Warê ku ji aliyê 12 siwariyan ve ji qirkirinê hate rizgarkirin

Di sedsala 21’ê de 12 gerîlayên PKK’ê ku li ser bîr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde kiribûn û weke 12 siwariyan dihatin pênasekirin, pêşî li qirkirina civaka Êzidî girtin û ew ji qirkirinê rizgar kirin.

Îro 7 sal li ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn. Em binêrin bê ka çawa Şengal hate dagirkirin, kîjan hêz revîn, kîjan hêz bi hewarê hatin û encama wê çibû. 

Rêxistina çete ya terorîst DAÎŞ’ê ya piştî ku 9'ê Nîsana 2013'an avabûna xwe ragihand, bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava re kete rojevê. Rûyê rast ê çeteyên DAÎŞ'ê di Havîna 2014'an de hate dîtin. DAÎŞ’ê 6'ê Hezîrana 2014'an ji bakurrojava ve ketin bajarê Mûsilê û di 10'ê Hezîrana 2014'an de bêyî ku berxwedanek li dij bê kirin, navenda bajêr dagir kirin. Çek û cebilxaneya ku ji artêşa Iraqê maye, kete destê çeteyan, di serî de zenga metirsiyê ji bo Şengal, Mûsil û herêmê bi xurtî hate bihîstin. 

BER BI QIRKIRINA ÊZIDIYÊN ŞENGALÊ VE 

Di serî de çeteyan li Tilehfer û Kerkûkê dest bi êrîşên hovane kirin û dîmenên hovane yên kiryarên xwe belavkirin û rê li ber tirseke mezin vekir. Bi vê yekê xwestin çavê xelkê herêmê bitirsînin. Piştî van herêman Mexmûr û navenda Kerkûk û heta Hewlêr kete metirsiyeke mezin. Her çû metirsiya li Şengalê zêde bû. 

12 SIWARΠ

Li ber çavê her kesê yek ji cihên din DAÎŞ êrîş bike, Şengal bû. Her çendî PDK’ê soza berxwedanê û parastinê dabe xelkê Şengalê û bi taybet Êzidiyan jî, lê ev yek pêk nehat. PDK’ê heta çekên kul i Êzidiyan belav kiribû jî, jê girtin. Ji ber ku metirsiya li ser Şengalê zêde bû, rêveberiya KCK'ê têkilî bi PDK'ê re danî û hişyarî da ku rewş cidî ye û dikare hêzê bişîne herêmê. Lê belê rêveberiya PDK'ê ev banga KCK'ê bêbersiv hişt. Li ser zêdebûna metirsiyan meha Hezîranê Tevgera Azadiya Kurd 12 gerîla ji bo karê destpêkê yê parastin û rêxistinkirinê bi dizî şand Şengalê. Berî fermanê bi qasî 20 rojan li Xanesorê gerîla Xebat Dêrik, Harûn Jîrkî û ji Komalên Ciwan hevrê Zerdeşt tevî milîsa ji Şengalê Bahriye Qaso dîl ketin destê PDK'ê. Gerîlayan demek kin yekîneyeke ciwanan perwerde kir.  

3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê li dijî Şengalê dest bi êrîşê kir. Heman demê PDK'ê 17 hezar çekdarên xwe yên li bajêr bêyî ku fîşekekê biteqînin vekişand. Wê demê nifûsa bajêr derdora 400 hezar kes bû. PDK’ê bêyî ku agahiyê bide şêniyên bajêr hêzên xwe vekişand û bi vî rengî rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Li Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik, Til Benat, Til Qeseb û Koçoyê bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jî hatin revandin. 

Êzidiyên ku li ber qirkirin û tenebûnê bû, berê xwe dan çiya ango stargehên xwe yên bi salan ew ji her cûre qirkirin û êrîşan parastî. 9 gerîla bi komên ji 3 kesan du rêyên ber bi Şengalê ve kontrol kirin û nehiştin ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe bigihînin çiyê ku wê komkujiyeke hê mezintir bikirabûna. Li çiyê jî gerîla hêzê mîlîs bi rêxistin kirin û YPG/YPJ'ê jî ji Rojava ber bi çiyayê Şengalê ve korîdorek çêkirin. Di wê korîdorê de ku ji Til Koçer-Rebîa-Cezaa heta Şengalê bû, bi sed hezaran Êzidî bi rengekî bi ewle derbasî Rojava hatin kirin. 

