Hêlîn Umît: Jin li her qadê bi rola pêşengiyê radibe -20

Endama Meclîsa PAJK'ê Hêlîn Umît got, "Jinên Kurd heta ku hebûna Kurdan neparêzin nikarin xwe biparêzin" û destnîşan kir ku di pêvajoya pêngavê de wê li her qadê bi erka pêşengiyê rabin.

Endama Meclîsa PAJK'ê Hêlîn Umît bersiv da pirsên ANF'ê.

Jin wê çawa pêşengiyê ji pêngava, 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema azadiyê ye' re bikin, ji bo pêngavê bi ser bixin rola jinê çi ye?

Pêngava ku Konseya Rêveber a KCK’ê 12’ê Îlonê ragihandî ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema azadiyê ye', di demeke pir dîrokî ya girîng de pêk tê. Hûn jî pê dizanin kokên her rasteqîniya ku bûyî xwedî hebûn, xwedî rêgezên hebûnê ne ku li ser çêdibin. Li ser van rêgezan mirov dikare bersivê bide bê ka jin wê çawa tevlî vê pêngavê bibin û bi kîjan astê pêşengiyê bikin.

Heke mirov bibêje têkoşîna me ya azadiyê ji destpêkê û heta niha serheviya pêngavan e ku hev temam dikin wê ne şaş be. Tevgera me ev taybetmendiya xwe ji şêwaza têkoşînê ya Rêber Apo stand û heta niha gelek geşedan li pey xwe hiştin. Tevgera azadiya Kurdistanê bixwe, li dijî komara Tirk ku dixwaze hebûna Kurdan înkar û îmha bike, bû dij pêngava hebûnê ku di şertên herî dijwar de hebûna xwe didomand. Geşedana tevgera jina azad a Kurdistanê û rabûna wê li ser eynî diyalektîkê geş bû. Yek ji wê rastiyê ku têkoşîna ku em didin ser wê ronî kiriye, ew e, dema ku mijar hebûna Kurdan, civakîbûna Kurdan be mêtingeriya qirker êrîşên giran bi ser jinan de tîne. Ji vî alî ve, mirov dikare bibêje tevgera jina azad a Kurdistanê ji destpêkê ve li dijî rasteqîniya TC’ê ku ji ser ta piyan hêza êrîşê ya zilamserwer e pêngava welatparêzî, azadî, xurtbûn û rawesta li ser xwebûnê ye.

Min xwest balê bikişînim ser rêgeza me ya bûyinê ya tevgera jinê. Ji ber ku em tevgereke wiha ya jinê ne ku bi têkoşînê re çêbûne û radîkaliya me ji vir tê. Pêngava, ‘’Bes ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye’’ bi pêngava, ‘’li dijî qirkirina jinê dema azadiya jinê û parastina civakê ye’’ ku bi hev re û zik hev de me daye destpêkirin hev temam dikin. A rast bi pêngava ku me tevgera jinê dayî destpêkirin, em dibine hêza rêxistinî ya pêngava giştî. Helbet maneya tevlêbûnên yek bi yek, xebatan heye. Lê em tevgera jinê ji hêza rêxistinî, plankirî û çalak bawer dikin.Ji ber ku êrîşên sistematik û rêxistinî yên li ser jinên Kurd dli ti devera cîhanê nîne. Belkî jî were gotin li ser hemû jinan, bi serweriya mêr, êrîşa sazî, kom û kesan heye. Ev bi giştî rast e. Lê dema ku mijar jinên Kurd bin, hin reseniyên xwe hene ku wan ji hevcinsên xwe cihê dike. Helbet li ser jinên Tirk, Fars, Ereb, Anglo Emerîkî, Çermsorik, Slav jî poltîtîka li ser nasnameyên wan ên civakî, ên resen hene. Dixwazim bibêjim, jinên Kurd bi sebeba sereke ya ‘hebûn’’ê, bi vê divêtiyê vê pengavê wê rê ve bibin û pêşengiyê bikin. Ji bo Xwebûnê, ango ji bo ku weke xwe bimînin. Ti vebijêrkeke dî nîne ku pêngava, ‘’Bes ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye’’ li ser hîmê, ‘’jina azad û parastina civakê’’ were geşkirin.

