Gelê Wan wê vê carê 8 wekîlan bişîne parlamentê

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Azîm Yacan got, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ew dixwazin 8 ji 8 wekîlan bişînin Meclîsê û diyar kir, AKP wê bibe partiyeke ku tenê navê wê heye.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, rêxistinbûna xwe ya hilbijartinê ya li navçeyan qedand û karê xwe yê ji bo hilbijartinê didomîne. Alîkarê Hevserokên Bajêr Azîm yacan got, vê carê wê 8 wekîlên xwe bişînin Meclîsê.

HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de nêzî 80 ji sedî yê dengan li Wanê bi dest xistibû, bi vî rengî bûbû partiya yekemîn û 7 ji 8 parlamenterên bajêr bi dest xistibû.

Yek ji bajarên ku bi Rewşa Awarte û zordariya dewletê re ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatiye desteserkirin û talankirin Wan e. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 11 Şaredariyên DBP'yî bi destê karmendên dewletê hatin desteserkirin. Hevşaredarên DBP'yî û parlamenterên Wanê yên HDP'yî girtî ne.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Bajaran ê ji Rêxistinbûnê Berpirsyar Azîm Yacan diyar kir ku li gel destgîrkirin û girtinê jî gelê Wanê bi baldarî tevlî karê hilbijartinê dibe û got, "Di dema vekirina buroyên hilbijartinê yên HDP'ê de gelê me destekeke xurt dide. Merasîmên vekirina buroyan mîna mîtîngan e. Eleqe û bala gelê me roj bi roj zêde dibe."

WÊ WELÊ LI AKP'Ê BÊ KU TENÊ NAVÊ WÊ BIMÎNE

Yacan işaret bi nerazîbûna gelê Wanê ya li AKP'ê û qeyûm kir û got, "Binpêkirina mafên mirovan ên bi Rewşa Awarte re zêde bûn, dîlgirtina parlamenterên HDP'yî û hevşaredaran, desteserkirina şaredariyan bi destê qeyûman, girtina bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP'ê, derxistin ji kar a bi hezarna mirovî ya bi biryarnameyan, ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Di vê hilbijartinê de armanca me 7 nîne, em ê 8 ji 8'an derxînin. Em ê hemû namzetên xwe bikin wekîl. AKP wê bibe partiyeke ku tenê navê wê heye."

RÊXISTINBÛNA HILBIJARTINÊ TEMAM E

Yacan bi bîr xist ku wan 23'ê Nîsanê dest bi karê hilbijartinê kirine û li navend û 13 navçeyan koordînasyona hilbijartinê ava kirine. Yacan anî ziman, di bin sîwana koordînasyona hilbijartinê de jî wan komîsyonên rêxistinbûn, teknîk, agahî, dengdêrên ne bicihbûyî, karên hilbijartinê û maliyê ava kirine û got, "Beşeke mezin a karê me qediya. Her wiha karê ji bo diyarkirina endamên desteya sindoqê didomin."

HEVSEROKÊ HDP'Ê JÎ NAMZETÊ WANÊ YE

Di nava namzetên HDP'ê yên Wanê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û rojnamevan Tayîp Temel jî hene ku bi salan di nava çapemeniya Kurd de ked daye. Lîsteya Wanê wiha ye:

1- SEZAÎ TEMELLÎ

2- BEDÎA OZGOKÇE ERTAN

3- MÛRAT SARISAÇ

4- MÛAZZEZ ORHAN

5- TAYÎP TEMEL

6- CENGÎZ ÇÎÇEK

7- MÛKADDES KARAKOÇ

8- ASÛMAN YELMAZER