Wê ji bo vekirina çi bê Wanê?

Erdogan tê Wanê ku îdîa dike hezar û 459 cih lê vekiriye. Li Wanê ku febrîqeyên heyî hatine firotin û yeka bi tenê jî lê nehatiye vekirin, ji bilî karên ji bo ewlekariya dewletê û nokeran tiştek nehatiye kirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê hefteya bê were Wanê. Erdogan di nava 15 salan de 12 caran li Wanê mîtîng kir. Erdogan ku her cara tê dibêje 'tevlî merasîma vekirina bi sedan cihî dibe', hejmara deverên ku heta niha bi rengekî fermî 'vekiriye' hezar û 459 e. Lê belê tiştên ku vekiriye tenê; avahiyên TOKÎ ye ku di berdêla deynê 20 salî de ji gel re tê dayin, kalekol û Dibistanên Îmam Hatîp in. Erdogan wê hefteya pêş jî tevlî merasîma vekirina gelek cihî bibe.

Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên hikumetê îdîa dikin ku li Wanê 1.459 cih vekirine. Lê belê Febrîqeya Qundira û Febrîqeya Ta ku çavkaniyeke girîng a debara Wanê bûn, di dema AKP'ê de hatin girtin. Li Payîzava û Sarayê hê jî nexweşxaneyeke dewletê nîne. Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş ku ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve li Payîzavayê hate çêkirin, ji aliyê qeyûm ve hate girtin.

Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku hikumeta AKP'ê sala 2010'an dest bi çêkirina wê kir, tevî ku 9 caran hate vekirin, ev 8 sal in hîn neqediya ye. Hatibû eşkerekirin ku nexweşxane wê sala 2012'an biqede.

Pira Kirapetê ku 13 sal in li navçeya Miksê tê çêkirin, li şûna ku bibe çare, bûye pirsgirêkeke giran.

Wekî din, Saziya Goşt û Masî û Febrîqeya Şekir ku ji çavkaniyên girîng ên debara Wanê ne, pêşkêşî bazara firotinê hatin kirin.

Deriyê Sînor ê Kapikoyê, tevî ku beriya her hilbijartinê merasîma vekirina wê hate kirin, hê li gel nehatiye vekirin.

FIROŞGEHA MOBÎLYA YA SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJÊR

37 ji 1.459 cihên ku AKP dibêje vekiriye, kalekol e. Wekî din 5 otelên ji pênc stêrkan û firoşgeheke Serokê AKP'ê yê Bajêr Kayhan Turkmenoglû hene. Li Wanê tenê 5 salan 4 Santralên Hîdroelektrîk (HES) hatin çêkirin.

3 HEZAR Û 520 ESNAFÎ DIKANÊN XWE GIRTIN

Li Wanê di nava 5 salên dawî de 3 hezar û 520 esnafî dikanên xwe girtin. Gelek şîrketan îflas kirin.

KALÇIK: TENÊ POPULÎZMÊ DIKIN

Serokê Komeleya Hawirdorê ya wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik destnîşan kir ku wê fîlmê dubare ji nû ve pêşkêşî gelê Wanê bê kirin. Kalçik got, "Erdogan ev 15 sal in her ku tê Wanê 'mizgîniyê' dide; cihan vedike, dibêje ku wê 'bac bê efûkirin'. Lê belê hikumeta AKP'ê ji bo Wanê tiştek nekiriye. Em li vî bajarî dijîn. Gelo xizmetên ku ew îdîa dikin wan kirine, em çima nabînin? Tenê populîzmê dikin. Dibe ku hin tiştan pêşkêşî alîgirê xwe diin, lê belê tiştekî nadin gelê Wanê. Dengekî ku Erdogan karibe ji gelê herêmê bigire nîne. Me gelek caran li vî fîlmî temaşe kir, lê êdî sînema bi xwe xera bû."

'ÇAVKANIYÊN WANÊ DIDIZIN'

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan jî got, "Ji AKP'yiyan re kargehan vedikin û dibêjin 'me vekirina xizmetê kir'. Li Wanê rêjeya bêkariyê zêde dibe, gel perîşan e. Qadên îstihdamê yên ji aliyê şaredariyên DBP'yî ve hatibûn afirandin ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. 4 hezar kes tenê ji ber ku ne AKP'yî ne ji kar hatin derxistin. Ji Kayseriyê, ji gelek deverên din mirovan li vir dixin kar. Çavkaniyên Wanê didizin."