Ji ber giliyên gundiyên ku êşkence li wan hatî kirin, a li Dadgeha Destûra Bİngehîn, Walîtiya Wanê parastin kir, îdîa kir tişta ku hatî kirin li gorî qanûnan e û got, ''Ji ber ku tenê carekê bûye û bi tedawiyeke ser piyan birîndar hatine tedawîkirin, aşkere ye ku ev tevger ne êşkence û tehde ye.''
Têkoşîna hiqûqê ya çar gundiyên ku piştî çalakiya li ser Emniyeta navçeya navçeya Westanê ya Wanê, didome.
Walîtiya Wanê ku Cemal Aslan, Halîl Aslan, Necdet Beysûm û Abdulselam Aslan 'sûcdar' ragihandibû, têkilî gilihê Abdulselam Aslan a li Dadgeha Destûra Bingehîn parastin kir.
Walitiyê di parastina xwe de got Abdulselam Aslan, Halîl Aslan, Necdet Beysûm, Cemal Aslan ''li gorî qanûnê hatine girtin û destgîrkirin'', ''gilî hatiye kirin ku dema destgîrkirinê êşkence û tehde li wan hatiye kirin'' û got, ''ji ber ku delîleke berbiçav'' derheqê polîsan Hakan Erîlgîn, Kerem Sonmez, Muhammed Cîhan Oksuz, Murat Şener, Ozcan Eslen û Ozkan Zamûr nehatiye dîtin ''biryara neşopandinê'' hatiye dayin. Walîtiyê her wiha got, ''Weke ku tê îdîakirin, ti êşkence û tehde li serlêdaran nehatiye kirin, di qonaxa darazê de ya ji bo lêkolîna vê rûdanê, darizandineke dadmen hatiye kirin.''
Walitiyê di parastina xwe de her wiha got 'bêyî xwestinê sînorê zorê derbas kiribin jî, ji ber ku carekê bûye û birîndar li ser piyan hatine tedawîkirin, ev weke êşkence û tehdeyê nikare were hesibandin.''