TUHAY-DER'ê ji bo 9'ê Cotmehê bang kir

Hevserokê Wan TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar bang li gel kir ku 9'ê Cotmehê li Amedê tevlî meşa şermezarkirinê bibe.

Bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî wê di 9'ê Cotmehê de li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayin û meşek bê lidarxistin.

Hevserokê Wan TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar bi vê wesîleyê axivî û diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komploya navneteweyî li hemberî gelê Kurd hate kirin. Ûyar diyar kir ku komplo dewam dike û got, "Ji wê rojê ve Tirkiye ji nava krîzê rizgar nebûye. Tenê bi Kurdan re mijûl dibe. Kurdan qetil dike, bombeyan li çiyê dibarîne, partiyên siyasî digire. Tİrkiye pîvana hiqûq û edaletê ji dest winda kiriye. Halbûkî yekane rêya rizgariya Tirkiyeyê ya ji vê krîzê hevdîtina bi Abdullah Ocalan û azadiya wî ye."

Ûyar bi bîr xist ku 31 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û bang li gel kir ku beşdarî meşa 9'ê Cotmehê ya li Amedê bibe ku wê ji bo şikandina tecrîdê bê lidarxistin.