Wargeha Êzidî lê dimînin tê valakirin

AKP, 5 wargehên penaberan ku Êzîdîyên ji zilma DAÎŞ’ê filitîbûn û li wan diman, tên valakirin.

Gerînendeya Giştî yê Îdareya Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karê Hundir ê Tirk, duh ragihand ku wê 5 wargehên penaberan ên li Dîlok, Semsûr, û Mêrdînê vala bikin. Gerînendeyê biryar da ku wê 34 180 penaberên li van wargehan dimînin veguhêzin li wargehên Hatay, navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Pirsûs û Serêkaniyê.

PIŞTÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê LI WARGEHÊ DIMAN

Di nav van wargehan de, wargeha AFAD’ê ya li navçeya Mîdyad a Mêrdînê ku 4 sal berî niha Êzîdiyên ji zilma DAÎŞ’ê xaka xwe terikandibûn û lê cihwar bûyî jî heye. Hate ragihandin ku li vê wargehê 2 hezar 458 penaber hene. Lê belê ev hejmara ku tenê bi qasî hejmara Erebên ku ji Sûriyê koç kirî ye, mirovan dixe nav gumanan.

Hate ragihandin ku li wargehê civîn hatiye çêkirin û piştî civînê hatiye gotin ku, “hûn dixwazin bi derfetên xwe ji wargehê veqetin an bi derfetên AFAD’ê sûd wergirin” ji penaberan hatiye pirsîn.

ÊZÎDÎ DIXWAZIN LI GUNDÊN ÊZÎDIYAN BIMÎNIN

Hate ragihandin ku ji sedî 90 Êzîdiyên li wargehê dimînin anîne ziman ku bi derfetên xwe ji wargehê veqetin û li gundên Êzîdiyan ên li herêmê cihwar bibin.