Waliyê Tirk ê Wanê gef li keyayan xwar: Bi ya me bikin, naxwe...

Waliyê Tirk ê li Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li navçeya Mûradiye ya Wanê bi keyayan re civîn li dar xist û bi 'qeyûmtiyê' gef li keyayan xwar. Walî ji keyayan xwest ku bi ya wan bikin.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku beriya niha li navçeyên Payîzava û Sarayê bi keyayan re civiya û di mijara HDP'ê de gef li wan xwar, roja Pêncşemê jî li navçeya Mûradiyeyê bi keyayan re civiya.

Tevî Bîlmez, Fermandarê Jendermeyan jî tevlî civîna li pirtûkxaneya navçeyê bû.

Walî Bîlmez cerdevanên Kirgiz ên li Erdîşê jî danî kêleka xwe û diyar kir ku bendewariyên wan ji keyayan heye û gef li wan xwar.

Bîlmez got, "Pira navbera dewletê û welatiyan hûn in. Em li bendê ne ku keya bi ya me bikin."

Bîlmez îdîa kir ku ji bo xizmetê beriya her tiştî divê pirsgirêka ewlekariyê çareser bibe û got, "Naxwe dewlet wê neçar bimîne qeyûman tayîn bike. Dewlet neçar dimîne qeyûman tayîn bike. Hêvî dikim wê dewlet neçar nemîne ku qeyûman bîne serê we."

Hin keyayên tevlî civînê bûn û nexwestin navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ku Waliyê Wanê gef li wan xwariye û gotiye, "Eger partiyeke din li vir dengekî zêde bigire, em ê qeyûm tayîn bikin."