VEDAŞ’ê kameraya polîsan li ser saetên elektrîkê bi cih kiriye

Derket holê ku VEDAŞ’ê kamerayên veşartî li saetên elektrîkê ya li ser dîrekan bi cih kiriye. Yekîneyên Tolhildanê yên Eyaleta Serhedê hişyarî da VEDAŞ’ê.

Yekîneyên Tolhildanê yên Eyaleta Serhedê diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda xebatên kontra û îstîxbaratê didomîne û da zanîn ku VEDAŞE’ê bi vê armancê kamerayên veşartî li saetên elektrîkê ya li ser dîrekan bi cih kiriye û li hinek cihên kar jî li gorî daxwaza dewletê berê kamerayan hatine eyarkirin. Yekîneyên Tolhildanê yên Eyaleta Serhedê hişyarî da VEDAŞ'ê û xwediyên dikanan.

ELEKTRÎKA QAÇAX HINCET E

Yekîneyên Tolhildanê yên Eyaleta Serhedê bi daxuyaniyekê gotin: “Beriya demekê tenê li Kurdistanê qaşo ji bo astengkirina elektrîkê qaçax, saetên elektrîkê danîbûn ser dîrekan.

Divê gelê me bizane ku elektrîka qaçax tenê hincet e. Demek dirêj e ku em li ser vê mijarê dixebitin. Me yek bi yek tespît kir ku bi taybet li hemû kolanên Wanê û li gelek kolanan kamerayên veşartî li saeta elektrîkê ya li ser dîrekan bi cih kirine ku hemû derên kolanê û hundirê malan jî dibînin. Her wiha li pişt saetên elektrîkê ku bi hevkariya polîs û VEDAŞ’ê  kamera hatine bicihkirin, ji bo ku ji yên din bên cudakirin bi plaqên şîn hatîne nîşankirin. Jixwe dema ji derve bê temaşekirin bi awayekî zelal xuya dibe.

VEDAŞ WÊ BIBE HEDEF

VEDAŞ, hemû xebatkar û wesayitên ku di vê organîzasyonê de cih digrin wê bibin hedefa me. Em xwediyên dikan û malan, cara dawî hişyar dikin; Yan hûn ê van kamerayan tenê li gorî cihên ku kar bibîne bi cih bikin an jî bi temamî rakin. Yan na em ê mudaxeleyê li dikan û xwediyên dikanan bikin. “