Tûnç: Dewlet dixwaze Dersimê bê mirov bihêle

Hunermend Ferhat Tûnç got, ji bo gundên Dersimê bê mirov bên hiştin dewlet bi rengekî vekirî daristanan dişewitîne û sûc dike.

Hunermend Ferhat Tûnç bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku di bin navê şewata daristanan de xwezaya Dersimê tê talankirin. Tûnç got, ne tenê li çiya û daristanan, di heman demê de li navenda Dersimê jî zexteke giran heye û anî ziman ku navenda bajêr a ku bi bendên ji beton dor lê hatiye girtin, veguheriye girtîgehekê.

DU JI SÊ PARÊN HERÊMÊN ÇIYAYÎ QEDEXE YE

Tûnç bi bîr xist ku li du ji sê parên herêmên çiyayî yên Dersimê derketina derve hatiye qedexekirin û destnîşan kir ku ev qedexe ji bo şewitandinê hatiye ragihandin. Tûnç da xuyakirin, şewata li newala Rojê ya li herêma Kûtûdere ku 5 roj in dewam dike, her roj belav dibe û bibîr xist, dildarên ku ji bo vemirandina şewatê xwestin doh xwe bigihînin newalê, hatin astengkirin. Hunermend Tûnç destnîşan kir, dewlet dixwaze bi vê yekê re gundên li Dersimê bê mirov bihêle û konsepta şer a salên 1990'î niha jî tê ceribandin. Tûnç got, "Salên 1990'î gund vala kirin, şewitandin û mirov bi zorê koçber kirin. Êşên gelekî giran rû dan. Niha jî herêm ne tenê bê mirov tên hiştin, her wiha tê şewitandin."

QÎMA XWE BI ŞEWITANDINÊ NÎNIN

Ferhat Tûnç diyar kir ku rabûna li ber vê şewata bi zanebûn hatiye derxistin erk û wezîfeyeke însanî ye û wiha dewam kir: "Divê ne ewqasî hêsan be. Sedem çi dibe bila bibe, ti dewlet nikare xwezayê talan bike, nikare daristanan bişewitîne. Li cihê ku daristan dişewite, hewl tê dayin ku şewat bê vemirandin. Lê belê li vê derê hem dişewitînin, hem jî nahêlin mirov vemirînin. Desthilatdariya ku li hemberî me ye, xwedî mejiyekî wiha ye. Li Dersimê dewlet sûc dike. Li ser erdnîgariya ku gelek zindî lê ne, felaket tê ferzkirin. Mafê jiyanê yê zindiyên li daristanan ji holê tê rakirin. Em şopdarên vê meseleyê ne. Eger dadgeriya li Tirkiyeyê tiştekî neke, em ê serî li hiqûqa navneteweyî bidin."

WALÎ BI RENGEKÎ VEKIRÎ DEREWAN DIKE

Tûnç ragihand, Waliyê Tûncelî bi rengekî vekirî derewan dike, rastiyê berevajî dike û got, "Di rewşeke wiha de ku daristan dişewite û navenda bajêr bi bendan hatiye dorpêçkirin, hem hebûna şewatê qebûl nake, hem jî hevalên me yên hewl didin şewatê vemirînin û li ser şewatê dinivîsînin dixe ber lêpirsînê û gefa girtinê li wan dixwe. Hewl dide rastiyê binixumîne û bike ku rastî neyê bihîstin."

EM Ê XWEZAYA XWE BIPARÊZIN

Tûnç diyar kir, desthilatdariya heyî şer û şîdetê weke çareseriyê dibîne û got, destên ku li Dersimê daristan şewitand, agir berdaye temamiya welêt, hemû maf û azadî ji holê rakiriye. Tûnç got, "Desthilatdariyeke ku çalakiya Dayikên Şemiyê jî weke nêzîkatiyeke dijminane dibîne, wê çi bi daristanên welêt neke?" û wiha pê daket: "Desthilatdarî xwe ji çareseriya demokratîk û aştiyê vedigire û polîtîkayên şer û şîdetê weke çoyekî bi kar tîne. Ev ne tiştekî aqilane ye. Em di nava aştiyê de li çareseriyê digerin. Her ku em aştiyê biparêzin û li dora aştiyê bibin yek, ev polîtîkayên şer wê ji holê bên rakirin. Em ê mirovahiya xwe, wijdan û xwezaya xwe her tim biparêzin. Eger li vî welatî aştî nebe, derfeta jiyana bi hev re jî nîne. Lewma divê em têkoşîna ji bo aştiyê geş bikin."