'Vê carê wê bi ya wan nebe'

Li Omeryanê, tevî tevî ku qedexe hatiye rakirin jî, leşker xwe ji bo operasyonê amade dikin. Dayika Pero diyar kir ku wê Omeryanê neterikînin û got, "Berî 20 salan min koç kir, lê vê carê bi ti cihî ve naçim. Vê carê wê bi ya wan nebe."

Li Omeryanê, piştî şerê hefteyek berê qewimî, Walîtiya Tirk derketina derve qedexe kiribû û bi qedexeyê re agir bi çiyayê Omeryanê hatibû xistin. Şewata ku ji aliyê leşkeran ve hate derxistin, 4 rojan dewam kriibû û bi sedan hektar erd bûn xwedî, bi dehan heywan û dar şewitîn. Gundiyên ku dehl û rezê wan şewitîn, keda wan a salekê ji destê wan çû. Tevî ku li herêmê qedexe hatiye rakirin jî, leşkerên li ser girên li dora gund in, amadekariyê ji bo operasyonê dikin. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşkerên xwe datîne çiyayê Omeryanê. Derket holê, leşkerên ku niha li vê herêmê operasyonê dikin, 'yekîneyên taybet' in ku gundên Talatê û Xerabê Bava meha Adarê şewitandin.

Di nava salekê de daristanên herêma Omeryan a Nisêbînê 3 caran hatin şewitandin. Gel jî li hemberî dorpêçî û zextan her li ber xwe dide. Bi qedexeya dawî re ji ber şewatê bi sedan ehktar dehl, rez û qadên şênkahiyê şewitîn. Gelê herêmê bi derneketina ji gundên xwe bersiva herî baş dide polîtîkayên koçberkirinê. Gundiyên ku dehl û rezên wan hatin şewitandin, anîn ziman ku di salên 90'î de jî xaniyên wan hatine şewitandin  û bi heman armancê ew ji gundê wan derxistine. Dayika Pero got, "Lê vê carê, çi dibe bila bibe, em ê bi ti cihî ve neçin."

Dayika Pero destnîşan kir, ku mîna 20 sal beriya niha wê niha jî li dijî van qedexe û şewatê bisekinin û çi dibe bilav bibe wê gundê xwe neterikîne.

'20 SAL BERÊ JÎ HEMAN TIŞT KIRIBÛN'

Dayika Pero qala zext û zordariya salên 90'î kir û got, "20 sal beriya niha bû, ji xafil ve avêtin se gund. Em hemû li wesayitan siwar kirin û bi zorê birin. Nehiştin em pêlava xwe jî bixin lingê xwe. Em neçar man gundê xwe, cih û warê lê ji dayik bûne û mezin bûne biterikînin û biçin Îzmîrê. Li wê derê bêhn li min diçikiya. Min dixwest demek ji ya din zûtir vegerim. Piştre biryar derket û gotin, 'hûn hemû dikarin bên'. Em jî bi lez û bez hatin."

'EM Ê MALÊN XWE NETERIKÎNIN'

Dayika Pero diyar kir, ku dema ew hatin, dîtin ku tiştek neguheriye û wiha dewam kir: "Dema em hatin, heman bûyer dewam dikirin. Li gund her hefte ya şer diqewimî ya jî qedexe dihate ragihandin. Berê malên me dişewitandin, niha jî ji bo hê tehdê bikin, çiyayên me dişewitînin. Çi dikin bila bikin, em ê malên xwe neterikînin."

Dayika Pero destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê vê carê gundê xwe neterikîne û got, "Dehl û rezên me şewitîn. Lê min carekê terikand, ez ê careke din qet neterikînim. Miriyên me hemû li vir in. Ez jî dixwazim li vir bimirim. Dibe ku her hefteyê şer biqewime ya jî şewat derkeve. Lê ez ê vê carê neçim. Vê carê wê ya bi dilê wan nebe."