Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Viyan Caf li warê xwe li Silêmaniyê ji aliyê sedan jinan ve hate bibîranîn.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Viyan Caf di 13’emîn salvegera şehadeta xwe de li warê xwe Silêmaniyê bi merasîmekê hate bibîranîn. Merasîm ji aliyê Tevgera Jinên Azad ên Başûrê Kurdistanê RJAK’ê ve seat 14:00’an li Holî Rewşenbîr a Silêmaniyê hate lidarxistin.

‘XETA VIYAN LI EFRÎN Û KOBANÊ ZINDÎ BÛ’

Di merasîmê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Dayika Fethiye axivî û wiha got; “Xwîna şehîd Viyan wê li erdê nemîne. Weke jinên Başûrê Kurdistanê em deyndarê şehîd Viyane. Rêbaza şehîd Viyan û şehîdên herçar parçeyên Kurdistanê îro li Efrînê didome. Hevalên şehîd Viyan niha li Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Şehîd Avesta Xabûr li ser xeta Viyan Caf meşiya û bû hêrsek li djî faşîzm û dagirkeriyê.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan hate temaşkirin. Sînevîzyonê de beşek nameyên Şehîd Viyan hatin nîşandan.

Di merasîmê de li ser navê Hevseroka Tevgera Azadî ya herêma Silêmanî Ronak Mecîd jî axivî û got; “Tişta şehîd Viyan di 2006’ê de dibêje, di roja îro de hemû pêkhatine. Şehîd Viyan ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bû pêşeng. Bi pêşengiya wê bi sedan jin tevlî kar û xebatên azadiyê bûne.”

Piştre gruba mûzîkê ya Şehîd Viyan Caf çend stranek pêşkêş kirin. Di dawiya merasîmê de jî girse bi hev re çûn ser gora Şehîd Viyan Caf a li Goristana Seywan li bajarê Silêmanî.

Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) di sala 1981’ê de li bajarê Silêmanî hate dinê. Di sala 1997’ê de tevlî nav refên gerîla bû. Di şeva 1-2’ê Sibata 2006’ê de li herêma Heftanîn çalakiyek fedayî lidar xist.