Pirseke dî ya ku em dixwazin bersiva wê bibinin ew e bê ka jin wê li kûdera vê pêngavê bin.

Li ser jina Kurd ne tenê êrîşa fizîkî heye. Êrîşa fizîkî ji bo pergala nirxan a ku temsîla wê dike, ya avaniya kulturî, manewî belawela bike bi rengekî biplan e. Ji vî alî ve jinbûna zor e lê ji bo jina Kurd û ji bo ku wiha bimîne hewceyî bi formasyon û asteke hişî heye. Civaka Kurd bi gewherê xwe, bi pêşenga jina bûye xwedî nasname. Ji ber vê ye, li gorî gelek civakên din, bi hêza kulturî ya jinên Kurd bi hezaran salan li ser piyan maye. Ev rastî di roja berdest de jî wiha ye, bi Rêber Apo re bîreweriya wê hatiye çêkirin û kiriye ku pêşengiyê ji jinên cîhanê re bike. Îro çi kesê ku bi jina azad re têkilî danîbe nikare bibêje ku karîgerî li ser nebûye. Bi vê rastiya civakî ya dîrokî re, nakokiya sereke ya serdema me nakokiya cinse bûye yek. Cîhana ku li ser serweriya mêr û avaniyên desthilatê şareza bûyî, herî pir li ser rastiya jinê derzeke mezin çêkiriye, nakokî mezin kirine û li hemû qadan berbelav kriiye. Pirsgirêkên ku bi ser jinê re di nav civakê de hatine girankirin hatine rewşeke wiha ku nema dikarin werin ragirtin. Ji ber van du sedeman, bi giştî jin û bi taybet jinên Kurd pêşengên têkoşîna me ya civakî ne.

Pêngava, ’Bes ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye’’ ji bo jinan dibe rêya xweparastinê. Ji berk u jinên Kurd bêyî ku hebûna Kurdbûnê biparêze nikare xwe heyî bike, biparêze. Ji ber vê em dibêjin,’’li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye.’’

Ji bo ku em vê pêk bînin a girîn ew e ku mirov li hedefê zelal bie û biryardar be. Lê bi qasî vê divê mirov rêya rast, rêbaza rast ku me bigihîne wê armancê jî diyar bike û tiştên hewce bike. Em tevgera jina azad em pê dizanin ku bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo em dikarin bigihihijin hedefên ku pêngava me diyar kiriye. Ji bo vê divê em hêzeke raman û hîsê û rêxistiniya vê û xeta vê ya çalakiy3e geş bikin ku wê êrîşên li ser Rêbertiya me pûç bike. Peywira pêşî û sereke ya hemû jinan û jinên Kurd ev e.

Li vir dive mirov komployê rast fêhm bike. Ji bo her Kurdî girînge ku komploya navnetewî fêhm bike. Lê ji bo jinên Kurd bêhtir girîng e. Rêber Apo ku netewebûna Kurdan li ser xeta azadîxwaz a demokratîk a li ser jinê ava kirî, asta maneyê ku di dîrokê de qet nebûye bi jina Kurd re ava kir. Jina ku ew mehkûmî bêmanetiyê kiribûn bi felsefe û pratika Rêber Apo bûye xwedî mane .Heke mirov Rêber Apo ji jiyan, hiş û hebûna jinan derxîne ya ku wê bimîne ne sîsik lê wê gerode be. Ji vî alî ve dema ku tê armanckirin neteweya demokratîk Kurdan hilweşînin, parçe bikin û par ve bikin armanca sereke ew e ku jina azad tine bikin. Komploya navnetewî beriya her tiştî jina azad kiriye hedef, ku jina azad dil, rih û ramana neteweya demokratîk. Ji bo vê jinên Kurd pir baş pê dizanin heta ku mirov baş serwextî komploya navnetewî nebe û pergala êşkence û tecrîdê neşkînin wê nikaribin hebin.

