Vîrûsa Koronayê li Hewlêrê jî hate dîtin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî bûyerên vîrûsê yên li bajarê Silêmanî û şûnde li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê jî jineke 33 salî û heman demê ducanî ye bi vîrûsê ketiye.

Li gorî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi giştî li Hewlêrê testên 27 kesan hatine kirin. Hate gotin ku di nava wan kesan de, li ser jinekê nîşana vîrûsa koronayê hatiye dîtin. Wezaretê ragihand ku ew jina bi gumana vîrûsê li ser hebû, bi vîrûsê ketiye û xelaka Hewlêrê ye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû kesê kir da ku bi biryarên ji bo pêşîgirtina vîrûsa Korona yên Hikumeta Herêma Kurdistan û Wezareta Navxweyî ve girêdayî bin.

Rêberiyê Tenduristiya  Giştî ya Hewlêrê Dilovan Mihemed di civîna çapemeniyê de, eşkere kir ku jina ku li Hewlêrê bi vîrûsa korona ketiye ducanî ye û got ku rewş wê di bin kontrolê de ye.

Dilovan Mihemed destnîşan kir ku rewşa wê û zaroka wê baş e. Herwiha got ku ji bo xizmên wê jî test hatine kirin û derketiye holê ku vîrûsê negirtîne.