Wê gerîla sedsala Kurdan misoger bike

Wexta ku nikare şerê gerîla bike, şerê di navbera Kurdan de amade dike, wexta ku nikare, pêşiya berxwedana Kurdan bigre, Tecrîd û qirkirinê rewa dike.

Tişta ku Kurddixwazin azadiya wan û statuya wan ya sedsalê ye. Kurd êdî nema dikarin di nav sînorên qirkirinê de bijîn. Heke Kurdên çar perçeyên Kurdistanê, li tekoşina gerîla xwedî derkevin, ne mimkune ku Kurd mafê xwe bi dest neyxin. Di navbera Kurdan de aloziya ku derdikeve, dijminê Kurdan in ku gotubêjên birakujiyê dikin. Şerê birakujiyê re bingehekî ava dikin. Gerîla ti caran şerê Kurd bi Kurdan nepejirandî ye. Di nav çiyayên Kurdistanê de yek armanca gerîla heye, dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dawî bike. Ew kesên ku dagirkeriyê nabînin, ji nirxên xwe, ji civaka xwe û ji netewa xwe dur dikevin. Artêşa Tirk sondek li ser Kurdan xwariye, wê çawa li heremên gerîla dorpêç bike, wê çawa Kurdan ji hev belav bike, wê xwe çawa li ser axa Kurdistanê serwer bike, pîlanên demdirêj in. Artêşa Tirk him li herema Hefteninê derbeyên mezin xwarin him jî bi pilanên li ser Başurê Kurdistanê nekari encam bigre.’’

‘PÎLANÊN LI BEHDÎNAN LI BEXDA Û HEWLÊR JI HEV DÛR IN’

Tişta ku xwiya dike, hêzên gerîla şerekî navxweyî qebûl nake. Heke pîlana Bexda û Hewlêrê hatibûya bicihanîn, heke Artêşa Tirk li herema Heftenînê têk neçûya, wê Erdogan, ji Hikûmeta Başûrê Kurdisanê an jî ji PDK’ê daxwazên cuda kiribûya. Erdogan li çar goşeya Rojava, Behdinan, Şengal û heta Kerkûkê, herema ser bi xwe dixwaze. Ev herema ser bi xwe jî di bin navê hinek hevkarî û hevpeymanan de ye; Mîsak-î Mîllî ya nû ye. Zindîkirina terora DAÎŞ’ê ye, qirkirina Êzîdîyan e. Bi kurtasi çav berdaye destekftiyên Kurdan û naxwaze statuya Kurdan misoger bibe. Provakasyonên li herema Garê, êrîşên li ser baregehên gerîlayan pîlan e. Erdogan bi rêka PDK’ê dixwaze, Kurdan li hember hev sor bike û di heremê de hewl dide dibêje; ‘Ez Rojhilata Navîn birêve dibim. Talat Paşa, Hitler, Salazar û Kenan Evren jî wê weke min nikaribin avê destê min bikin.’

‘BERJEWENDIYÊN DAGIRKERAN TÊK DIBIN’

Ji bo Kurd û dostên Kurdan beralÎ bike, ji bo tecrÎda li Îmraliyê birêve bibe, derbeyekê li gerîlabide, her roj di nav hewildanan de ye. Dewleta Tirk him di navbera Kurdan de şerekî amade dike, him jî li gor berjewendiyên xwe dixwaze, her kesî bixapîne. Di van provakasyonan de tê dîtin ku Kurdan bikşînin nav xefik û kemînekî birakujîyê. Heger Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê xwedÎ li tekoşÎna gerîla derbikeve, wê pilanên dagirkeri û birakujiyê werin pûç kirin. Hikûmeta AKP’ê dizane ku hemû hevsengî hesabên ku dike, koka Kurdan biqeline. Gerîla bi berxwedana xwe van hesaban xirab dike, ji ber ku rejima Erdogan dibêje; ‘Ezê Kurdan li Bakûr qir bikim, ez ê serweriya xwe li ser Şengal û Başurê Kurdistanê çêbikim, ez ê heremên gerîla dagir bikim û bi kurtasî ez dixwazim, tevgera PKK’ê lewaz bikim.’ Wexta ku ev pîlan birêve naçe, gerîla û şervanên Kurd berjewendiyên Komara Erdogan yên siyasî û yên dagirkeriyê têk dibin.