Vedat Aydin hate bibîranîn

Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û piştre hate qetilkirin, di 27’emîn salvegera wî de li ser gorî xwe hate bîranîn.

Serokê HEP’ê yê bajarê Amedê Vedat Aydin di 27’emîn salvegera xwe de, ji aliyê malbat, siyasetmedarên Kurd, hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hate bibîraîn. Birayê Aydin Veysî Aydin di bîranînê de axivî û got: “Ji sala 1925’an û vir ve nêrîna dewletê ya li ser Kurdan nehatiye guhertin.”

Merasîma bîranînê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin, li gel malbat, parlemeterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsoglûllari, parlementera HDP’ê ya Amedê Filîz Bûlûttekîn, hevserokên DBP’ê yên Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak û gelek dost û hezkirî amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê û duayan destpê kir.

Li vir hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek axivî û got: “Beriya 27 salan hevalê me yê bû qûrbanê cînayetekê faîlê wê diyar hate qetilkirin. Ne tenê Vedat Aydin, 23 mirovnê nem ji aliyê kesên rûpoş ve hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna hevalê xwe bidomînin. Wê têkoşîna berxwedanê ya Vedat Aydin bidome.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari diyar kir ku li Gel Vedat Aydin û di siyaseta Kurd de xebatkiriye got: “Vedat Aydin yek ji pêşengê siyaseta Kurd bû. Ev 27 sal derbas bû. Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên qirêj ên şer Vedat Aydin hate qetilkirin. Vedat Aydin li gel me dijî. Em ê têkoşîna wan bişopînin.”

Birayê Vedat Aydin Veysî Aydin jî di bîranînê de axivî û got: “Gelê Kurd tê hedefkirin. Ji sala 1925’an û vir ve nêrîna dewletê ya li ser Kurdan nehatiye guhertin. Heta ku ev hişmendî neyê guhertin wê Kurd tim di hedefê de bin. Kujerê Aydin jî ev hişmendî ye. Divê êdî gelê Kurd bê naskirin. Eger ev nebe wê gelê Kurd û Tirkiye jî ziyanê ji vê bibîne. Divê vîna gel bê naskirin. Operasyonên derveyî sînor û bomberdûmankirina her qadê vê pirsgirêkê çareser nake.”