Aşkere ye kudi serî de gelê me, jin ji destpêka komploya navnetewî 9’ê Cotmeha 1998’an û heta niha li dijî komploya li ser Rêber Apo tim di tyakûzê de bûn. Bi vê wesîleyê di sala 23’an a komploya navnetewî de di eşxsê Rêber Apo de hemû hêzên ku di vê komployê de ya li dijî Kurdan û mirovahiyê hatî kirin şermezra dikim, dixwazim diyar bikim bi berxwedana domdar a 22 salan hatine pûçkirin. Careke dî şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ ku li dora Rêber Apo bûne xelekek ji êgir bi hurmet û minet û bêrîkirin bi bîr tînim. Ev 22 sal in hemû têkoşîna tevgera azadiya, bi jin û meran ji bo hilweşandina pergala êşkenceyê ya Imraliyê û têkbirina komployê hate kirin. Gelê Kurd hay ji girêdana di navbeyna xwe û Rêbertiya xwe de heye û wiha jiya û dijî. Bi vê têkoşînê gelê Kurd bû xwedî destkeftiyên mezin. Lê em baş pê diznain ku pergala Immraliyê pergala komployê ye û bi hilweşandina vê pergalê netewebûna Kurd wê bi ser bikeve.

Di têkoşîna dijî komploya navnetewî de heta niha tevgera jina azad bû pêşeng. Li ser mijara Rêbertî yên herî hesas, bihistyar jin in. Sedema vê ya sereke ew e ku di dîrokê de cara pÊşî Rêbertiyeke bi vê astê nêzîktêdayineke wekhev û azad li jinê dike, bi asta hevrêtiyê ya ku afirandî û dayî ev mane çêbûye. Ez dixazim diyar bikim ev pênaseya ku min hewl dayî bi hevokekê bibêjim, hêla herî hîsî û dilsoziyê ye. Ji ber vê, me tevgera jina azad ti caran komploya navnetewî û pergala êşkenceyê ya Imraliyê neserifandiye. Bi ser de, her ku dom kir û vê pergalê bi rengekî xwe domadn, hêrsa me zêdetir bû. Heta niha di têkoşîna dijî komploya navnetewî de berxwedêriya jinên Kurd gihaşte asteke dastanî. Divê kesek ne li bendê be û ne hêvîdar be ku jin hê bêhtir û vê qutbûna biêş a ji Rêbertî, ku ji bo jinan azadî bixwe ye, qebûl bikin. Rêber Apo di rojên dawî yên Şamê de, beriya bi 9’ê Cotmehê bi çend rojan gotibû, ‘’ji hev qutbûna fizîkî jî zehmet e’’. Em jin ya herî zor a vê qutbûnê jiyan. Lê weke tevgera me ya azadiyê, tevgera me ya jinan jî, bi zehmetî, êş û hêrsa ku vê qutbûnê çêkirî gihaştin, zîrek bûn. Em sala 23’yan a komployê peyama azadiyê ku me tevgera jina azad bi Rêber Apo re daniye, dîsa nû dikin û pêşwazî dikin.

Bi vê çarçoweyê em diyar dikin em ê di hemû qadên pêvaoya pêngavê de bi asta pêşeng cih bigirin, heta ku komplo bi temamî were şikand û Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite em ê nesekinin. Heke em dîsa werin ser pirsa te, pêşî em jin em ê hebûna Kurdan biparêzin. L ihemû çiya, bajar, deşt, taxan, di xebatên siyaset, kulturê de mli kûderê bin, li dijî êrîşên qirker ên dijî Kurdan em ê rawstin. Ji bo vê em ê bîrewer bin, nîqaş bikin, rêxistiniya vê bikin û çalak bibin. Ji bo ku em vê bikin li her deverê em ê rêxistiniya jinan bikin. Ji bo civaka ku di rojên pêşî de weke çalakiya xwedavendê dihate dîtin were afirandin em ê li ser avakirina neteweya demokrarîk bidomînin. Em ê berxwedaniya dîrokî ya jinên Kurd ku sembola hezkirina li welêt e, li her qadê temsîla wê bikin, em ê rê nedin dagirkerî, mêtingerî û qirkiriyê. Tevgera jina Kurd ku ji agir, ji xweliyê afirî wê bibe kana afirîna bi hezkirniê û bi vê bingehê komploya navnetewî têk bibe û bigihije Rêber Apo.

