Şaxa Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê di salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Partiya Herêmên DemokratÎk (BDP), Komeleya 78’an, MEDYA-DER, encamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê û xizmên girtiyan beşdar bûn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Şaxê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel ve hate xwendin û ev tişt hate gotin;
“Yek ji armancê komployê zêdekirina faşîzmê û gelê Kurd û Tirk ber bi rewşa şer ve birin bû. Lê nêzikatiya Rêzdar Abdullah Ocalan, parastina yekîtiya gelan û lêgerîna çareseriyê ya li dijî rêxistinên gladyoyê hemû armanc vale derxist.”
‘HIQÛQA NETEW Û NAVNETEWÎ TÊ BINPÊKIRIN’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Tecrîda Îmralî belavî hemû girtigeha bû û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Em daxwaz dikin ku demildest hevdîtin bi Ocalan re destpê bikin û dawî li zextên li girtîgehan were. Em dizanin tecrîd di hiqûqa netew û navnetewî de sûc e û bang dikin ku demildest dawî li tecrîdê were. Tecrîdê rakirin, mirinan bidin rawestandin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê tê kirine. Ji Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî re azadî!.”