QIRKIRIN, TALAN Û WÊRANKIRIN 

Bîlançoya fermana 3'ê Tebaxê giran bû. Di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de herî kêm 2 hezar û 213 Êzidî hatin qetilkirin. Salên dawî li herêmê 12 gorên komî hatin vekirin û cenazeyên Êzidiyan hatin dîtin. Nêzî 400 hezar Êzidî ji cih û warê xwe bûn. 68 cihên pîroz ên baweriya Êzidiyan hatin talankirin. Piraniya wan jin û zarok derdora 7 hezar Êzidî ji aliyê çeteyên dijminê mirovahiyê ve hatin revandin û mîna koleyan hatin firotin. 4 hezar ji wan di salên derbasbûyî de hatin rizgarkirin, lê belê aqûbeta 3 hezar jin û zarokên hatin revandin nayê zanîn.

BI HÊZÊN HPG, YPG Û YBŞ’Ê OPERASYONA RIZGARIYA ŞENGALÊ 

Tevgera PKK'ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurd pêşî li vê girt û hesab têk birin. Di pêşengiya PKK’ê de destpêkê komek ji 400 Êzidiyan di bin navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de xwe bi rêxistin kir. Meha Cotmehê daxuyaniyeke hevpar hate dayin û di bin navê 'Fermandariya Êzidxanê ji bo Rizgariya Şengalê' fermandariyek hate avakirin. Li ser sînorê Rojava hêzên YPG/YPJ'ê herêmên Hol û Xatûniyê rizgar kirin û bi vî rengî hevkariyek mezin dan operasyonên ji bo rizgarkirina Şengalê. Fermandariya hevpar jî 12'ê Mijdara 2015'an ragihand ku 'Operasyona Rizgarkirina Şengalê' hatiye destpêkirin. 

Êzidiyên li Çiyayê Şengalê man di bin sîwana 'xweparastinê' de rahiştin çekê û di roja duyemîn a oeprasyonê de hêzên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê navenda bajêr ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin. Heman rojê 13'ê Mijdara 2015'an Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê gotin 'Em Şengal a Azad diyarî gelê xwe dikin' û mizgînî dan Êzidiyan û raya giştî ya Kurdistanê. 

JI NÛ VA AVAKIRIN 

Ji bo xweparastin û xwerêvebirinê di 14'ê Çileya 2015'an de Meclîsa Avakirinê ya Damezrîner a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk dest bi kar kir. Meclîsa Damezrîner 30'ê Gulana 2017'an di kongreya xwe ya 2'emîn de navê xwe kir Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Li meclîsa ji 101 kursiyan a ji civaka Êzidî, li ser paşerojê biryar hatin wergirtin. Di heman demê de jinên Êzidî yên ku çeteyên DAÎŞ'ê herî zêde êrîşî wan kirin, bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) avakirina xwe ragihandin. Ji bo parastin û ewlehiya bajar û gundan di Hezîrana 2016'an de Asayîşa Êzidxanê ava bû. Heman salê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) jî hate ragihandin û ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve bi fermî hate naskirin.

FERMANDARÊN 12 SWARIYAN: CIVYAN Û HEREKOL 

Fermandarê gerîla Egît Civyan li qada Masîro ya Botanê dema ku Fermandarê Qada Botanê ya HPG'ê bû di 11'ê Îlona 2020'an de, di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bû. Yek ji 12 gerîlayên destpêkê yên xwe gihandin Şengalê fermandarê hêzên rizgarkirina Şengalê Dilşêr Herekol bû. Dilşêr Herekol jî di 18'ê Cotmeha 2020'an de li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê di êrîşa hewayî ya li ser çiyayê Amanosê de şehîd bû.