Walîtiya Mûşê li ser 2 gundan biryara qedexeyê da

Walîtiyê li dijî sersaxiya Koçer Ozdal biryara ‘qedexeyê’ da.

Piştî ku HDP’yiyan got ew ê biçin sersaxiya Koçer Ozdal Walîtiya Mûşê ragihand ku ketin û derketina ji herêmê qedexe ye.

Piştî ku şandeyeke ji serokwekîlê koma  HDP’ê, parlamenteran, hevserokê rêxistinên bajêr ên HDP’ê wê biçin sersaxiya girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê ku li nexweşxanê desten wî kelepçekirî jiyana xwe ji dest dayî Walîtiya Mûşê ketin û derketina herêmê qedexe kir.

Walîtiyê gundên Kers û Leglegê kire ‘Herême Ewlehiya Demdemî’. Walîtiyê ragihand heta 4’ê Îlonê ketin û derketina herêmê qedexe ye.

Walîtiya Mûşê nehiştibû ku wekîlên HDP’ê biçin ser cenaze jî.