Fermandarê pêşmergeyan ê li Kerkûkê qala dema êrîşê kir

Fermandarê Alaya Eniya 5. a eniya başûrê rojava ya Kerkûkê, albay ê YNK'î Osman Şehîd Vahap ji ANF'ê re qala bûyerên li eniya başûr û başûrê rojava yê Kerkûkê qewimî, kir.

Fermandarê Alaya Eniya 5. a eniya başûrê rojava ya Kerkûkê, albay ê YNK'î Osman Şehîd Vahap got, "Me li eniya 4. şer kir û di encamê de 105 şehîd, 200 birîndar û 45 esîr dan. Eniya 5. jî ku Kemal Kerkûkî fermandarî jê re dikir, berî ku fîşekekê biteqîne, yekser çeperên xwe terikand. Tevî vê yekê jî radibin dibêjin YNK'ê xwe vekişand."

'ME 105 MIRÎ, 200 BIRÎNDAR Û 45 ESÎR DAN'

Fermandarê Alaya Eniya 5. a eniya başûrê rojava ya Kerkûkê, albay ê YNK'î Osman Şehîd Vahap ji ANF'ê re qala bûyerên li eniya başûr û başûrê rojava yê Kerkûkê qewimî, kir.

Vahap got, "Eniya me ya 4. kete nava şerekî dijwar û bi bandor. Di vî şerî de eniya me ya 4. li taxa Sanayî, Taze û hin herêmên din şer kir" û anî ziman, ku di vî şerî de 105 şehîdên wan çêbûne û 200 jî birîndar. Vahap diyar kir, ku 45 pêşmergeyên wan jî esîr hatine girtin û wiha dewam kir: "Li hemberî nuqteyeke ku 50 pêşmergeyên me lê bûn, bi 50 tankan êrîş hate kirin. Lê tevî vê yekê jî berxwedaneke xurt hate nîşandan. 25 ji hevalên me yên dîl hatin girtin, hatin. Agahî ji 20 ji wan hê jî nîne. Em nizanin bê çi bi wan hatiye. Li bajarokê Taxe, taxa sanayî û cihên din dema êrîş li hemberî hêzên me dest pê kir, diviyabû li gundên Mella Abdullah, Xirabê Rût û Mame dest bi berxwedanê bikira. Eger li van gundan şer dest pê bikira, hêzên me derbek ewqasî giran nedixwarin. Diviyabû ev gund nehatibûna teslîmkirin. Em di şer de şikestin. Baş e, çima Dr. Kemal dest li rewşê werneda û ji bo pêşî li şikestinê bigire fermana şer neda? Tevî ku ji bo şer ferman neda, her wiha destûr neda yên dixwazin şer bikin."

'ENIYA DIBISÊ HATE RADESTKIRIN'

Vahap anî ziman, ku eniya wan a li başûrê rojava weke eniya 5. tê zanîn û got, "Ev enî li nêzî Dibisê bû. Kerkûkî li cem min bû. Weke hêzên YNK'ê me xwe ji bo şerekî dijwar amade kiribû.

Li gorî plansaziya me, eger êrîş li aliyê hêzên Tûggeneral Hekîm Sedî bihata kirin, em ê ji bo piştgiriyê biçûna wê derê.

Ji bilî fermana Dr. Kemal Kerkûkî me nekarîbû tiştekî bike. Ji ber ku fermandarê me yê eniyê ew bû. Lê belê ji bo em li ber xwe bidin, ti ferman neda. Berevajî, li wê eniyê fîşekek bi tenê jî nehat teqandin. Alaya me ya 4. bi êrîşên dijwar hate şikandin. Lê belê plan hatibû kirin ku alaya 5. şer bike û tola wan hilîne. Lê ev bi cih nehate anîn. Bicihanîna vê planê li aliyekî, berî ku ew bên ferman hate dayin ku em çeperên xwe biterikînin. Nehiştin ku em biçin alîkariya hevalên xwe. Ji ber ku hêzên di parastina me de bûn vekişand û em bê parastin hişt, em jî neçar man xwe vekişînin.

Li pêşberî vê rewşê min gelekî zehmetî kişand. Bi girî vekişiyam. Ji ber ku ev ax bi xwînê hatibû avdan."

Vahap der barê îdîaya "YNK'ê xiyanet kir, dest ji çeperan berda" ya di çapemeniya PDK'ê de hat eewşandin, ev bersiv da: "Rica dikim, bi gotina 'YNK'ê xiyanet kir, dst ji çeperan berda' heqaretê nekin. YNK tevgereke ku xwedî derya xwînê ye. Tevgereke ku li ser xwîna bi hezaran pêşmergeyên şehîd ava bûye. Bavê min şehîdê vê tevgerê ye. YNK'ê ji ber ku zanîbû wê Kemal Kerkûkî şer neke û ferman şer nede, xwe vekişand. Piştî ku Kemal Kerkûkî dest ji eniyê berda, pêşmergeyên YNK'ê bi fermanê vekişiyan. Piştî ku pêşmergeyên PDK'ê yên parastina me dikirin vekişiyan, eger hevalên me venekişiyan wê 13 hezar pêşmergeyên me tasfiye bibûna. Ji ber ku fermandarên pêşmergeyên PDK'ê ferman nedan, fîşekek jî wan fîşekek jî neteqandin. Lê me 105 şehîd dan. Ev encam nîşan dide bê kê şer kir, kê şer nekir. Bes YNK'ê sûcdar bikin, bes neheqiyê li pêşmergeyên YNK'ê bikin. Hûn şer nakin, lê belê bi navê xwebexşan dest ji kuştina ciwanên Kurd berdin. Bila êdî mirovên me nemirin.

Li herêmên cihê nîqaşê ne, PDK'ê fîşekeke bi tenê jî neteqand. Li Bayhasan û herêmên din ên petrolê yên di destê wan de bûn, fîşekek bi tenê jî neteqandin.

Ev sê sal in bi pêşmergeyên PDK'ê re dixebitim. Em baş hev nas dikin. Em cesareta hev jî baş dinasin. Em baş zanin bê kî ji me bi rûmet e, kî bê rûmet e."

'JI BO DIYALOG Û ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN LI DORA MASEYÊ RÛNÊN'

Vahap diyar kir, ku divê dawî li aloziya navbera PDK û YNK'ê bê anîn û got, "Bang li partî û YNK'ê dikim. Ji bo gel, rê li ber pirsgirêkan venekin. Gelê me êdî nikare vê rake. Kerkûk niha bêdeng e. Bi navê xwebexşan ciwanan nedin kuştin.

Ji bo nîqaş û çareseriyê, li maseyê vegerin û hevdîtinê bikin.

Ji ber ku we li kesî guhdarî nekir, welatên navneteweyî jî êdî destekê nadin me."