dengdanê de deriyê sînor Perîzhan ê navbera Kelar û Qesrî Şîrîn. Ev derî yekane cih bû ku petrol ji Başûrê Kurdistanê diçû Îranê.

Li gel  vê yekê, li navenda Pîranşarê hefteyek beriya referandûmê tetbîqatê dest pê kir. Wekî din sewqiyata leşkerî li Serdeşt û Hewremanê hate kirin. Li Kerkûk û Şengalê jî ev hefteyeke hêzên Haşdî Şabî li dijî pêşmergeyan divin sengeran. PDK'ê li Şengalê li dijî Haşdî Şabî pêşmergeyên Êzidî li çeperên pêş bi cih kir.

IRAQ Û TIRKIYEYÊ HEVKARIYA XWE XURT KIRIN

Piştî danûstandinên navbera heyetên Hewlêr û Bexdayê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand, ku têkiliyên bi PDK'ê re gihîştiye asta qutbûnê. Di daxuyaniyê de ji PDK'ê dihate xwestin ku deriyên sînor û balafirgehan teslîm bike. Ev biryara hikumeta Ebasî ji Tirkiyeyê re hate ragihandin. Rêveberiya Enqereyê da zanîn, ku biryar gihaştiye wan û li ser wezaretên pêwendîdar komîsyonek di vê mijarê de hatiye avakirin. Bi kurtasî, rêveberiya Ebadî çirûska Kurd û Ereban li hemberî hev rake, pê xist.

DAXUYANIYÊN RAYEDARÊN BAŞÛRÊ KURDSITANÊ

Piştî gavên Îran û Tirkiyeyê, hin rayedarên PDK û YNK'ê daxuyanî dan. Di serî de Nêçirvna Barzanî, Qûbad Talabanî, Mele Bextiyar û gelek rêveberên din ên PDK û YNK'ê piştî ku dengê xwe dan, daxuyanî dan. Daxuyaniyên hemû rêveberên PDK û YNK'ê hema bêjin ji bo qanihkirina Tirkiyeyê bûn. Rayedarên Başûrî digotin, 'referandûm nayê wateya serxwebûnê, ji bo diyarkirina sînor nehate kirin'. Ji bo vê yekê gelek caran bînin ziman, li ber hev didan. Halbûkî bi gotina 'serxwebûnê' û 'delweta Kurdistanê' xîtabî hestên gelê Kurd kiribûn û ji bo dengdanê bang li gel kiribûn.

Referandûm qediya. Lê ji niha ve nîqaş tê kirin ku ev ê ji bo Kurdan û herêmê çi bîne. Daxuyaniyên tên dayin, pêngav, têkilî û tifaqên nû nîşan didin ku herêm ber bi pêvajoyeke nû ve diçe. Dibe ku ev pêvajo bibe pêvajoyek şerê navbera gelan. Ji xwe siyaseta ku xîtabî 'hestên neteweyî' dike, esas tê girtin.

Gefên Tirkiyeyê û rengê hin gavên wê, di dema pêş de wê zelaltir bibe. Tê gotin, Tirkiye wê di dema pêş de hê bêhtir zorê bide PDK'ê ku li dijî PKK'ê bi kar bîne. Ji bilî PDK'ê, têkiliyeke cidî ya Erdogan û AKP'ê li herêmê nemaye. PDK ji bo AKP û Erdogan bûye qadeke ku karibe lê hilmê bistîne. Erdogan û AKP nade pêş çavê xwe ku têkiliyên xwe bi Barzanî û PDK'ê re bibire û xwe ji herêmê bi temamî îzloe bike. Ji ber ku xerabûna têkiliya bi PDK'ê re tê wateya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Ev jî tê wateya têkçûna Erdogan û AKP'ê bi temamî.

Bûyer bi lez diqewimin. Dema ku mijar Kurd bin, dibe ku hevsengî di kêliyan de çêbibe. Ji ber vê yekê, zehmet e ku mirov ji niha ve karib bibêje wê ber bi vî alî ve biçe. Lê tê dîtin, ku ji aliyê Kurdan ve serdemeke ku dikare şer lê biqewime, dest pê kir.