Pêngavê misyonek hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li derveyî welêt kiriye. Jinên li parçeyên û li derveyî welat wê çawa tevlî pêvajoya pêngavê bibin?

Plansaziya pêngava, ‘li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye’ li her qadê bi rengekî resen pêk hatine. Ji wexta ku hatiye ragihandin û heta niha ji hêla jinan ve rast hate fêhmkirin û bû xwedî asteke girîng. Li şûna ku yek bi yek plansaizya her qada were deşîfrekirin mirov balê bikişîne ser hin aliyan wê baştir bibe.

Beriya her tiştî em pê dizanin ku pêngava ’Bes ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye’’ û pêngava ‘’li dijî qirkirina jinan dema jina azad û parastina civakê ye’’ ne bi şertên asayî geş bûne. Di serdemeke wiha de ku şerekî cîhanî heye, em tam di navenda vî şerî de ne. Poziya gelê me ew e ku vê rastiya şer ji hemû aliyan ve dijî. Em civakeke wiha ya têkoşer in ku pê dizanin li Rojhilata Navîn qodên siyasete wê bi şer diyar bibin. J iber vê jî aliyê herî girîng a pêngava me li ser ratiya gelê şerker wê xwerêxistinî be. Em tevgera jina aza dli çar parçeyên Kurdsitanê divê em vê geş bikin. Jina azad û parastina civakê tê maneya ku mirov bi planên pergala navnetewî yên herêmê re rûbirû bibe. Ji ber ku ji hêla pergala kapîtalîst ve civaka azad tê maneya bicihnehatina plansaziyên wan. Civakên azad kedxwariyê qebûl nakin, eynî weke jinên azad. Ji ber vê jî di serî de li Kurdsitanê rawestandina qirkirina jinan û avakirina civakên ku jinên azad dikarin lê bijîn, pêşî bi qadên hişmendiyê re, tê maneya rûbirûbûna bi pergala kapîtalîst û hêzên wê yên leşkerî, siyasî, çandî û aborî ên herêmî re. Ev ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê an jî Rojavayê Kurdistanê, ji bo Başûr û Rojhilat û ji bo potansiyela me ya jinan a Ewropayê jî wiha ye.

Divê mirov li gorî şer bijî, bixebite û xwe birêxistin bike. Tevgera me, gel û jin em dizanin ku êş û djiwariya şer çawa giran e. Lê wekî ku Rêber Apo di saetên pêşîn ên 9’ê Cotmehê de hê li Şamê gotibû ‘Divê hûn rasteqîn bin, nêta baş wê we bibe dojehê’ Ji ber vê nêra me, tiştên ku em dixwazin bi qîmet be jî divê em rasteqîn bin,li hemberî vî şerê li ser me divê em bi serkeftî pêk bînin. Ji ber vê jî divê di asta seferberiyê de em tevlî vî şerê li dijî xwe bibin. Jinên ciwan ên Kurd li dijî tecawizkarî, qetlîamker û mêtingeriya qirker divê bizanibin ku ev şer wê pêşeroja wan diyar bike û gerîlatî di serî de divê di asta pêşengtiyê de tevlî li her qada şer bibin. Jiyanên berevajî wê, wê bibe jiyanên xwexapandinê û bêwate. Duh wekî li Kobanê îro li Heftanîn û Xakurkê jî jinên ciwan pêşengtiye ji vî şerî re dikin. Di saya van jinên fedaî jinên Kurd di her astên siyasî û civakî de dibin xwedî gotin. Li mala xwe, li dibistanê helwesteke serbilind pêk tîne.

Divê hemû jin karibin tevlî şerê gel ê şoreşgerî bibin. Vî şerê mêtingeriya qirker a li dijî gelê Kurd, ne bi tenê ev e ku gerîlayên li çiyayan dibin hedef. Şer li her derê ye. Ji ber vê divê berxwedan û têkoşîna li dijî wê jî li her derê be. Jixwe tu dayik, keç û jinên welatparêz ne li derveyî vî tiştî ne. Jixwe dijmin nahêle ku ew xwe derveyî şer bihêlin. Li gorî ku em ê dev ji jinbûn û Kurdbûna xwe bernedin, li her qadê divê em li gorî şer bijîn, pêşengtiyê bikin ku bila jin li ser vî esasî xwebirêxistin bikin. Divê cewhera xwerêxistinkirina me ya li her parçeyî karibe vî şerê xweparastinê ava bike.

