Tûgayê têrê nekir, niha baskartêşê ava dikin

Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê, ji aliyê kapasîte, hêz û qada dagirkirî ve tê berfirehkirin û vediguhere baskartêşê.

Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê ku amadekariya baskartêşbûnê dike dike, gundê Xenanisê jî xesp dike.

Li gel îdîayên ku tê gotin, Tirkiye û îranê ji bo operasyoneke hevpar li hev kirine, li Colemêrg û navçeyên wê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû serê du rojan carekê tê Colemêrgê û rayedarên Îranî jî gelek caran tên û diçin. Ev rewş weke nîşaneya dijwarbûna şer tê dîtin.

Bi dehan herêmên li Colemêrg û navçeyên wê weke 'herêma ewlekariya taybet' hatin ragihandin. Di serî de herêmên li bakurê Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê ku li gundê Xenanis ê navendê ye, 31 herêm di navbera 10'ê Mijdarê û 24'ê Mijdarê de li sivîlan hatin qedexekirin. Li vê herêmê ku liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye, her roj bi dehan helîkopter ji Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê bi hewa dikevin. Piştî vê liv û tevgerê, tê gotin ku Tûgaya Komando û Çiyê ya Colemêrgê wê veguhere baskartêşê.

Gundî bi fikar in ku ji bo berfirehkirina herêma tûgayê, dibe ku gundê wan Xenanis bê desteserkirin. Gundî dibêjin, dewlet dixwaze vê herêmê bi temamî bike baregeheke leşkerî.