Vîrûsa koronayê bandor li weşangeriyê jî kir

Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal da zanîn ku qeyrana aboriyê û şewba vîrûsa koronayê bandorek mezin li ser sektora weşanxaneyan kiriye.

Bi qeyrana aborî ya heyî re hatina şewba Covîd-19 bandoreke neyînî li gelek sazî, dezgeh û kargehan kir û hatin girtin. Ji van kargêhan yên ku ji ber bilindbûna dovîzê di bin bandoreke nebaş de mane weşanxaneyên pirtûkan e. Weşanxane û pirtûkxane dixwazin pirtûkên li ber destê xwe xelas bikin, lê ji ber qeyranê nikarin tiştên nû hilberînin. Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal der barê mijarê de axivî.

‘ÇAPKIRINA PIRTÛKAN RAWESTIYA YE’

Zal da zanîn ku qeyrana aboriyê û rewşa vîrûsa koronayê bandorek mezin li ser sektora weşanxaneyan kiriye û wiha axivî: “Ji ber qeyranê kaxiz gelekî buha bûye û em nikarin xebatên xwe bidin meşandin. Ji ber vê rewşê jî çapxane naxebitin û ev jî bandorek mezin li ser çapkirina pirtûkan û belavkirinê dike. Her wiha ji ber ku mirov ketine hundirê malê dixwazin pirtûkan bixwînin, lê mixabin ji ber rewşa vîrûsa koronayê û qeyrana aboriyê çapkirin û belavkirin pirsgirêke. Kargo pir buha bûne û mijara şandinê jî gelekî zehmet bûye. Berî niha dema pirtûk dihatin xwestin di nava du rojan de digiha destan, lê belê niha di nava heftiyekê de jî nagihe destan. Ev yek jî xwendekaran û me weşanxaneyan jî aciz dike.”

PIRTÛKÊN DIJÎTAL

Zal destnîşan kir ku xwendevan di vê pêvajoyê de berê xwe dane qadên çandî û hunerî û wiha got: “Ev jî bû wesîleya xwendina pirtûkan zêde bibe. Lê belê ji ber qeyranê û rewşa korona weşanxane xitimîn. Jixwe em di nava qeyrana aborî de bûn, lê koronavîrûsê ev rewş jî serobin kir. Di dema bê de piştî korona wê jixwe rewşa heyî bê guhertin û her tişt weke berê jî namîne. Em jî weke weşanxane difirin ku em ê li gorî vê guhertinê çi bikin. Dibe ku ji niha û vir ve qîmeta pirtûkên li ser kaxizê nemîne û bandora wan kêm bibe. Pêkan e êdî bandora pirtûkên dijîtal zêde bibe û li ser înternetê pirtûk bên amadekirin. Em jî weke J&J niha li ser vê sîstemê dixebitin. Em hêvî dikin ku ev rewşa korona zû derbas bibe û rewş aram bibe. Ger ev rewş aram nebe dibe ku weşanxane rawestin. Lê belê em ê weke weşanger kar û xebatên xwe berdewam bikin. Lê karê çapkirinê zore û dibe ku raweste.”