Divê hemû jin vî şerê em tê de ne baş fêm bikin û wisa tevbigere. Em dizanin ku êrîşên li ser Tevgera Azadiyê wekî pesendkirina pergala navneteweyî be jî, biryargeha vî şerî dewleta Komara Tirkiyeyê ye.Ev hêza ku bi pêşengiya AKP û MHP’ê karakterekî faşîst wergirtiye û wekî rêveberiya komploya navneteweyî dixebite, ne bi tenê li ser dagirkirina Bakurê Kurdistanê naxebite û qirkirina Kurdan dixebite, li parçeyên din ên Kurdistanê û li rûyê erdê ji bo ku Kurd bi ser nekevin, şer li her derê belav dikin. Ji ber vê jî têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, dibe yek ji hedefa şênber û girîng a pêngava me. Jinên Kurd li her qada ku dijî, divê ji bo têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê bixebite. Divê ji bo vê dest bi çalakiyan bike, xwebirêxistin bike û propagandayê bike. Vê klîka faşîst di şexsê Rêber Apo de tecrîd û êşkenceyê li gelê Kurd dike.Bakurê Kurdistanê di serî de hêza sereke ya ku Kurdistan dagir kiriye dewleta Tirk e.

Dema me vê pêngava xwe bi pêş xist, têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê wê diyarker be. Di vir de tişta girîng geşkirina têkoşîna civakî ye. Faşîzma AKP û MHP’ê vî şerî li dijî netewebûna Kurdan a demokratîk dike. Ez qala demokrasiya rêveberina gel dikim. Îro li Tirkiyeyê tu mafekî demokratîk ê gelê Kurd tune û ji ber vê jî bi hezaran welatparêz di zindanê de ye. Ji ber vê jî her roj welatparêzên Kurd tên qetilkirin. Ji ber heman sedemê her meseleyên li ser Kurdan terorîze tê kirin. Heta ku rêxistinbûna civakî û têkoşîn bi pêş nekeve, îro zêdetir tê fêmkirin ku wê siyaset û xweparastin pêk neyê. Dîsa tê fêmkirin ku heta civak xwe birêxistin neke, wê saziyên demokratîk jî pêk neyê. Divê li ser bingeha pêngava xwe em ji van tiştan re bibin bersiv. Milîtanî, siyasetkarî û propagandakariya jinên Kurd divê ji bo vî tiştî bixebite. Ez bang li jinên welatparêz û şoreşger dikim ku li ser vî bingehî bila tevlî parastina jinên azad bibin da ku polîtîkayên qirkirina li ser jinan pûç bikin.

Li Bakurê Kurdistanê her dem şertên serhildanê heye. Em dizanin ku li Bakurê Kurdistanê astengiya herî mezin polîtîkayên şerê taybet e. Polîtîkayên şerê taybet sazî û kesên ku civakê parçe dikin, dixwaze bandora xwe zêde bike. Ji bo bidestxistina civaka Kurd, hejarkirina gel mînaka herî berbiçav e. Dixwazin wan mûxtacî pariyek nan bikin, kesên nasnameya xwe difiroşin ava bikin û cewhera civaka Kurd a piştevaniyê jehrî bikin. Li welatê me ya ku di bin dagirkeriya leşker û polîsan de ye, bi kirinên tecawizkarî û zayendparêzî êrîşî jinên Kurd tê kirin. Jinên Kurd divê karibe civaka Kurdan hişyar bike û birêxistin bike. Ji ber vê divê tax bi tax, kolan bi kolan were xebitandin û bi fikr û xebatên afirîner saziyên pêwist veke. Divê li hemberî kes û saziyên xebatên wekî sîxurkirinê dikin bi çalak têbikoşin, bi pêşengiya jinên ciwan divê li Kurdistanê cih ji wan re kesan re nemîne. Du sê jinên ciwan dema hatin ba hev, divê li peywira xwe ya welatparêziyê û rastiya dijmin a li hemberî xwe bifikire û li gorî wê hest û çalakiyan bi pêş bixe.

Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê vî şerê qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dike û gelên din ên li Rojhilata Navîn jî para xwe ji vî tiştî digirin. Ji bo me girîng e ku em têkilî û hevkariyê bi jinên gelên din re deynin. Vê faşîzma AKP û MHP’ê Kurd di serî de, rastiya şer bi gelên din ên Rojhilata Navîn re nade jibîrkirin, nahêle ku dûr bisekine.

Bi qasî Kurdan, Tirk jî wekî parçeyekî vî şerî tên veguherandin, hemû nirx û danheviyên wan ên maddî û manewî di vê makîneya şer de tê hêrandin. Ji Kurdan zêdetir belkî diyardeya Tirkan têk diçe. Civakîbûn, nêta xwe ya baş, rastî, dîn û îmana xwe winda dike. Bi Tirkbûna serwer re ya ku bûye makîneya şer gelên Laz, Gurcu, Ermen, Pomak û Çerkez têk diçe. Hebûnên ku renk, nefes û newayê li vê axê zêde dikin, di tarîya faşîzmê de winda dibe. Nirxên wan ên maddî jî di bin rejîma talan û diziyê de tê firotin. Li ser erdê û binê erdê tiştek nema ku nehate firotin. Vê erdnîgariya bedew, daristan û darên wê ji bo ranta şer û hebûna desthilatdariyekê hate firotin. Li ser vî esasî faşîzma AKP û MHP’ê îxanetê li gelên Tirkiyeyê dike. Xayînên rast in ev in. Tevî tevgerên jinan ên li dijî me, divê em li hemberî vê desthilatdariya AKP û MHP’ê ya serser, faşîst , dagirker û mêrserwer li ser bingeha Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad têkevin nav tevgerê.

Di navenda vê pêngava me de Bakurê Kurdistanê hebe jî têkoşîna jinên Azad a ku em ê li Başûr, Rojava û Rojhilat bikin wê êrîşên li ser netewebûna demokratîk jî pûç bike. Li hemberî vê dagirkeriya ku Kurdistanê dike mêtingeh, bi qasî ku peywira hemû jinên Kurd ên welatparêz e, dibe yek ji prensîba azadiya jinan jî.

Di demên dawîn de bi pêşengiya faşîzma AKP û MHP’ê li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî li dijî jinan qetlîam û tecawiz tê kirin. Wê bersiva pêngavê ji vî tiştî re çi be?

Pêngava jinên azad ên li dijî qirkirina jinan û dema parastina civakê ye, jixwe li hemberî êrîş û qirkirina li ser jinan jî dibe bersivek. Bi kurtasî ev pêngav bi xwe di şexsê jinan de, dixwaze polîtîkayên qirkirina civakê ji holê rake.

Têgeha qirkirina jinan, di wateya teng û fireh de, dibe îfadeyeke ku em dikarin binirxînin. Ji destpêka şaristaniya xwe ku dispêre desthilatdariya bi dewlet şûnde, jin kirine hedef. Li ser vî esasî êrîşên li ser jinan karakterekî xwe yê ontolojîk heye. Li vê qadê ya ku şaristanî lê belav bûye, tecawiz di serî de li ser jinan şîddet û zext hatiye kirin. Li ser vê bingehê têkoşîna civakî ya ya gerdûnî têkoşîna azadiyê jinê ye. Vê gerdîşa şaristaniyê ya ku krîza avadaniya pergala kapîtalîst derdixe holê, hatiye asta ku êdi nikare bidome. Malbat jî di nav vî tiştî de ye. Têkiliyên jin û mêran wekî ku di serdema xwe ya herî qels de ye. Bi saya teknolojiya ragihandinê êdî jin dikarin sûdê ji zanîn û tecrubeyên hev bigirin,ji hez hêzê distînin. Bi vê re lêgerînek jî pêk tê. Li ser vî bingehî rastiyeke têkoşînê ya gerdûnî jî heye. Heke em bînin bîra xwe ku desthilatdariya dewletparêz a mêrserwer û rastiya şaristaniye êdî qels dibe, pergala alternatîf a ku xwe dispêre jinan wê were dîtin ku paradîgmaya civaka demokratîk e. Heta niha navê wê nehatibe dayin û parçe parçe hatibe îfadekirin jî, alozî û şer di navbera van her du rastiyan de heye.

Ev nakokî û aloziyên ku Rêber Apo bi ew destnîşan kiriye, di Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê Rojhilata Navîn dikare bêtir were dîtin. Çanda Rojhilata Navîn a demokratîk a ku xwe dispêre jinan û modernîteya rojava ya ku xwe spartiye serweriya mêran tên hemberî hev. Di vî şerî de di êrîşan de yên li dijî çanda Rojhilata Navîn tecawiz, desteserkirin, cariyekirina jinan û bêmilkkirin pêk tê. Îro di şexsê faşîzma AKP û MHP’ê de fetihkarî ji ber vî tiştî propagandaya meşrûtiyê dike. Fetihkarî wekî desteserkirina bi darê zorê bi tecawizê re tê heman wateyê. Desthilatdariyeke ku her tiştê di şer de wekî ganîmet dibîne û nêrîna wê ya li dinyayê li ser esasê fetihkariyê ye, heta ku êrîşî jinan û nirxên wê neke, nikare bisekine.

Dema mesele dibe jinên Kurd divê em diyar bikin ku tecawiz û qetlîmaên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê kirin jî ji welatên din cihêtir e. Li her dera dinyayê jin dibin hedefa polîtîkayên mêrserwer. Ji ber ku pergala mêtingeriya kapîtalîst xwe dispêre ser mulkiyetê, li ser jinan zext û zorî heye. Bi kurtasî dikarim bibêjim koletî neqediyaye, jin bûne koleyên modernîteya kapîtalîst. Ji ber vê jî divê tekoşîna li dijî zayenperestiya civakî di asta gerdûnî de û bi awayekî radîkal were kirin.

Faşîzma AKP û MHP’ê tecawiz û qetlîamê bi destê leşker û polîsan dike. Jinên Kurd dixapîne. Vî tiştî wekî polîtîkaya qirkirinê didomîne. Ji ber vê jî berê jinên ciwan ên Kurd dide xwekuştinê, jin dibin qurbaniyên cînayetên nav malbatê. Heke ev tişt pêk neyê jî, wan ji cewhera wan a civakî vediqetînin û mirineke demdirêj pêk tîne. Tişta ku divê were kirin, divê jin xwedî li hev derkevin, destûrê nedin mêtingeriyê, di nav xwe de nokertiyên wan nede jiyîn.Civaka jinên birêxistnkirî dikare her tiştî bike.

Li hemberî van tiştan wê di pêngava me de bi metodên cihê xebat were meşandin. Heke li cihekî demokrasî tunebe, civak nikaribe biryarên xwe bide û nikaribe xwe bi rê ve bibe, jin li wê derê dibin alav û amûr. Em ê faşîzmê hilweşînin, civaka demokratîk wekî modelekê geş bikin. Helwesta me li ser vî esasî ye. Xeyala herî mezin a bi hezaran jinên ciwan di nav refên me de şehîd ketine ev ku di nav civakeke azad de jiyaneke wekî hev be.

Hûn banga çi li raya giştî dikin?

Ez bang li hemû jinan dikim ku li ser esasê azadiya fizîkî ya Rêber Apo banga têkoşînê dikim. Ez dizanin her xebata wê ji bo Rêber Apo were kirin, wê jinan nêzî cewher û civaka wê bike û wan bi qîmet bike. Li hemberî van êrîşên li ser me, em ê li ser bingeha têkoşînê xurt bibin. Ji ber vê jî bêyî ku em ji xwe re hincetan ava bikin, bi cesaret û fedakariyê, bi baweriya ku em sibê ava dikin em tevlî pêngavê bibin û serfiraziyê bi dest bixin.